Lûtkeya Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin a li eyaleta Alaskayê ya Amerîkayê bi dawî bû.
Donald Trump û Vladimir Putin konferanseke hevbeş a rojnamegeriyê li dar xistin.
Putin piştî bidawîhatina lûtkeyê di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş da axifî û got:
“Dan û standinên me di atmosfereke avaker û rêzgirtinê de derbas bûn. Gelekî berfireh û bi sûd bûn.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di heman konferansê da lûtke nirxand û wiha got:
“Civîneke gelekî berhemdar bû û li ser gelek xalan lihevhatin çêbû. Hejmareke gelekî kêm maye ku em li ser li hev bikin.
Em li ser hinek xalan negihîştin rêkeftinê lê derfeteke me ya gelekî baş heye ku em bigihêjinê.”
Serokê Rûsyayê hêviya xwe anî ziman, ku ew lihevtêgihiştina ku çêbûye rê li ber aştiya li Ukraynayê veke.
Putin her wiha xwest ku Ukrayna û Ewropa ti astengiyan li pêşiya aştiyê dernexînin.
Trump jî amaje pê kir ku piştî civînê dê bi rêya telefonê bi serkirdeyên Ewropa û Ukraynayê ra biaxive û dû ra dibe ku ew û Putîn di demeke nêzîk da careke din hevdu bibînin.
Putin jî hêviya xwe anî ziman, ku careke din ew li Moskowayê bicivin.
Konferansa rojnamegeriyê bêyî wergirtina pirsên rojnamegeran bi dawî bû.