Endamê Komîteya Birêvebir a Partiya Karkerên Kurdistanê Murat Karayilan di Stêrk TVyê da axifî û pirsên di derbarê hebûna PKKê ya li Rojavayê Kurdistanê bersivand.
Karayilan, “Gor dewleta Tirk ne tenê PKK li Rojava ye, li Rojava desthilatdariya PKKyê heye…“
Ev zimanê şerê taybet ê Tirkiyeyê ye. Wekî mînak, HTŞ niha ji aliyê hinek dewletan û Neteweyên Yekbûyî ve di lîsteya terorê da ye.
Lê wekî PKKyê em ne bi vî rengî ne. Ji bo berjewendiyên Amerîka û Yekîtiya Ewropa em xistine lîsteya terorê.
Tiştekî bi vî rengî nîne. Li Rojavayê Kurdistanê gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hene, bi sîstemeke demokratîk ra rêveberiya xwe bi hev ra ava kirine û dixwazin bibin xwedî statuyekê.
Em bi awayekî eşkere radigihînin: Em wekî PKKyê li Rojava nînin.
Li Rojava ti têkîliyên me yên xwezayî yan jî rêxistinî bi ti rêxistinê ra nînin.
Her kes dizane bê em kengî çûne û vegeriyane. Dema DAÎŞê êriş kir em çûn Kerkûk, Hewlêr, Mexmûr, Şingal û bê guman Kobanî û Rojavayê.
Lê em vegeriyan. Niha jî li ser vê bingehê dibêjin, ‚PKK li wir e.‘ Na, tiştekî bi vî rengî nîne.”
Murat Karayilan di derbarê Yekitîya Kurtdan jî axifî û di vî warî da wiha got; “Pêdiviya hemû Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Hinek rayedarên ENKSyê wekî berdevkên şerê taybet ên dewleta Tirk diaxivin.
Divê ew vî zimanê biterikînin. Gelo ma karê wan e ku wekî parêzer û berdevkê Tirkiyeyê biaxivin?
Dewleta Tirk wekî dewleteke hegemonîk û zextkar dixwaze gelê Kurd tune bike.
Tu beriya her tiştî were baxçeyê xwe, yanî were warê Kurdan. Bes e êdî xizmeta ji kesên cuda ra.
Êdî bila Kurd bibin yek û ji xwe re xizmetê bikin. Ya rast ev e û di vê çarçoveyê de em bawer dikin ku dê li Rojava jî yekîtî çêbibe.
Helbet pişt ra pêdiviya hemû Kurdistanê bi yekîtiyê heye. Ji ber ku tê dîtin ev pêvajo bi Sûriyeyê ra sînordar namîne û wê belav bibe.
Pêkan e ku sibe li Îraqê jî di vê çarçoveyê da geşedanên nû çêbibin. Yanî pêdivî bi yekîtiyekê heye.
Bê guman ev yekîtiya ku ez qalê dikim, wisa ne xeyalî ye, bi rengê ku her kes hema wisa were ba hev û bêjin ‘Em dibin yek’ yekîtî nabe.
Mixabin hatiye dîtin ku li Kurdistanê ev wiha zû bi pêş nakeve lê belê herî kêm diyalog dibe, herî kêm stratejiyeke hevpar dibe. Divê her kes di vî alî de berpirsyar be û hewl bide.”




