
İkram Oguz
Roja Şemîyê li Stenbolê konferansek hatibû lidarxistin.
„Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn da“.
Di konferansê da Tirk û Kurd diaxifin.
Ji axaftvanan yek jî Ahmet Tirk bû.
Min konferans ne şopand û li axaftinên beşdarvanan jî guhdarî nekir.
Jiber ku me ji sedsala yekemîn a Komara Tirk ti xêrek nedît, ji ya duyemîn jî nabînin.
Lê di gera xwe ya di Youtubê da rastî axaftina Ehmed Tirk hatim, sernivîsa wê bala min kişand û min lê guhdarî kir.
Axaftineke kin û kurt…
Di destpêkê da Ehmed Tirk wek hemû sîyasetvanên kurd, „Silav û rêz, we hemûyan bi rêzdarî silav dikim…“ got, axaftina xwe quluband Tirkî û pê da çû…
Dema ku min li Ehmed Tirk guhdarî kir, gotinên Memed Ocalan, ku di hevpeyvîna xwe ya di Rûdavê da gotibû, hate bîra min.
Memed Ocalan, di wê hevpeyvînê da wiha dibêje; “Serokj û rêvebirên partîya me di civîn û çalakîyan da sê peyvên kurdî, „bixêr hatin, serseran û serçavan“ bi klar tînin, dû ra dest pê dikin û bi Tirkî diaxfin û me dikin Tirk…”
Ehmed Tirk jî wisa kir…
Piştî axaftina Ehmed Tirk, videoyeke Cengiz Çandar derket pêşîya min…
Videoyeke kin û kurt…
Kîngê hatîye kişandin, nedîyar e…
Lê Çandar li Silêmanîyê û mêvanê Televîzyona Channel 8ê ye…
Pêşkêşvanê televîzyonê bi Kurdî xêrhatinê li wî dike…
Çandar jî qasî ku dizane, bi kurdî diaxife.
Hemû axaftin bi gotinên wî ev e:
Ez li Silêmanîyê me…
Silêmanî wek Amedê, 21, Silêmanî wekî mala min, wekî welatê min e…
Ez hemû temaşvanan, gelê Kurd û Kurdistan silav dikim, silavên germ…
Berî 14-15 sal kurmancîya min gelek baştir bûye…
Mixabin min ji bîr kir…
Çima min ji bîr kir?
Jiber hevalên min ên Kurd bi min ra Tirkî diaxifin…
Di derbarê Cengiz Çandar da ne pêwîst e, ku ez agahîyên berfireh bidim, jixwe mijar jî ne ew e.
Lê hînbûna wî ya kurdî bi tena serê xwe hejayî pesinandinê ye.
Mirovekî Tirk, mebest çi dibe bila bibe, hewl dide û Kurdi hîn dibe.
Bi salan şûnda di nav partîyeke kurd da dest bi sîyasetê dike û ji bajarê Amedê jî wek wekîlê kurdan tê hilbijartin.
Rojek li bajarê Silêmanîyê dibe mêvanê televîzoyneke kurdan û bi kurdî diaxife…
Sedema kurdîya xwe ya xirab, ku gor nêrîna min ji kurdîya piranîya kurdan baştir e, hevalên xwe yên kurd nîşan dide…
Ku ev jî bi tena serê xwe bobelateke mezin e!
18.06.2026




