Nûnerên saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk ên Bakurê Kurdistanê li Amedê civiyan û deklerasyoneke ziman ragihand.
Di deklerasyonê de bangî dewleta Tirkiyeyê kirin ku statuya zimanê Kurdî di Destûra Bingehîn de mîsoger bike.
Di heman demê de xwestin ku zimanê Kurdî wekî zimanê fermî û zimanê perwerdeyê bê qebûlkirin.
Hevberdevkê Komîsyona Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar li ser daxwazên miletê Kurd axivî.
Heval Dilbihar got, „Neteweya Kurd statuya zimanê Kurdî dixwaze û perwerdehiya bi Kurdî dixwaze.
Dixwaze zimanê Kurdî di zagona bingehîn de bê misogerkirin û dixwaze hemû astengiyên qanûnî û pratîkî yên li pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin.“
Bangî ji bo siyasetmedarên Kurd
Beşdarên deklerasyonê, ji bilî dewletê berê rexneyên xwe da siyasetmedar, şaredar û berpirsên saziyên Kurdan jî.
Kesên beşdar ew şaredar û siyasetmedar rexne kirin ku li ser navê Kurdan tevdigerin lê xizmet û siyaseta xwe bi Tirkî dikin.
Bangî wan hat kirin ku siyaseta xwe, xizmeta xwe û jiyana xwe bi Kurdî bidomînin.
Dildara Kurdî Muşeher Ulkeyê wiha bangî siyasetmedaran kir:
“Zimanê me qedr û qîmeta me ye, zimanê me rûmeta me ye.
Siyasetmedarên me yên ku heta niha bi Tirkî axivîne, bila ji îro pê ve zimanê xwe bikin Kurdî.
Derfetên Kurdî hene, herfên Kurdî hene, zimanê Kurdî heye û nivîsa bi Kurdî heye.
Bila bixwînin, bila fêr bibin û siyaseta xwe bi Kurdî bikin.“
“Dema mirov zimanê xwe winda bike, mirov xwe winda dike”
Dildara Kurdî Milkiye Bîlgeyê jî bi vî rengî bertek nîşan da û got:
“Ez wan şermezar dikim. Madem ku zimanê Kurdî dixwazin bila bi zimanê Kurdî jî biaxivin.
Dema mirov zimanê xwe winda bike, mirov xwe winda dike. Dîroka xwe winda dike, çanda xwe winda dike.
Temamiya şaredariyan û parlamenteran, madem ku li ser navê Kurdan çûne wê derê, bila bi Kurdî jî biaxivin. Ev ne tiştekî zehmet e.”
“Divê pêşeng tiştên baş bixin pêş”
Serokê Enstîtuya Kurdî Murad Bîlgîç jî diyar kir ku divê pêşengtiya ziman bê kirin û destnîşan kir:
“Maqûla wê ew e, tu kê temsîl bikî, tu bi zimanê wan biaxivî. Divê pêşeng tiştên baş bixin pêş.
Kurdî jiyana me ye, hebûna me ye, em bi xwe ne. Eger ev yek neyê kirin kêmasiyek li wê derê heye.
Em ji xwe dereng mane lê ji îro pê ve divê em vê pîvana ku ne li cih e bi hev re ji holê rakin.”
„Ji bo hemû zaravayan divê di nav hewildanan de bin“
Helbestvan Mehmûd Gulecan jî bal kişand ser hewldanên ji bo zimanê dayîkê û wiha axivî:
“Eger hiş û eqlê mirov ne li ser zimanê dayîkê be, wê demê li pêş xeterek heye.
Bi taybetî jî divê qada siyasetê baldar be û hişyar tevbigere.
Ji bo ku zimanê Kurdî bi hemû zaravayên xwe bi pêş keve, divê di nava hewldanan de bin.“
Saziyên ku deklerasyona ziman da, dê 15ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî dakevin kolanan.
Ew dê bi meşên girseyî daxwaza perwerdeya bi Kurdî bikin.




