
Memo Şahin
Di roja 13ê Hezîranê li Bonnê Konferansa „Diyaspora Kurd – Hêza Transneteweyî û Perspektîfa Pêşerojê“ hat lidarxistin.
Konferans ji aliyê „Diakurd – Konfederasyona Kurdên Diyaspora“ ve hat pêkanîn û organizasyon û karên pratîk jî ji aliyê Civaka Kurd li Elmanya hat meşandin û li gor bernameya ku hatîbû danîn jî bi rêkûpêk û serkevtî derbaz bû.
Ber nîvro neh axaftvan, Şîfa Barzanî, Şêx Murşîd Xeznewî, Mehmet Tanriverdi, Hakar Mîrza, Keya Îzol û Ali Ertan Toprak di nav de, dîtin, raman û ezmûnên xwe anîn zimên.
Piştî nîvro jî dor hat Panela „Di doza Kurd de rola Diyasporaya Kurd. Beşdarvan û panelist jî Prof. Dr. Hamit Bozarslan, Prof. Dr. Bahar Baser û Prof. Dr. Yaşar Abdulselamoglu bûn û panel ji aliyê Prof. Dr. Çînûr Qaderî ve hat peşkeşkirin.
Dixwazim bîr û raya xwe eşkere bêjim. Min ji axaftinên Şêxê me, Şêx Xeznewî û ji ya kekê delal û mûtewazî Hemid Bozarslan gelek sûd vergirt û ez helîyam. Ber ku di axaftinên wan her du birêzan de dijberî û dijminatî, hizbayetî û aligirî tûne bûn û herkesî, her ferdek Kurd, her hêzek siyasî hembez kirin.
Xweziya beşek konferensê li ser ezmûnen 60 saliya diyaspora û plan û programek bo dûwerojê jî hatiba veqetendin û reserve kirin. Lê nebû.
Min li ser diyaspora, ango revenda Kurd gelek caran, bi kêmasî bîst caran bi Kurdî, Tirkî û Almanî nivîsand û belavkir, li konferans û panelan de parve kir.
Hîma wan nivîsan bi daxwaza kekê min ê hêja, Prof. Dr. Udo Steinbach di sala 2000an de hat avêtin. Prof. Steinbach bi salan dîrektorê Enstitûya Şarqê (Orient Institut) bû û ji hukumeta Almanya re jî şewirmendiya beşên Rojhilata Navîn, Kurd û Tirkiyê dikir.
Ber ku wê çaxê, wê demê Ocalan hatibû girtin û PKK jî behsa dexişîm û donuşûmê, glastnost û perestroîka dikir, hukumeta Almanya jî dixwest ku li Almanya bo gûhertinek bibe alîkar û Kurd li Almanya bi şeveyek din bên ba hev û diyasporeyek xûrt avabikin.
Reşbelak, têz û organigrama, ango rêxistinek çawa bo salên 2000î bo Kurdên Almanya hewce û pêwîst e, min di konferensek ku li Berlinê pêkhat û Prof. Steinbach jî wek axaftvan beşdarbûyîbû, peşkeş kir. Di dawiya konferensê de birêz Steinbach ji min xwest ku ez wan kaxizên axaftina xwe bidim PKK û raya wan jî bigrim û bidim wî.
Hevalên me yên PKK berê bi kelecanek tevgerîn, berpirsiyarên Almanya û Ewropayê gotin erê û paşê jî peşkeşê Qandilê kirin. Lê ji Qendilê dengek, bersivek derneket û ûsa jî ev pêşneyar û lêgerînên hukumeta Almanya wala çûn û me bîst sal wendakir.
Dema nifşa me di salên 1970î de dest bi avakirina komel û dezgehên koçber, karker û xwendakarên Kurd kir, şaşî kir û di pencereya hizbayetî tevgerî. Me komeleyên aligirên partî û hizbên xwe ava kir.
Dema ez îro û sî û çil salên berê miqayese dikim, dikarim bi dilek rehet bêjîm ku, her çi qes me komelên aligirên partiyên xwe avakiribin jî, em gelek serkevtî bûn. Me wek KOMKAR, wek Enstitûya Kurd li Parîsê, Federasyona Komelên Kurd li Swêdê, wek Navend li Bonnê, Ewropa dihêjand û serûbin kir.
Di salên 1970, 1980 an jî 1990î tirsek mezin hebû, însanên me belangaz û feqîr bûn, îmkan û mecal kêmbûn û dinya ne wek îro gundek biçûk, lê belê cîhanek gelek mezin û fireh bû.
Dîsa jî me wek KOMKAR bo hemû beşên Kurdistanê kar û xebatên gelek giranbiha kir û me ferq nexist navbêra perçeyên Kurdistana pîroz. Dem hat, em dijî rejîma Xûmeynî bûn alîgir û piştivanên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û xwişk û birayên me yên Rojhilatê. Dem hat em bo gelê me yê Helebçe derketin sûk û kolanan.
