
İkram Oguz
Roja 5ê Sibatê ji servîsa lênêrîna giran derbasî servisa asan bûm. Di odeya ku tê da bi cîh bibim, mirovekî Alman jî dima. Navê wî Andreas û di salê min da bû. Gor gotina wî, ew mehekî berê di rovîyê xwe da amelîyat bûye, amelîyateke vekirî, singê wî alî rastê ji pêsîra wî heta serê şeqa wî hatibû qelaştin. Bi hevnasîna me ra dest bi gilî û gazinan kir û nexwaşxane rexne kir, ku ev meheke çima birîna wî hê baş nebû ye. Dema ku min jê ra got, gilî û gazina neke û berxwe bide, ku rojek berê baş bibî û herî mala xwe. Andreas bi kelogirî ji min ra got; „ez di warê derûnî da miroveki qels im û nikarim berxwe bidim…“
Nîv saetşûnda bi hatina Fatoş, Sirac û Zeytê ra, ez ji gilî û gazinên Andreas xilas bûm, em bi hev ra ji odê derketin û ber bi jûr a zîyaretvanan çûn. Odeyeke fireh û vala, ji bo nexwaşan tê da çay, qahwe û av…
Li vê servîsa dema zîyaretê astengkirî nebû, ji 08.00ê sibê dest pê dikir û heta 20.00ê êvarê dikudand… Em rûniştin, nîv saet şûnda jîşevîn hat, ez bi alkîarîya wê di alûleya servîsê da hinekî meşîyam. Min bi destê xwe yê çepê amûra ku kabloyên ji nav laşên min nêm, mîz û xwarina avî ya ku didan min pê va girêdayî, girtibû, bi destê rastê jî ketibûm milêşevînê û dimeşîyam. Lê carinan hişê min diçû, weke ku ji nû va hînî rêveçûnê bibim, gavên xwe hêdî hêdî diavêt. Panîyên lingên pûç bibûn, derzî tê ra bikirana min hîs nedikir. Ji wê rojê pê va, ez di rojê da sê caran derdiketim alûleya servisê û bi tena serê xwe dimeşîyam û her roj nêzikî 3-4 hezar gav diavêt.
Andreasê cînarê min mirovekî bê tebat bû, zêde nedigerîya, di nav odê û di nav nivîna xwe da diçû û dihat, derbiketa derva jî di nav çend xulekan daşûnda vedigerîya.
Fatoşê compûtera min ji min ra anîbû, loma kêfa min li cîh bû. Piştî çûyîna zîyaretvanên min ez li ser cîhê xwe rûniştim, di nav înternetê da hinekî gerîyam û sernivîsên nûçeyan xwend. Çavên min qerimîn, xewa min hat, saet di 21.00an da xwe amde kir û razam. Bişev çend caran bi dengê cînarê xwe û hevşîreyên ku ji bo wî dihatin û diçûn hişyar bûm, lê dîsa jî heta saet 06.00an razam. Cara yekemîn bû, ku min di nexwaşxaneyê da xewa xwe girtibû, herçiqas hê êşa min heba jî… Piştî xeweke xweş û dirêj, bi dengê hevşîreye ra hişyar bûm. Hevşîreyê agir, rajên û tansiyona me pîva û ji ode derket. Ez jî ji nav nivînên xwe derketim û çûm serşokê, dest û rûyê xwe, dev û diranên xweşûşt û vegerîyam li ser ranzaya xwe rûniştim. Compûtera xwe vekir û di gruba me ya WatsAppê da nivîsî, ku ez îşev baş raketime û kêfa min jî li cî ye.
Wê rojê cara yekemîn ji bo min jî di taştê daşorbe û mast anîn û herdu jî li min gelek xweş hatin. Ger ku pirsgirek dernekeve, dê xwarinên tîr û hişk jî bidin min. Piştî taştê ez û cînarên xwe hinek bi hev ra axifîn. Wî pesnê min dida, ku ez bi hêz îm û bi derbasbûna her saetê ra bêtir baş dibim. Min jî bersiva wî da û jê ra got:
- Andreas divê tu zêde nexwaşîya xwe nefikirî, ku ji zû va baş bibî.
Andreas:
- Ez nikarim di vê rewşê da tiştên baş bifikirim.
- Çima?
- Jiber ku bişev xewa min nayê, biroj jî ji stresê xwarin vexwarinê naxwim.
- Çima xewa te nayê?
- Jiber ku serê min tijî ye.
- Divê tu serê xwe vala bikî û tiştên baş fikirî, ku xewa te nereve.
- Ez nikarim pirsgirekên ku di serê min da cîh digrin bi hêsanî bavêjim û vala bikim, jiber ku ez mirovekî xwedî îradeyeke xurt nînim, qels im…
Sohbeta me bi vî reng gelek gelek kudand, lêbelê bi hatina zîyaretvanan ra dawî lê hat.
