
İkram Oguz
Her civak bi pêşbazîya fikr û ramanên cûda zindî dimîne û pêş va diçe …
Bi rexne û pêşnîyarên cûda dixemile.
Bi hebûna reng û dengên cûda dewlemend dibe û dikemile.
Jiber ku yekrengî û yekdengî ji bo her civakê nîşaneya ruxandinê ye.
Mixabin Kurd di vî warî da jî çalak û jêhatî ne.
Bi destê xwe civaka xwe diruxînin û ber bi mirinê dibin.
Vê yekê jî bi rêya sîyasetê dikin…
Sîyaseteke şêlû….
Siyaseta Kurd bi gelemperî siyaseteke şêlû ye.
Sîyasete bê qewl û qirar…
Siyasetek bê pîvan û tevlihev…
Sîyaseteke xweperest û beredayî ye.
Partîyên ku bi navên giran, bi armancên mêzin û pîroz hatine avakirin, bi rê û rêbazên terîqetan tevdigerin.
Serok û rêvebirên wan şêxên hevdem, endam û aligîrên wan jî murîdên modern in.
Serok û rêvebirên hêz û partîyân çi bikin û çi bibêjin, endam û alîgirên wan jî gor wan kirin û gotinan tevdigerin.
Jiber ku kirin û kiryarên serok û rêberên xwe ferz…
Gotinên wan jî wek ayetên pîroz dibînin û di her firsendê da dubare dikin.
Sedem vê yekê pesn û pêşnîyar jî…
Rexne û nirxandinên ku ji derveyî wan tên kirin jî, cîhê xwe nagrin.
Jiber ku serok û rêvebirên hêz û partîyên kurd wek şêxên terîqetan hemû kirin û kiryarên xwe rast…
Gotinên xwe jî pêwîst û di cîh da dibînin.
Loma pesin û pêşnîyarên ku ji derva werin kirin wek kûtxwirî…
Rexne û nirxandinên ku werin kirin jî wek rikberîya bi neyartî dihesibînin.
Herwiha guh nadin daxwazên murîdên xwe jî…
Gor bayê ku tê û dêna wan sivik dike, tevdigerin.
Ba ji kîjan alî va were berê xwe didin wî alî û bi bayê bezê va dimeşin.
Murîd jî dema ku li serok û rêvebirên xwe dinihêrin û li gotinên wan guhdarî dikin, hemû daxwazên xwe yên ku di kurahîya dilê wan da cîh digre, ji bîr dikin û çavgirtî bi rê dikevin û li pey wan dibezin…
Di encama her meş û tevgerê da çavê xwe vekin…
Rastî û şaşîyên ku qewimîne bi çavên serê xwe bibînin jî, ji çavên xwe dikevin şikê, lê ji xwedîyê wan şaş û xeletîyan nakevin şikê…
Qasî ku ji her kirin û kiryarên rast ra bi kêf û kelcaneke bi coş çepikan lêdixin…
Ewqas jî ji bo ku serê şaşî û xeletîyan serok û rêvebirên xwe bigirin, li pîne û derzîyan digerin.
Lêbelê qul pir û û girin…
Yekî pîne bikin, rû bi rû yeka din dibin.
Jiber ku şaşî û xeletîyên sîyaseta kurd jî weke şal û şepikên rizyayî êdî pîneyan li xwe nagre.
Serê şaşî û xeletîyek were girtin yeka din rû dide…
Jiber ku bingeh pûç bû ye…
Hîm jî ji kokê va lerizî ye.
Pîne ya li alî çepê ya jî li alî rastê dişimite…
Murîd çavê xwe bigire û nebîne jî, qula pînekirî her carê derdikeve holê…
27.07.2026




