
Sirac Oguz
Min di sala 2016 da li ser malpera Navkurdê nivîsek bi navê “Partî û Tirkurdên Bakûr” nivîsandibû. Naveroka nivîsê jî, ji bo bakurê Kurdistanê li ser kêmasîyên partî û kurdên bi zimantirk bûn.
Ew nivîsa min a deh sal berê yek bi yek rewşa îro li bakurê Kurdistanê û li Tirkîyê diqewêmin hatîye dîtin. Ew jî îro ji bo min ew pêşdîtinê deh sal berê, dîtinek gelek rast û balkêş bû.
Wê demê pir kesên murîdê partî û sekreteran, ji bo wê nivîsê digotin, „tu xewna dibînî“, hinekan digotin „em şerê çekdarîyê dikin û bi qûwetin“. Hineka jî digotin, “em partîya pênce salîne, wan gotinê teyên vik û vala me eleqeder nake. Ji ber ku tu realist nafikirî û ji xwe ra xewna dibînî. Tu neyartî li partîya me dikî û tu yê ji van gotinê xwe poşman bibî.”
Lê xwezila, îro tiştên diqewêmin, ne bi dîtinâ min a rast, lê bila ew ji bo miletê kurd biser biketina û ez jî poşman bibûma.
Hinek partîyên bi navê kurdan siyaset dikirin, îro ne şopa wan, ne jî navê wan di nav miletê kurd da nemaye.
Lê îro dîsa jî hinek murîd, ne ji partî û şaştîyê xwe, ne jî ji dîrok û tevgerîya miletê xwe fehm nakin. Ew xêncî berjewendîyên şexsî û sîyasî ji partîyan jî naqetin.
Ji fikrê neteweyî zêdetir, doza Komara Demikratîk û biratîya gelan dikin. Ji ber ku pênce sal berê şagirtên Behice Boran û Mahîr Çayan, bibûn serok û sekreter.
Bi piranî her xebatkar û alîgirên wan, bi ruh û can girêdayî, serokatî û îdeolojîyên çepkirin. Lê gelek nivîskar û alîgirê wan partîyan jî, li ser medyaya civakî, bi heqaretên giran neyartîya şexsîyetin serbixwe û neteweperwerên kurdan dikin. Piranîya wan kesan ne Kurd in, yên Kurd jî, ji çand û zimanê Kurdî dûrin û wek Tirkurd in…
Ji ber ku, bi ruhên bîrdozî, nêzîkî çepgir û Kemalîstên Tirkan dibin.
Bi sedan kemalîst, olperest û akademîsyenên Tirk, hemû li dijî dewletbûna Kurdan derdikevin.
Loma, Kurd ji doza neteweyî, roj bi roj dûr dikevin. Wê kîngê wegerin ser doza neteweyîya Kurd, ew jî bi vê rewş û sîyasetê ne kifşe.
Lê di nav rêveberîya wan partiyan da piranîya wan, mixabin hejî zimanê xwe nizanin û ji bo wê yekê gavek piçûk jî navêjin.
Wek gotinek gelerî, „piçûk û rindik be, lê bira ya me be“.
Di derbarê partîyên Bakûrê Kurdistanê da, mirov dikare bi
rojan binivîsîne.
Sedem jî ewe ku ne ji bo netewa kurd, sîyaseta îdeolojîk û kedê didomînin. Loma li Bakûrê Kurdistanê Kurdayetî nema ye.
Kurdên Bakûr edî bi pirranî zimanê xwe nizanin, bi pirrani bûnen Tirkurd.
Ji ala xwe, ji netewa xwe, ji çand û zimanê xwe dûr ketine.
Doza gelê Kurd bi gotinên vala naçe serî, yên ku dibêjin, „em doza gelê Kurd dikin“ bila berê şert û mercên kurdayetîyê bînin cîh. An jî bila êdî dev ji çeptîyê, ji sosyalîstî û durûtîyê berd in. Bila yan sedî sed Kurd bimînin, an jî bila bibin Tirk.
Tirkurdî ne ji wan ra, ne jî gelê Kurd ra dibe derman.
26.09.2026




