Zanîngeha Harvardê kurseke fêrbûna zimanê Kurdî ya ji bo asta bilind vedike.
Zanîngeha Harvardê, ku ji bo sala 2025an wekî zanîngeha sêyem a herî baş a li ser asta cîhanê hat destnîşankirin, kurseke fêrbûna zimanê Kurdî ya ji bo asta bilind vedike.
Kurs ji aliyê mamoste Şen Şêrwana ji Başûrê Kurdistanê ve tê dayîn.
Mamosteya dersê Şen Şêrwan ji bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê ye.
Mamoste Şen Şêrwanê li ser dersa Kurdî radigihîne, ku ev yekane kursa fêrbûna zimanê Kurdî ya li zanîngehê û di asta bilind da ye.
Wek tê zanîn Zanîngeha Harvardê cara yekem sala 2023yan kursa fêrbûna zimanê Kurdî vekiribû, ku ew kursên berê tenê ji bo asta destpêkê bûn.
Şen Şêrwanê di derbarê kursê da wiha dibêje:
„Cihê kêfxweşî û şanaziyeke mezin e ku ez vê dersê didim.
Bi ya min perwerde yek ji amûrên herî bihêz e ku wekî Kurd li hundir û derveyî Kurdistanê di destê me da ye.
Ez di dersên xwe de balê dikişînim ser wêje, dîrok û çanda dewlemendîya Kurdan.
Bi rêya xwendina pirtûk, helbest û nûçeyan, guhdariya podcast û muzîkê ya bi zimanê Kurdî yê Soranî hewl didim ku xwendekarên xwe bi pêş bixim.“
Şen Şêrwanê ji bo armanca kursê jî wiha dibêje:
„Heftane sê gotinên pêşiyan ên Kurdan ji bo gotûbêjê pêşkêşî xwendekarên xwe dikim û armanca min a sereke ya dersan jî bipêşxistina şiyana axaftinê ya xwendekaran e.
Paşxaneyeke xwendekarên min a Kurdî heye lê ew li derveyî Kurdistanê ji dayîk bûne û li malê fêrî Kurdî nebûne.
Wekî jineke Kurd, ez hest dikim ku divê ez bi rêya vê dersê ramanên nû bigihînim.
Ev saziyeke mezin e û ez hest dikim ku ji bo ez karibim dersê bi serkeftî bidim xwendekarên xwe piştgiriya min tê kirin.“