Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer doh Destûra demkî ya ji bo qonaxa derbasbûnê wergirt.
Di ragihandina Destûra demkî de hat diyarkirin ku qonaxa derbasbûnê dê 5 salan berdewam bike û dê bi pejirandina destûreke herdemî û lidarxistina hilbijartinan li gorî wê destûrê bi dawî bibe.
Her wiha Îslam wekî dîn ji bo Serokkomar û çavkaniya sereke ya qanûnê, zimanê Erebî jî zimanê fermî yê dewletê hatiye destnîşankirin, ku pirrengiya çandî ya civaka Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê û mafên çandî û zimanî yên hemû Sûriyeyiyan misoger dike.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî îro di derbarê vê Destûrê da daxuyaniyek belav kir.
MSDyê di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Konferansa Diyaloga Neteweyî di temsîlkirina pêkhateyên civakî an jî saziyên siyasî de ne adil e.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk di daxuyanîya xwe da Destûra demkî ya Sûriyeyê wiha dinirxîne:
“Destûr, bi awayekî nû serdema diktatoriyê dubare dike.
Desthilatên bêsînor dide desthilata bicihkar û xebatên siyasî sînordar û avakirina partiyan qedexe dike ku ev yek pêvajoya guherîna demokratîk a welêt asteng dike.
Di Destûrê da mekanîzmayên zelal ên ji bo bidestxistina edaleta guherbar nînin ku ev yek dê krîza neteweyî kûrtir bike û bibe sedema dewamkirina rewşa bêîstiqrariyê.
Destûra demkî divê bi awayekî dabeşbûna dadperweraneya desthilatê, azadî û pirjimariya xebata siyasî, naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û pejirandina sîstemeke desthilatdariyê ya nenavendî û demokratîk misoger bike.“