Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Heyeta Îmraliyê îro li Hewlêrê li hev civiyan.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji şandeyê ra wiha gotiye:
„Em hêvîdar in PKK bi awayekî stratejîk li pêvajoyê binêre û divê ev derfet ji dest neçe.
Me her tim hewl daye ku pêvajoya aştiyê pêk were û pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibin, ji ber ku tecrubeyê nîşan daye şer û çek ti pirsgirêkan çareser nakin.
Pêvajo derfeteke girîng û dîrokî ye û pêwîst e hemû kes ji bo serkeftina pêvajoyê û biratiya Kurd û Tirkan bixebite çimkî aştî ji bo hemû kesên li Tirkiyeyê û herêmê pêwîst e.“
Di civînê da Heyeta Îmraliyê silav û rêzên taybet ên Abdullah Ocalan gihandine Nêçîrvan Barzanî.
Pesnê hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên di pêvajoya aştiyê ya berê û niha da dane û xwestine ku ew ji bo vê pêvajoyê jî piştgiriya xwe bidomîne.
Heyeta Îmraliyê di çarçoveya van hevdîtinan da çûbû Başûrê Kurdistanê, doh bi Serok Mesûd Barzanî ra civiyabû û îro jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra civiya.
Heyet dê sibe jî here Silêmaniyê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û rayedarên YNKyê ra bicive.




