Serokê Rûhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî bangî cihanê kir û ji bo Durziyan daxwaza avakirina herêmeke serbixwe kir.
Ev daxwaza Şêx Hîkmet Hecerî di demekê da ye ku ew hewl dide komên çekdar ên Dûrziyan li Siwêdayê bike yek û hêzeke nîzamî pêk bîne.
Şêx Hîkmet Hecerî, yek ji 3 serokên ruhanî yên herî diyar ên Durziyan e û tundûtûjiyan wekî hewldanek ji bo tunekirina Dûrziyan bi nav dike.
Şêx Hîkmet Hecerî di daxûyanîyeke xwe da bangî hemû welat û gelên azad ên cîhanê dike û wiha dibêje, „Piştgiriya me bikin da ku em herêmeke cûda ji bo parastina xwe ragihînin.“
Daxwaza Şêx Hecerî di demekê da hat ku hemû komên çekdar ên herêmê jî li dora wî dicivin.
Di dema pêşwazîkirina şandeyeke koma „Rical el-Kerame“ de ku yek ji komên herî mezin ên çekdar e, wan amadebûna xwe ya ji bo ketina bin fermana wî nîşan da.
Hefteya borî jî, bi dehan komên din ên biçûk di bin navê „Pasewanên Niştimanî“ da bûn yek da ku hewlên xwe yên leşkerî di bin serokatiya Hecerî de kom bikin.