
Lokman Polat
Di nav xelkê de dihatin gotin; sala ”Berfa Sor” sala ku berfa sor bariya. Waye niha jî romana ”berfa Sor” hatiye nivîsîn. ”Berfa Sor” navê romana nivîskarê kurd Mehmet Dicle ye. Min berê du pirtûkên wî yên kurteçîrokan xwendibû. Yek navê wê ”Asus”e û ya din jê navî ”Nara” ye. Belê, nivîskarê romana ”Berfa Sor” Mehmet Dicle berê 2 pirtûkên kurteçîrokan nivîsîbû û weşandibû. Niha jî ji çîroknivîsê derbasê romannivîseriyê bûye. ”Berfa Sor” romana wî ya yekem e. ”Berfa Sor” di nav weşanên ”Zîz”ê de li Amedê derketiye. Roman 180 rûpel e. Wşanên ”Zîz”ê çend pirtûkên din ên baş û hêjayê xwendinê weşandiye. Lê çi heyf ku ev demeke dirêj e êdî pirtûk naweşîne. Destpêka damezrandina weşanxaneyên kurdan bi lez û bez e, lê piştî demek derbas dibe, diwest in û radiwestin(!).
Romana ”Berfa Sor” bi qalkirina Aram û malbata wî dest pê dike. Vebêjê romanê wek şêweya romannivîserên postmodernîst tiştan li serûgohê hev dixe, qala gelek tiştan dike û têkildariya wan tiştan bi hevûdu re tune. Mijarên curbecur in û di nav wan de pevgirêdanek tune. Aram navekî ermenî ye. Navê bûka wî jî Şerbet e. Min qet navê keç û jinan Şerbet nebihîstiye. Romannivîser M. Dicle di roman û çîrokên xwe de navên leheng û fîguran, kesan, navên ji derê rêzê, navên ecêb bi kar tîne. Herweke Şerbet, Asus. Nara û hwd.
Aram radize û di xewa xwe de dibîne ku berfa sor dibare. Ew di xew de termê Şêx Fexrî jî dibîne/ Term li erdê ye û li dora term gelek mirovan xelqe girtine. Gelek kesayetiyên/şexsiyetên dîrokî ku di romanê de hindik be jî navên wan û bûyerên dema wan cih bi cih tê qalkirin û ravekirina hinek bûyerên dîrokê rengeke weke belgeromaneke daye naveroka romanê.
Romana ”Berfa Sor” romaneke monoton e. Tê de heyecan bûyereke ku mirov bi kelecan bixwîne, tiştek ku mirov meraq bike tune. Dema mirov navber dide xwendinê, tişteke ku di hişê mirov de bi meraq bimîne, yan jî tiştek balkêş ku mirov bi meraq bixwaze encama wê fêr bibe û xwendina xwe bi kelecanî bidomîne, tune. Ji xwe piraniya romanên postmodern weha ne. Xwendina ev cure romanan zahmet e, herîkbar nîn e. Di hinek cihan de jî, mirov dibêje nivîskar xwe jibîr kiriye ku romanê dinivîsîne, her weke ku weke berhemên xwe yên berê çîrokê dinivîsîne.
Di beşa yekem de navê Şêx Fexrî û termê wî û herweha navê hespê wî derbas dibe, lê Şêx Fexrî kî ye? Çi kiriye? Kî ew kuştiye? Çima Wî û zilamên xwe 12 asker/leşker kuştine? Qet tu agahdariyek tune. Herçiqas ez zanim ku Şêx Fexrî kî ye, çi kiriye, li dijê artêşa dagirker a kemalîst çima û çawa têkoşiyaye û çawa şehîd ketiye? Lê, dibe ku gelek xwendevan derbarê wî de tu tiştek nizanibin.
Şerbet û Hesen jin û mêr in. Aram xezûr e. Malbateke gundî ne. Keça wan çûye çiya û ewqas. Beşa yekê ya romanê diqede. Hevokên di romanê de ne, hinek jê tevlihev in, nayên fêm kirin. Li gor rastnivîsîna rêzimanî/gramerê nîn in. Weke şorbeya hevokên postmodernîstan in. Bi qasê têgihîştina min di hêla rêziman û hevoksaziyê de xeletî, şaşî, kêmanî hene. Û herweha gelek peyvên ku min nebihîstiye, di axaftina rojane de nayên bikaranîn jî di romanê de hene. Wek mînak; bervanek, sengele, paxaç, xizîk, leqik, xirt, seqya, kût, yarnik, xerdel.
Navên cih û warê cîhana romanê bajareke biçûk anjî navçeyeke ku vebêj/romannivîser navê wir daniye ”Asûs”. Hemû bûyer, jiyana rojane, têkiliya însanan bi hevûdu re ku tê rave kirin, di vê bajarê biçûk de derbas dibe. Tiştên ku di vê romanê de tê qal kirin, bûyerên ku di salên nodî de/1992yan de li hinek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê de rû dane, pêk hatine. Jiyana di van bajar û navçeyan de, gulebarana qereqolan ji alî çekdaran ve, gulebarandina polîs û leşkerên dewleta dagirker li hemberê xelkê navçeyan/ku hemû gelê kurd in û kuştina hinek sîxurên ku bi hêzên dewletê re hevkar in, hevpar in û kuştina wan ji alî hêza çekdaran ve tê rave kirin.
