Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê, di parvekirineke xwe da diyar kir ku wan doh „plana kontrolkirina bajarê Xezeyê“ ya ku artêşa Îsraîlê pêşkêş kiribû, pesend kiriye.
Israel Katz gef xwar û got, ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo Hemasê deriyên dojehê vekin.
Katz destnîşan kir, ku heta mercên Tel Evîvê yên ji bo bidawîkirina şer ên wekî berdana hemû 50 dîlan û bêçekkirina Hemasê neyên qebûlkirin, dê êrişên wan bidomin.[
Katz got, „eger na dê bajarê Xezeyê bibe wekî bajarê Refahê ku Îsraîlê bi êrişên xwe wêraniyek mezin lê çêkiribû.“
Serokwezîrê Îsraîlê jî ragihandibû ku artêşa Îsraîlê plana kontrolkirina Xezeyê pêşkêşî wî kiriye û ji bo pesendkirinê çûye baregeha Lîwaya Xezeyê ya li başûrê welêt.
Netanyahu gotibû ku ew dê li gel êrişên kontrolkirina bajarê Xezeyê, di heman demê da danûstandinên agirbest û pevguhertina dîlan jî bimeşînin.