Dema di salên 1988an û 1991an êriş û kîmyabaranan li başûrê welatê me pêkhatin, me kampanyên dîplomatîk û mîrovî (humanitêr) vekir û bûn parêzvanên qurbaniyan. Bi salan me alikariya maddi bo qurbaniyên ku ji ber dîktatoriya Saddam reviyabûn û hatîbûn bakur, kir. Em li ber ofisa Neteweyên Yekbûyî (UN) li Bonnê bi hefteyan ketin manggirtin û xwebirçihiştinê. Me qet negot, ew başûrî û em jî bakurî ne.
Bist sal, sî sal me delegasyon şandin Kurdistanê ku çavderiya bûyer û qetlîamên ku li Kurdistanê dibûn, bikin û raya giştî agahdar bikin.
Di salên 1980î û 1990î de kom û grûbên parlamenterên Almanya ji partiya Sosyal Demokrat û Keskan bo dostaniya Kurdan bi hewldanên KOMKARê hatin avakirin. Paşê bi saya Dialog-Kreisê ji 30 heb parlamentêrên CDU, ku wê çaxê hukumet û desthilatdar bûn, ketin rêzê.
Çima ez ketim nav dol û nevalên kûr ya nostaljiya 50 salan?
Her çi qes em wê çaxê, wê demê serkevtî bin jî, me şahî kir. Kêmasiyek me hebû. Me nekarîbû komelên hevbeş ya hemû perçeyên Kurdistanê û aligirên hemû hizban avabikin û bi dengek yekbûyî derkevin pêşberî Êwropa û cihanê.
Dema 50 sal şûnda û bi gelek ezmûnên tirş û tahl, heman şaşî bên kirin, ev zilm e. Ev ne destpêkek nû ye, şaş û xelet e.
Dema çend sal berê ji aliyê kek Mesud ev gav hat avêtin, min çend caran bîr û raya xwe nivîsand û parve kir. Cih û şûna kek Mesud li cem min pîroz û mûqeddes e. Lê ev rê şaş e.
Me, 50 sal berê wek KOMKAR û PSK bi avakirina komel û dezgehên hizbayetî li diyaspora destpêkir, ev şaş bûn. Paşê PKK dest bi avakirina komelên xwe kir. Ev jî şaş bûn.
Niha, 50 sal şûnda jî PDK bi nave kek Mesud heman şaşiyê dike.
Ev hizbayetî û heman şaşî ye û gelek kêm xizmeta diyaspora Kurd di sedsala 21an de dike.
Yê ku hewceye diyasporeyek Kurd ya hevbeş e. Hemû aligirên hizb û partiyên Kurd otonomiya xwe biparêzin, lê di bin sîwanêk, banek bên ba hev û bo berjewendiya gelê Kurd û koçberên Ewropayê tevbigerin.
Ez behsa Almanya bikim. Niha hên jî aligirên PKK gelek bi hêz in. Ev çend salên dawî de aligirên PDK di bin banê Diyakurd tevdigerin û ev du sal in Newrozê bi hevra pîroz dikin. Ev mafê wan e.
Çend hefte berê pêhesiyam ku YNK jî dixwaze heman tiştî li Ewropa pêk bîne.
Werim pirsa zêrîn: Piştî erîşên li ser Halebê Kurd kîjan silogan diavêtin?
Yek e, yek e, yek e; gelê Kurd yek e!
Di sala pê de, 2027an de em ê li Almanya şahid bin: Her bijî PKK, her hebî PDK û her serkevtî be YNK.
Ev e sûreta me ya 2027an û şûnda.
Kurdên Ewropayê hewceyê dezgehên partiyan in an jî sîwanek hevbeş û rengîn ya Kurdan e?
Bîstûşeş sal in ez gaziya konseyek hevbeş (Interessenvertretung der Kurden in Deutschland) ya hemû alîgirên partî û bêlayanên Kurd li Almanya dikim, ku ji nûwênerên komelên resmî û komek ji rewşenbîr û hûnermendên Kurd pêktê, dikim. Sax bî, kek Bozarslan jî pêşneyara Parlamentoyek Kurdên Diyaspora kir.
Lê, em hên ji vê gelek dûr in û ji pencereyên hizb û partiyên xwe nêzikî vê meseleyê dibin. Ev jî di dawiyê de her bijî hizbayetî ye!
Nuqteya dawî. Almanya du meh berê bîryar da ku Kurdên Êzidî şûnda bişîne. We qet tevgerek Diyakurd li dijî vê neheqîyê bîhist?
Çima, ev ne Kurd in?
Çima, ew di rojeva Diyakurdê de cih nagirin?




