
İkram Oguz
Ev çend roj bûn min çîrokên Çidem Baranê dixwend.
Serê rojê du çîrok.
Çîrokên kin û kurt…
Çîdem Baran nivîskareke Kurd a ciwan e.
Xwedi zimaneke zelal û pênûseke azad e.
Bi kilam û stranên dengbêjan mezin bûye, ku mirov di hîmê nîvîskarîya wê da wê taybetmendîyê bi hêsanî dibîne.
Sedem vê yekê xwe wek deyndarê bavê xwe, dihesibîne.
Bi dîyarîkirina vê pirtûkê va jî deynê bavê xwe dide û wiha dibêje; „Dîyarî ye ji bo bavê min ku nefsên malê li ber qasetên Eyşe Şan, Meryem Xan, Mihemed Şêxo, Miradê Kinê, Tehsîn Taha, Hiseynê Omerî, Xidirê Omerî, Mihemed Arif Cizrawî, Seîd Yûsif, Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî mezin kirin…“
Senivîsa vê nivîsê, Şeveke Lêvsor jî navê pirtûka Çidem Baranê ye.
Pirtûk ji alî Weşanxaneya Avestayê û di sala îsal da li Stenbolê hatîye weşandin.
Şeveke Lêvsor ji 12 çîrokên kin û kurt pêk tê û bi tevahîya xwe 76 rûpel e.
Ger ku mirov bixwaze dikare di nav çend saetan da jî bîxwîne û dawî lê bîne.
Lêbelê min di şeş rojan da ew xwend û dawî lê anî.
Serê rojê dû çîrok…
Dema ku mirov qala çîrokan bike, bêguman berê çîrokên ji demên berê tên bîra merîya.
Ew çîropkên ku ji alî dê û dapîrên me va û di dema zarokatîya me da ji me ra dihatin vegotin.
Wek çîrokên li ser gor û rovîyan…
Ya jî çîrokên wek çîroka Rustemê Zalê ku şûrê xwe li ba dikir û di her carê da serê dêweke heftserî dipelikand û dikuşt.
Çîrokên Çidem Baranê ne çîrokên kevn, ne jî yên bi tirs û xof in.
Ew çîrokên hevdem û ji bûyerên cîvaka me ya îroyîn hatine afirandin.
Nivîskar qasî zimanê xwe yê zelal, ewqas jî xwedî pênûseke azad e.
Mirov di çîrokên wê da şopa deng û dengbêjîyê jî dibîne,
Herwiha mirov di vegotina wê da bi hêsanî dibîne, ku ew di karê xwe yê wêjeyî da sînoran nas nake û bi kevneşopîyên civakê ra xwe sînordar jî nake.
Di çîroka xwe ya bi navê „Şeva ku ji her şevan reştir“ lehenga wê Zelîxa ye.
Zelîxa keçikeke ezeb e û dê û bavên wê dixwazin wê bi pismamekî wê ra bizewicînin.
Sedem wê yekê ew ji mal derdikeve, berê xwe dide kolanan û ji xwe ra li starîyek digere. Hevaleka wê ya ji dibsitanê tê bîra wê û xwe davêja mala wan.
Di derengîya şevê da hevala wê radizê, ew li hevala xwe ya ku li ser karyolayê razayî dinihêre û xeyaleke wuha dike;
„Sermemik dewsên lêvan
Lêv ji nemêjandinê ta girtî
Di wargehê hiş de
Tenê tu û dîsa tu
Di şeveke lêvsor de
Ez te
Tu min
Dixî ji keçkantî
Poşmanî ne pêncqirûş û nîv
Cardin zeman vedigere serî
Û zeman
Bizanibe di şeveke lêvsor de
herdu serpêsîr…“
Ez dikarin bibêjim, ku heta roja îro nîvîskarê kurdê ku min berhemek wî/we nexwandibe, nîne, ji hinekan zêde xwendîye.
Disa dikarin bi hêsanî bibêjim, ku di berhemên piranîyan da mirov sînordarîyên ku bi kevneşopîyên civakê ra girêdayî ne, dibîne.
Jixwe hinek nivîskaren mêr di berhemên xwe da qala têkilîyên jin û mêran jî nakin…
Yên qal bikin jî bi sergirtî û bi peyvên bêteşe, ji bo hezkirin û hevşabûna lehengên xwe yên jin û mêr wek „ewk kirin“ dibêjin û derbas dibin.
Kesên ku ji civaka kurd û ji zargotina wê ya dewlemend û azad hayîdar nebin, dikarin bibêjin, gelo kurd nazewicin, ji evîn û evîndarîyê bêhayîdar in, ku hezkirin û hevşabûn di roman û çîrokên nivîskarên kurd da cîh nagre.
Hejayî gotinê ye, ku nivîskarên me yên civan, ewên ku wek Çidem Baranê bi kilam û stranên dengbêjan va mezin bûne û bi dewlemendî û bedewîya zargotina me kemilîne, xwe sînordar nakin û pênûsa xwe azad bi kar tînîn û gotina xwe vedibêjin.
Wek gotina dawîyê, divê wêjekar di afirandina berhemên xwe da tevbigere û xwe sînordar neke, ku mirov xwezayî û ahengîya jîyanê di berhemên wan da jî bibîne…
05.11.2025
Têbinî: Ev nivîs 6 meh berê hatîye nivîsandin…




