
Donald Trump
Serokê Amerîkayê Donald Trump rojek berê gotibû ku di plana dewrhildana Xezeyê û avakirina jinûva da, mafê Filistîniyan a ji bo vegerê tune ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji televîzyona Fox Newsê re li ser plana dewrhildanê ya Xezeyê axivî.
Trump ji bo vê yekê di televîzyona Fox Newsê da diyar kiribû, ku ew dê li Misir û Urdinê ji bo Filistîniyên li Xezeyê cih û warên ewlertir û xweştir ava bikin.
Trump ji bo paşeroja Xezayê wiha gotibû; „Di vê navberê da ez dê bibim xwediyê vê derê (Xezeyê). Vê yekê ji bo paşerojê wekî planeke pêşxistina emlakê bifikirin, ev der wê bibe cihekî xweş.“
Trum îro jî ji bo berdana dîlan daxûyanîyek da û got: „Heger heta nîvroya roja şemiyê hemî dîlên li Xezeyê neyên berdan divê agirbest betal bibe û got, dê qiyamet rabe.”
Wek tê zanîn, peymana agirbesta ji bo Xezeyê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da roja 19ê Kanûna Paşîn hatibû îmzekirin.
Hemasê îro bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, ku Îsrailê 4 xalên peymana agirbestê binpê kirine. Loma wan radestkirina dîlan a ku dê 15ê Sibatê bihata kirin bi paş xistine.




