
Memo Şahin
Li ser kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de ku di roja 27ê Hezîrana 2026an de li Almanyayê pêkhat, nûçeyek li malpera Navenda Diyasporaya Kurdistanî (https://kurdistanidc.org/) hat belavkirin.
Em bixwînîn:
„Di çarçoveya karên kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî de ku îro Şemî, 27ê Hezîrana 2026an li Almanyayê hat lidarxistin, amareke dilxweşker a perwerdeyî ji aliyê Şifa Barzanî, Serpereştiyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî ve hate pêşkêşkirin. Wî eşkere kir ku bi hevahengî û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hatiye kirin ku di vê salê de 2500 fêrxwazên li diyasporayê bi rêya platformên online hînî zimanê dayikê bibin û bawernameyên bawerpêkirî werbigirin. Pêvajoya xwendinê zaravayên Soranî, Kurmancî, Badînî, Zazakî û Hewramî li xwe girtiye.“
Tê gotin ku dora 120 pispor û zimanzan beşdar bûne. Pirs û mijar gelek in. Lê dixwazim ji wan pispor, zana û zimanzanan hîn bim:
Badînî jî zarava ye?




