Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro bi serdaneke fermî li Enqereyê bû.
Barzanî bi Hakan Fîdan û Recep Tayyîp Erdogan ra civiya.
Di civînan da mijarên sereke, ji nû va destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, pêwendiyên dualî û rewşa herêmê bûn.
Nêçîrvan Barzanî danê sibê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ra civiya.
Piştî nîvro jî li Koşka Serokkomariya Tirkiyeyê bi Recep Tayyîp Erdogan ra hevdîtineke ku saetekê ajot pêk anî.
Serokê Herêma Kurdistanê piştî hevdîtina bi Hakan Fîdan ra li ser tora civakî ya Xê dibêj, ku wî li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ra li ser hevahengiya berdewam a di navbera Îraq, Herêma Kurdistan û Tirkiyeyê de kir axifîne.
Piştî hevdîtina ji bo hevdîtina bi Erdogan ra jî Barzanî kêfxweöıza xwe diyar dike û dibêje, „Derfeteke di dema xwe da bû ji bo ku em nêrînên xwe li ser mijarên herêmî û pêwendiyên stratejîk ên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Tirkiyeyê ra parve bikin.
Me her wiha behsa rêyên bihêzkirina zêdetir a hevkariya xwe û bipêşxistina aştî, aramî û geşedana herêmî kir.“