Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî beşdari Foruma Hewleêrê bû. Di forumê da di derbarê avakirina hukumeta Herêrma Kurdistanê da pirsên Şaho Emîn bersivand.
Qubad Talebanî ragihand ku hewlên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê berdewam dikin û pêşveçûnên baş di vê pêvajoyê da hene.
Talabanî da zanîn ku heta niha di danûstandinan da behsa postan nehatiye kirin got:
“Li gorî me, şirîktî tê wateya wergirtina berpirsiyariyê.
Ez dixwazim hikûmet hema sibe pêk were lê divê sîstem diyar be, pînekirinê em westandin.“
Bi gotina Qubad Talebanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNKyê Bafil Talebanî di wê hevnêrînê de ne ku divê hikûmet di demeke nêzîk de were avakirin û bi hêz be.
Eger em li Kurdistanê bi hêz bin, em dê li Bexdayê jî bi hêz bin.
Eger em yek bin kes nikare bi me, lê eger em ji hev tertûbela bin dê me parçe parçe bikin.“
Qubad Talebanî di derbarê pêwendiyên YNK û Îranê, PDK û Tirkiyeyê da axifî û wiha got:
„Wiha tê nîşandan ku pêwendiyên YNK û Îranê û pêwendiyên PDK û Tirkiyeyê baş in û pêwendiyên bi aliyê din ra xerab in, lê tiştek ne ew qasî reş û spî ye. Nabe ku Tirkiye bi çavên dijminan li me binêre.“
Talabanî ji bo rewşa Sûriyeyê jî wiha got, „Ji bo bihêzbûna pêgeha Kurdan a li Sûriyeyê divê em li gel birayên xwe yên li Rojava hemû hewlan bidin.
Em bi Mezlûm Ebdî ra tim li ser xetê bûn da ku here Şamê.”




