Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan êrişî tesîsên nukleerî Îranê yên yên li Fordo, Netenz û Îsfehanê kiriye.
Piştî êrişê Donald Trump postek belav kir û tê da wiha got:
„Me êrişa xwe ya gelek serkeftî li ser sê bingehên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfehanê yên Îranê temam kir. Hemû balafir niha li derveyî asmanê Îranê ne. Barekî tije bombe li ser bingeha serekî, Fordo, hate avêtin. Hemû balafir bi selametî ber bi welat li ser rêya vegerê ne. Em pîrozbahiyê li şervanên xwe yên mezin ên Amerîkî dikin. Tu artêşeke din li cîhanê tune ye ku bikaribe vê yekê bike. Niha dema aştiyê ye! Spas ji bo guhdariya we.“
Netanyahu jî piştî êrişa Amerîkayê ragihand, ku êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê „werçerxaneke dîrokî“ ye ku dê Rojhilata Navîn ber bi aştiyê va bibe.
Netenyahu herwiha sedem êrîşa ku Amerîkayê li ser tesîsên nuklkeerî kirîye, Trump pîroz kir û wiha got;
„Ez û Serok Trump gelek caran dibêjin aştî bi rêya hêzê dibe. Pêşî hêz tê, paşê aştî tê. Û vê şevê Serok Trump û Amerîkayê bi hêzeke mezin tevgeriyan.“
Netanyahu diyar kir, ku wî piştî êrişa li ser Îranê yekser bi Trump ra bi telefonê axiviye û Serokê Amerîkayê jî artêşa Îsraîlê û gelê Îsraîlê pîroz kiriye.