Karwanekî barhilgirên leşkerî yên Amerîkayê ji Herêma Kurdistanê bi rêya Deriyê Sînorî yê el-Welîd-Til Koçerê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ew karwanê leşkerî ji 30 barhilgirên pêk hatîye û doh derbas bûye.
SOHRê diyar dike, ku ew karwan li rojhilatê Qamişloyê, li Baregeha Leşkerî ya Amerîkayê ya Xerab el-Cîrê bi cih bûye.
Li gorî heman çavkaniyê, ev karwanê sêyemê Amerîkayê ye ku di meha sibatê da ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe.
Her wisa ji destpêka sibatê va heta roja îro 72 barhilgir ji aliyê Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.




