Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku hewlên herêmî û navneteweyî yên ji bo bidestxistina agirbestê li seranserê Sûriyeyê berdewam dikin.
Meclisa Leşkerî ya HSDyê civîna xwe ya asayî bi beşdariya fermandarên Encumenên Leşkerî û nûnerên hemû saziyên leşkerî yên ser bi wan ve li dar xist.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî tevî endamên Fermandariya Giştî ya HSDyê beşdarî civînê bû.
Li gorî daxuyaniya HSDyê, Mezlûm Ebdî derbarê rewşa giştî ya Sûriyeyê, bi taybetî li ser şert û mercên Rojavayê Kurdistanê û kêşeyên ku rastî van herêman tên, brîfîngeke siyasî ya berfireh pêşkêş kir.
Mezlûm Ebdî di civînê da bi berfirehî behsa peymanên di navbera HSD û hikûmeta Şamê de û peymana HSDyê ya li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.
Di daxuyaniyê da tê gotin ku Ebdî bal kişand ser aliyên siyasî û leşkerî yên van peymanan û da zanîn ku hewlên herêmî û navneteweyî yên ji bo bidestxistina agirbestê li seranserê Sûriyeyê hene.
Piştra, fermandarên Encumenên Leşkerî raporên leşkerî pêşkêş kirin û destkeftî û pêşveçûnên sereke yên di nav encumenan da nirxandin.
Beşdaran her wiha kêşe û astengên ku bandorê li ser karên encumenan dikin gotûbêj kirin û bi Fermandariya Giştî ra ji bo dîtina çareseriyan û ji bo derbaskirina wan.
Mezlûm Ebdî derbarê van mijaran bertekên rexneyî pêşkêş kir û ji fermandaran xwest ku wan çareser bikin û xwe bi şert û mercên guherbar ên li Sûriyeyê, bi taybetî li herêmên Rojavayê Kurdistanê biguncînin.