Konfederasyona Kurdên Diyaspora doh li bajarê Kolnê yê Almanyayê ahengeke mezin a Newrozê li dar xist.
Armanca ahengê ji bilî pîrozkirina Newrozê bi dirûşma “Mil bi mil dil bi dil” piştgiriya Rojavayê Kurdistanê jî bû.
Bi hezaran Kurdên diyasporayê bi cil û bergên Kurdî û Alayên Kurdistanê tevlî Newrozê bûn.
Serok Mesûd Barzanî bi mebesta Newroza Kolnê daxîyanîyek da û di daxûanîya xwe da wiha dibêje; „Cihê xweşhaliyê ye hejmareke zêdeyê welatiyên Kurd bi coşiyeke bêhempa beşdarî ahenga Newrozê ya bajarê Kolnê ya Almanya yê bû.
Beşdariya wê hejmara zêde ya Kurdistaniyên delal, dildar û şopînerên rêbaza kurdayetî û niştimanperweriyê, ya li vê kombûnê da, peyameke zelale ji bo karîn û zîndîbûna revenda Kurdî ya li derveyê welat e. Ev yek nîşan dide, ku zarok û gedeyên gelê me li derveyê welat hêzeke mezin in û ji bo piştgirîkina doza rewa ya gelê Kurdistanê li navendên cîhanê û li nava raya giştî ya cîhanê da herdem amade ne.
Her çend li ahenga bajarê Kolnê da desteke ne emîn hewla têkdan û alozî derxistinê dan û li weşana zindî da xwestin peyama kombûna cemaweriya Newroza Kolnê ji rê derbixin, lê belê deng û rengê rastî ya beşdarbûyan, rê bi wê yekê neda ew hewl serî bigrin û li wê ahengê da rêbaza dilsoziya welat û Kurdistanîbûnê bi ser ket.
Li vir spasî yek bi yek wan ezîz û xweşdiviyan dikim, ku bi coşiya Kurdan e û bi ruhekî niştimanperwerane peyama aştîxwazane ya gelê xwe, li wê ahenga bi rûmet da bi cîhanê gihandin û destxweşiyê li wan dikim.
Hêvîdarim her dem li xweşî û cejn û şadiyê da bin, silav li wan hemû xebatkar, azadîxwaz û dilsozên Kurd yên li her cîhekê cîhanê bin.”