Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîne.
Di daxuyanîyê da tê ragihandin, ku Mesûd Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê nirxandine.
Gor daxuyanîyê naveroka axaftinê wiha ye;
“Di vê pêwendiya telefonî de birêz Mezlûm Ebdî hûrgilî û encama serdana xwe ya Şamê û hevtêgihiştina wan a bi Hikûmeta Sûriyeyê ra ji bo Serok Barzanî şirove kir.
Her di vê pêwendiya telefonî de wan tekezî li ser wê yekê kir ku piştgiriya her gavan were kirin ku bibe sedema aştî û aramiya li Sûriyeyê.
Her wiha wan dupat kir ku pêwîst e di gavên nû yên pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê da helwesta Kurdan yek be.”
Wek tê zanîn peymana ku di navbera Mezlum Kobanî û Ehmed el Şara da hatîye îmezekirin ji 8 xalan pêk tê, ku yek ji wan li ser tevlîbûna HSDyê ya ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ye.