***
Li servîsa asan roj bi roj rewşa min baş dibû, di roja dûyem da, ji bilîşorbe û mast, ji min ra nan û penîr jî anîn û min ew jî hêdî hêdî xwarin. Wek xarinên avî di yên hişk da jî pirsgirêkek derneket. Bêguman bi vê yekê qasî min, bijîşk jî kêfxweş dibûn û xwarina min wek nîşaneya başbûna min dinirxandin. Loma her roj xortimek ji xortimên bi laşên min va girêdayî derdixistin û di roja çran da jî ez ji hemûyan filitîm, ku wê rojê ji min ra gotin êdî ew dikarin min bişînin malê.
Piştî 5 rojên li servîsa asan, roja 10ê Sibatê, saet di 09ê sibê da min amedekarîya xwe kir û li benda kesê ku were min bibe malê sekinîm…
Nîv saet şûnda Dr. Katharina Failhauer, ku rêvebirê tîma bijîşkan bû, ket hundur û bi rûken silav li min kir. Dû ra li min nihêrî û bi rûken ji min ra got, „Tu wek werzişavanekî olimpîyadê di demekî kin da baş bûyî û rabûyî ser xwe, îro jî bi serkeftî diçî mala xwe…“
Min li ser van gotinên wê yên xweş û ji dil spasîya xwe jê ra kir û got, „Bi saya we, bi rastî ez bi dil û can we pîroz dikim, ku we karekî baş û serkeftî kir û ez jî ji zû va baş bûm…“
Dr. Katharina Failhauer, kenîya, nêzikî min bû, destê min girt nav herdu destê xwe û got, „Ev serkeftin ne tenê ya me ye, nîvê wê para me be, nîvê din jî para te ye. Jiber ku te bi rewşeke baş berxwe da û tu di demeke kin da bi ser ketî, ji bo wê yekê jî ez bi navê tîma xwe te pîroz dikim û ji te ra tendurustîyeke mayînde dixwazim…“
Ew çû asîstaneke mêr hat, herdu dezîyên min ên mayîn jî ji laşê min kişand û derxist, ku êdî karekî minê li vir bê kirin nema. Ez jî ji cîhê xwe rabûm, çûm jû a hevşîreyan, ji wan xatirê xwe xwest, dû ra vegerîyam, çenteyê xwe girt û ji nexwaşxaneyê derketim…
***
Piştî derketina ji nexwaşxaneyê 15 roj li mal mam, dû ra ji bo 3 hefteyan çûm nevendeke rehabîlîtasyonê.
Li wir roja min saet di 07ê sibê da dest pê dikir û di 22ê êvraê da diqedîya. Navend di nav diaristanê da bû, serê rojê ez beşdarî bernameyên cûrbecûr dibûm, ku piranîya wan werzîşa sivik bû. Herwiha di rojê da carek di nav daristanê da dimeşîyam. Dîsa di rojê da konferasek dihat lidarxistin û pisporek dihat û di derbarê pençeşêrê da diaxifî. Ger ku dem bima, wê jî di odâ xwe da û bi nivîsandinê derbas dikir.
Di konferansê ku dihatin lidarxistin da, wek hemû beşdarvanan ez jî fêrî gelek tiştan bûm. Bi taybetî di derbarê zêdebûna nexwaşîya pençeşêrê da…
Pisporên ku di konferansan da diaxifîn, wek sedemên pençeşêrê 8 tişt nîşan didan, ku ew jî wiha li pey hev rêz dikirin:
- Alkol
- Titûn
- şêwaza Jîyanê
- Xwarinên pêvajoyî
- Kêmçalakîya laşî
- Radyasyon û tîrêjên royê
- Madeyên Kimyewi
- Mutasyonên genên îrsî
Piştî 3 hefteyan vegerîyam malê û di sê hefteyan carê dîsa dest bi girtina Chemoterapî kir, ku ji bo piştî amelîyatê jî çar seansên hatibûn pîlankirin kêm zêde 3 meh kudand.
Chemotherapî qedîya, roja 21ê Meha Gulanê ji nû va tomografîya min kişandin û roja 26ê Gulanê da jî mizgînî dan min, ku di laşê min da ti şaneyek pençeşêrê nema ye.