Di romanê de di derbarê kesên di romanê de ne, teswîrkirin/betîmleme/şayesandin û danasîn tune. Hinek bûyerên ku tê qal kirin nediyar e ji bo çi ew bûyer bûne, ji bo çi çima qewimîne, çima û çaw pêk hatine. Wek mînak; Fetahê Beytar xwestiye xwe bieliqîne, darvebike. Xweeliqandinê ceribandiye, lê lingê wî dirêj bûye, nehatiye eliqandin. Fetah ji bo çi sedemî xwestiye xwe bieliqîne? Çi hatiye serî ku neçar maye û hewl daye ku şerît kiriye stuyê xwe û xwestiye xwe bieliqîne….
Hinek kesên romanê ji hêla nîşandayin û rave kirina zilm û zordariya dewleta dagirker a kemalîstên nîjadperest ya li ser netewa kurd romaneke serketî ye. Beşa ku artêşa zilimkar a kemalîst êrişa ser navçeyê/bajarokê Asûsê dike, xirabkirina gorîstanên şehîdan û herweha xirabkirina mezelê fermandarê hêza çekdaran fermandar Hebûnê Amedî naveroka romanê xurt kiriye.
Di romanê de hevokên dirêj hene. Navber, vegerandina gerîdeyê, tune. Bêhnvedan tune. Ji rûpel 76 heta rûpel 79 divê mirov bêrawestandin bixwîne, bêyî ku bêhnvedanek hebe. Ev jî xwendinê zahmet dike. Min gelek bi zor û zahmetî vê romana bi navê ”Berfa Sor” xwend. Wek prensîb ez xwendina tu pirtûkek nîvco nahêlim. Nexwe min ê xwendina ”Berfa Sor” di rûpela 79an de bihêştana û êdî nexwendina.
Di çîroka romanê de (ji bo ku di romanê de beş û nimreyên/jimareyên dabeşan tune mirov nikare bibêje di kîjan beşî de ye. Loma ez dibêjim di çîrokê de yan jî ez bibêjim di rûpela dawiya 90 û 94an de) du polîs têne dikanê Aram û ji bo ku wî li dikan Ala dewleta kemalîst a bixwîn neeliqandiye wî digrin, dibine qereqolê. Di romanê de qala kuştina Heqoyê cerdevan dike, lê teferuat tune. Vebêj/nivîskar nabêje ku ev cerdevanê zalim, xwînxwar kî ye? Çiqas xirabî kiriye? Çiqas li gundiyan zilm kiriye? Çawa dest daye sr malê xelkê, erdên wan avahiyên wan bi zorê ji wan stendiye.
Di romanê de qala çekdaran dike (vebêj ji wan re dibêje gerîlla) lê tiştê ku ji bo wan, dibîstan şewitandine, trênê asteng kirine, sîxur û cerdevan kuştine. Ev çekdar çine, doza çi dikin? Daxwaza wan çiye? Çima bûne çekdar? Dîtinên wan, îdeolojî û siyaseta wan çiye? Bi doza netewa kurd û Kurdistanê ve çiqas girêdayî ne? Ji bo kurdan çima dewlet naxwazin? Ji bo demokrasiya netewa serdest, demokrasiya dewleta dagirker pêwîst dike ku mirov şerê çekdarî bimeşîne û xwîna gelê bindes ji bo demokrasiya netewa serdest birijîne? Û herweha pêwîst dike ku heger mirov ji bo netewa bindest serxwebûnê û dewletbûnê nexwaze, çima ewqas keç û xortan bide kuştin? Şerê çekdarî tenê ji bo ku mirov welatê xwe rizgar bike, gelê xwe azad bike, dewletek serbixwe damezrîne pêwîst e. Ji blî van tiştan, ji bo tu tişteke din şerê çekdarî pêwîst nîn e.
Werhasil kelam, romana ”Berfa Sor” di gelek waran de qels e, lêbelê romaneke sosyal/civakî ye, jiyana civakê a navçeyek û ravekirina malbatek pêşvazî dike. Romanên sosyal/civakî ku li gorê realîzma civakî têne afirandin û bi metoda modern û postmodern têne nivîsîn, rengekî dewlemendiya wêjeyê ne. Di hêla zimên de, zimanê romanê baş e. Herçiqas di sazkirina hevokan de, di hêla rastnivîsîna gramerê de hinek şaşî hebin jî, bi gelemperî zimanê wê baş e, serketî ye. Digel ku romana nivîskarê kurd Mehmt Dicle a yekem e jî, romaneke baş e. Digel hinek kêmaniyên xwe, hêla wê ya serketî jî gelek e.
Wek gotina dawî ez dixwazim çend gotinên gelemperî jî bibêjim û dawî li gotara xwe bînim. Roman, romannivîserî sazkirineke hunerî ya sexsî/takekesî ye. Piraniya nivîskarên kurd ên romannivîser di vê sazkirina hunerî de bi ser ketine û berhemên hêja yên edebî/wêjeyî afirandine. Hinek nivîskar di afirandina kurteçîrokên modern/nûjen de hinek di nivîsîna romanan de û hinek di afirandine helbestê de serketî ne. Lê çi heyf ku di hêla berhemên şanoyî de qelsî heye. Hêvîdarim ev qelsî jî dê ji holê were rakirin û serketin pêk were.




