Jîyan bi kurdî xweş e!
Jiber ku, kurdî ji bo min ne tenê ziman e.
Kilam û stranên dengbêjan…
Çîrokê çîrokvanan…
Ken û henekên qîz û xortan…
Reng û dengê jîyana kurdan…
Hebûn û xemla jîyana min e…
Ew di heft salîya min da, li min hate qedexekirin.
Wê rojê, ez kerr û lal bûm…
Guhê min xitimîn…
Zimanê min di devê min da tevizî…
Kenên min revîyan û ji min dûr ketin.
Şev û roj, sal û demsal derbas bûn.
Ji rojan rojek rastî destanek hatim …
Min di wê destanê da Mem û Zîn nas kir…
Bi naskirina wan ra ez careke din li zimanê xwe yê li ber mirinê vegerîyam.
Guhên min ên xitimî vebûn…
Zimanê min ê tevizîbû, ji nû va livîya…
Ken hatin ser dev û lêvên min.
Îro bi zimanê xwe yê şêrîn difikirim…
Diaxifim, dixwînim û dinivîsim.
Guhê xwe didim kiulam û stranên dengbêjan û gotinên çîrokvanan…
Dilê min geş…
Hestên min azad…
Jîyana min jî xweş û rengîn dibe…