
Riza Çolpan
Xwendevanên xoşewîst, cîhana me ya gewre, bê ser û bin, bûye wekî satila beravê, bi taybetî jî Rojhilata Nêzik û Rojhilata Navîn, li ser sê kuçik û dustanên sê ling, kesên wekî serokê Amerîka Donald Trump, serokê İsrail Benjamîn Netanyahu, faşo reîsê Tirkên barbar Recoyê Gurc, Vlodîmîr Pûtînê ku bi salan berê xwedêgiravî Serokê Saloxdarîya Komarên Yekîtîya Sovyet, Sosyalîst KGB bû, Serokê Ûkrayna qeşmeş, pêkenok Zelenskyy, êzing avitinê bin, agir berdana nav, bi pifik agir gurr dikin, cil û corên qilêr di nav xulavê da dikelin, lê sipî, rişk û nûtik nayên kuştin, tune nabin.
Lewra sipî, nûtik û rişkên ola Îslamê, ku navê wan Hizbullah, El Kaîde, Daêş, HTŞ, Birayên Îslamê ne, hezar û çarsed sal in ku bi zirxên zexm û cemidî va hatine çêkirin, bi hêsayî jî nahelin û tune nabin. Ango vana hêzên xwe ji Xwedêyekî bê dad, ji Xwedêyekî zalim û xwînxwar standine, kuştin û tunebûna van ne ewqas hêsan e, ji Atom û Hîdrojenê jî natirsin. Ji ber ku harên bê hiş in, barbar in, xwînxwar in, kujtar in, serjêker in, ger in, ji xwînê têr nabin. Şerê Ûkrayna û Rusyayê jî, babetek cihê ye. Sedem jî du har û hin harên Rojavayî ne……
Belê xwendevanên hêja, rewşa vê cîhana me, hezar mixabin ku usa ye di van salên dawî da, em Kurd jî jixwe çendsed sal in ku di nav ava satilên sê nijadên har û barbaran da tên kelandin, balam qîrîn û hewara me, jibo nekelandin û netunebûnê, jibo felatbûn û rizgarîyê, ji nîv Xwedê yê girava Îmralîyê va hatîye girêdan. Li gor bawerîya bomikên bi mîlyonan, Serok Xwedêyê wan, dê wan û hemû gelê me yê kesîb û bindest, di satila sê nijadên har û barbar, ên ola Îslamê da derxîne, ji tunebûn û kelandınê rizgar bike, har serokên cîhanî jî ji wî peroşê bistînin, cîhanê bikin nav rewş û sazûmanek demokratîk, dadmendî û mirovahî, bikin bihiştek bê salixdan, aştîxaneyek mayende, jibo hezar salan pêk bînin, herkes ji hev ra bibin xuşk bira, dost û hevrê, gur û mî li cem hev, ligel hev bijîn.
Xwendevanên berrêz, binêrin pênûskarek û hoyandinokekî vê gelşê, nivîskarê rojnama Rojeva Azad Weysî Sarîsozen, di roja 14yê vê mehê, ango Sîbatê da, bi sernivîsa “Avrupa’nın Kaçırdığı Şans” Ango “Bextê ku Awropîyan revandîye” Weysîyê mêjîşoşt heman ûsa dibêje: “Di vê qeyrana ku Awropa û cîhan di navda ye, havila vê rewş û qeyranê di destê Serok Abdullah Ocalan’da ye. Ji bilî wî, serokek, partîyek cîhanî nikare vê qeyrana cîhanî li hole rake. Di destê kesekî da mecalek usa tune û naye dîtin, ji bilî Ocalan”.
Belê, xuşk birayê minên hêja, hoyandinokekî ûsa, bûdala û bomikekî bê hempa, di xewna xwe ya reng tarî û zulmat da, van tiştan dibîne û bawer dike. Lê di alîyek dî da jî jibo rewşa Başûrê biçûk û pirsgirek û pêvajoya ku hêzên Kurd di nav da ne, li tev rewşa barbarîya Roma Reş, zexta wê ya li ser 30 mîlyon Kurdên Bakûrê Kurdistanê, şandek jibo vê gelş û pirsgirekê, kesên wekî palyaço, qeşmer, devşîrmeyê bê esil, pêkenok, pêşengê mirdar, keça Ereb Pervîn û hin bomikên me Kurdan, xulam û mirûdên dîl nîv Xwedêyê girava Îmraliyê, teşî kirin destên xwe, di navbera Anqarê, Hewlêr û Sulêmanîyê da rêstin, çûn û dagerîyan. Gelo ewana ji berrêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, ji Bafîlê welat firoş çi xwastin û çi standin?
Dîyar e ku dewleta barbar dixwaze dîsa Kurdan bi destê Kurdan va bixapîne, pirsa Kurd, a sedsalan binpê bike, bavêje paş guhan, Kurdên ku heya vê rojê nehatine halandin û Kurd mane, wana jî bi destê tirsonekê Îmralıyê û hin serok mirûdên wî va bihelîne, asîmîle bike, pirsa 30 mîlyon Kurdên Bakûr li holê rake, aştîxwaz û mazlûmên cîhan, Kurdan bike gurên har û dev bi xwîn.
Hêvî dikim felatkarekî dilsoz derkeve, bibe firîştekî Xwedê, Serok û ramyardarekî dilsoz, zana, welatevîn, pelîvanekî wekî Rustemê Zal, pêşî li vê tevgera Tirkên barbar û dozfiroşê Îmraliyê û mirûdên wî bigire.
Bi hêvîya vî dilê kul û xemoşgirtî, ez dixwazim ji we xwendevanên Kurd birayên xwe ra çend çarînên wekî tiştonekan binivîsînim, lê divê hûn bersîv û naverokên tiştenokan bi xwe derxînin. Dîsa bi vê hêvîya dilê kul.
Tiştonek ev in
Bi laş mirov in
Ne hirç û hov in
Her dem bi xof in
Kî ne ew?
Mirîyên sax in
Dîlên kevn çax in
Bê xem wek ax in
Kî ne ew?
Rût û tazne
Bê sewt û gazîne
Ji zilmê razîne
Kî ne ew?
Xulamên har in
Bin ling li jêr in
Berxê ber kêr in
Kî ne ew?
Bi xweşî gorêdane
Axîn û jarêdane
Tengasî darêdane
Kî ne ew?
Pênce mîlyon in
Kor, kerr û lal in
Bê dewlet û mal in
Kî ne ew?
Neyarên hev in
Ne çîkên şev in
Wek goştê xav in
Kî ne ew?
Kesê nîv Xwedê
Neyarê dadê
Zik wekî kodê
Bêjin kî ye ew?
Li ser çîyanin
Kurd ra bîyanin
Bin dar sîyanin
Kî ne ew?
Mele û Şêx in
Mem ra gurêx in
Xenîman dixwin
Kî ne ew?
Ev pirsên tarî
Bo xuşk û biran
Ev gotin û pirs
Ên Rizê Guran
Ez li bendê me
Jibo bersîvan
Ji dayka xwe ra
Ez xulam, şivan
Kî ye ew dayîk
Bêjin ji min ra?
Min ev tiştonek
Nivîsî ji we ra.
Silav û rêz, bimînin di xweşîyê da.