Dr. Şêx Murşid Xeznewî diyar kir ku heta ku tifaqa Kurdan pêk neyê ew dê neçe Şamê û karê wî li welatê wî li nav axa wî ye.
Şêx Murşid Xeznewî bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê û behsa pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê kir û di derbarê têkilîyên xwe yên di navbera kurdên Rojava da pirsên Dilbixwîn Dara bersivand û got:
“Daxwaza me ew e ku li nava aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tifaq pêk were.
Em şikirdarê Xwedê û şikirdarê tevgera xwe ya siyasî ne ku kar ber bi wê dimeşe.
Karê min ew e ku ez ji Rojavayê Kurdistanê re piştgiriyê hazir bikim.
Ez hemû terefên siyasî yên Kurdistanî dibînim.
Ez hemû dezgeh komele, zanayan, şexsiyetên oldar û ne oldaran dibînim da ku peyama Rojavayê Kurdistanê bigihînim wan da ku karibin xizmetê ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê ra bikin.
Ez dixwazim banga Rojavayê Kurdistanê, dengê Rojavayê Kurdistanî bigihînim wan da ku ew jî piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
Hêviya yekhelwestiyê li Rojavayuê Kurdistanê gelekî zêde ye. Nêrînên hemû terefên siyasî ji bo yekhelwestiyê erênî bûn.
Çêdibe ku ji ber demên berê nakokiyên wan hebin û hin astengî dihatin meydanê.
Hêviyên min ji caran ji sedî 40-50î bûn. Hin caran hêviyên min dişikestin.
Piştî ku min general Mezlûm Ebdî dît û min nêrînên wî dîtin ku dixwest hemû aliyên siyasî tevlî pêvajoya siyasî ya Rojavayê Kurdistanê bibin hêviyên min bûn ji sedî sed.
Ji ber wê jî min ziyaretên xwe dewam kirin min hemû alî dîtin û nêrînên wan hemûyan jî erenî bûn.
Li ser hin tiştan hin gazindên wan ji hevdu hebûn. Gazinde jî heq in û mirov dikare wan jî bîne ziman.
Piştî hevdîtina cenabê General Mezlûm Ebdî û cenabê Serok Mesûd Barzanî ew hêvî bûn hezar.
Ez nabêjim tenê Rojavayê Kurdistanê miletê Kurdistanê hemû ji kêfxweş bû.
Encamên wê jî dê di demeke nêzîk de derkevin. Dê di demeke nêzîk de di navbera ENKS û PYNKyê de hevdîtin dest pê bikin.”
Dr. Şêx Murşdi Xeznewî ji bo çûyîna xwe ya Şamê jî wiha got:
“Çi karê min heye li Şamê, ez sultan im eger ez li nav gelê xwe bim.
Ez padîşah im dema ku ez xizmetkarê miletê xwe bim. Bêyî tevgera xwe ya siyasî ez herim Şamê çi karê min li Şamê heye.
Dema miletê min tevgera min a siyasî bibêje, ‘Kurê min pêwîstiya me bi te heye’ ez dikarim herim Şamê.
Wê demê ez dê beriya her kesî herim Şamê. Dema tevgera min a siyasî ne amade be ew ne li Şamê bin çi îşê min li Şamê heye.
Mezinbûneke min hebe, xebateke min hebe ew ji bo miletê min e.
Ez spasiya Xwedê dikim ku di wan rojên zehmet de Murşid Xeznewî li Kobanî, Qamişlo, Hisîça Girkê Legê, Dêrikê û Amûdê bû.
Ez ne Bexdayê, ne li Şamê ne li Tehranê û li Enqereyê bûm ev ji min ra cihê serbilindahiyê ye.
Meraq meke ti îşê min li Şamê nîne. Ti karê min li Şamê nîne.
Dema tevgera min a siyasî çi ji min bixwaze ez ji wê re amade me.
Karê siyasî ne karê min e lê em ji mecbûrî di nava siyasetê da ne.
Xwezî Kurdistan azad bûbûya û min jî li mizgefta xwe behsa destnimêj û nimêjê bikira.
Çavê min ne li postên siyasî ye ez di dilê miletê xwe de me. Çavên dagirtî ye min berê soz daye miletê xwe çavên min dagirtiye.”
Dr Şêx Murşid wek bersiva pirsa ku gelo ew piştgiriyê dide kê jî wiha got:
“Wekî Şêx Murşid ez alîgirê HSDyê me di warê leşkerî da ez alîgirê HSDyê me lê ji aliyê siyasî ENKS û PYNK ji bo min wekî hevdû ne.
Ji bo meseleya leşkerî ez piştgiriyê didim HSDyê ew li tunelên şerefê me diparêzin. Ew kerameta me diparêzin.
Rêz û hurmeteke min a zêde ji wan ra heye wan ruhê xwe xistiye destê xwe û parastinê dikin.
Hevdîtinên min dê li Herêma Kurdistanê berdewam bikin. Ez dê hewl bidim wan hevdîtinan bidomînim.
Ez dê li Hewlêrê li Silêmaniyê ricaya yekrêziyê bikim. Alî nêzîkî yekîtiyê ne ez dê hewl bidim wan nêzîktir bikim û da ku ew wê bînin ziman.
Hembêza Rojavayê Kurdistanê Başûrê Kurdistanê ye. Rojavayê Kurdistanê di hembêza Herêma Kurdistanê da ye.”