Ez bixwe jî li benda agahîyeke wisa bûm, lê dîsa jî bi mizgînîya Dr. Maas ra gelek kêfxweş û serbilind bûm, ku min şêr têk birîye û ji nav pençeyên wî yên dijwar filitî me…
Di vê serkeftinê da bêguman para herî mezin ya bijîşkên min ên Alman bûn, ku ez ji wan ra spasdar im…
Dû ra endamên malbatê yên ku ji detpêkê da ji nexwaşîya min hayîdarbûn ra spasdar im, çawa ku ku me biryar dabû, ew hergav bi rûken tevgerîyan, xemgînîya xwe di kûrahîya dilê xwe da veşartin û hêz dan min…
Ez bixwe jî tu car netirsîyam û ji bo ku vê nexwaşîya giran û tirsnak têk bibim, bi helwesta „berxwedan jîyan e!“ tevgerîyam û berxwe da.
Herwiha dermanekî minê herî baş û bi bandor jî hebû, ku ew jî Kawayê min bixwe bû, bi dîtina wî û bi gotina wî ya „Kalo“ ra, ez bi per û bask dibûm û difirîyam, li ser deşt û zozanên Serhedê… Dibûm zarok, pê ra dilîst bi kap û vizikên xwe yên ji dema zarokatîya xwe va… Bi kenên wî yên ji dil va me êş û jana min, ne jî nexwaşîya min dihat bîra min…
***
Di destpêka nexwaşîya min da ji endamên malbatê kê min bidîta ji min ra digot, “netirse, berxwe bide, hê rojên em bi hev ra bijîn li pêşîya me ne…”
Min jî gotinên wan dipejirand û digot, rast e, ez dê hê bi Kawa ra li bisîkletê siyar bim û li kêleka Çemê Neckarê bigerim…
Hinek bîranîn hene, ku tu car nayên ji bîr kirin, ger ku ji dema zarokatîyê bin, di mhişê merîyan da cîhekî mayînde digirin.
Ez hê zarokekî 7-8 salî bûm û li gund dijîyam, ji xalanê dîya min yekî ji lawê xwe ra, ku ew jî di salên min da bû, ji Erziromê bîsikletek anîbû. Lê li gund ji zaroakên heft salî heta kalemêrên heftê salî ti kesî navê bisîkletê nizanîbû. Navekî lê kiribûn je ra digotin “hespêşeytan”. Bav û law jî kesî nêzikî hespêşeytan nedikirin…
Bi salanşûnda em koçberî bajêr bûn, ez li wir fêrî navê bisikletê bûm, lê li bajêr jî bisîkletek nebû para min. Di 33 salîya xwe da li Almanyayê bûm xwedîyê bisîkletê, ku çîroka hinbûna ajotina min jî çîrokeke kûr û dirêj e. Ev sî salî zêdetire, ez li Almanyayê li bisîkletê sîyar dibim û diajom, ji ajotina wê jî kêf digirim, ku bişevîn û Kejê ra jî bisiklet ajot û bi wan ra jî gerîyam…
Kawa hê piçûk e, nikare li bisîkletê sîyar be û em bi hev ra bigherin. Lêbelê ew daxwaza min a di destpêka nexwaşîya xwe da ji bo ajotina bisiklete ya bi Kawa ra gotibû, ewqas di hişe min da cîhekî mayînde girtîye, ku şevek ji şevan hate xewna min û di wê xewnê da ez û Kawa li bisîkletê sîyar bibûn û li kêleka Çemê Nekarê digerîyan…
Xewna min kêm ya jî zêde wiha bû:
Ez û Kawa…
Di binê me da du hespênşeytan
Li kêleka Neckarê…
Ber bi Marbachê dibezîyan
Rê dirêj û xil û xwar
Ez li pêş…
Kawa li dû min
Wekî bi bayê bezê ra difirîyan
Ji Remseckê derbas…
Nêzikî Hoheneckê bibûn
Kawa ji paş va diqêrîya û digot;
Kalo, Kalo bisekine…
Bisekine, ez westîyam!
Bi dengê wî ra sekinîm…
Ji bisîkletê peyabûm û bi lez revîyam
Bi gava yekem ra ji nav nivînan qilbûm
Ode tarî, ez di nav xwîdaneke sar da
Ne Kawa xûya dikir…
Ne jî herdu hespênşeytan
***
Piştî heft mehên dirêj, ez di nexwaşîya xwe da bi ser ketim û tedawîya min qedîya. Ji vir pê va tene ji bo çavdorîyê di sê mehan da carê diçim nexwaşxaneyê, ku tiştek qewimî ji zû va rê li ber begirin.
Gotina dawîyê: Bi van pênc nivîsên min va, gelek heval û hogirên min jî bi nexwaşî û pêvajoya nexwaşîya min hesîyan. Hinekan telefon kirin û hinekan jî bi peyamên xwe yên ji dil bûn hevparê êş û serkeftîya mîn, ku ez ji wan hemûyan ra jî spasdar im û dibêjim hûn her hebin û her bijîn…
12.06.2026




