6ê Gulana 2026an li Viyanayê salvegera 50î ya gihîştina pêla ewil a penaberên Kurd a Awisturyayê hat pîrozkirin.
Fischer destxweşî li Siyasporaya Kurdan a li Awisturyayê kir ku bi awayekî serkeftî tev li civaka Awisturyayê bûne û bûne cihê şanaziyê.
Merasîm ji aliyê nûnertiya Hikûmetê Herêma Kurdistanê ya li Awisturyayê ve hat sazkirin û nêzîkî 150 mêvanan beşdar bûn.
Serokkomarê berê yê Awisturyayê Heinz Fischerê ku dostekî kevnar ê gelê Kurd e, beşdarî merasimê bû û behsa pêwendiyên dîrokî yên Viyana û gelê Kurd kir.
Fischer di vê merasimê de piştgiriya xwe ji bo mafê çarenivîsa Kurdan anî zimên û ragihand. Serokkomarê berê yê Awisturyayê Heinz Fischer, biryara wergirtina 96 Kurdan a sala 1974an wekî „biryareke zêrîn“ pênase kir û got, “Kurd heq dikin ku bibin xwedî dewlet” û wiha axivî:
„Mafê Kurdan jî heye ku wekî her neteweyeke din di nav qewareyeke dewletî de bi azadî bijîn.
Li Rojhilata Navîn gelek dewlet hene, çima ji bo Kurdan nebe? Bersiv ev e, divê gelê Kurd jî karibe xwe rêk bixe, dewletekê ava bike û li gorî rêzikên xwe bijî. Ez vê yekê ji bo hevalên xwe yên li Kurdistanê dixwazim.”
Wî her wiha destnîşan kir ku aramî û dadperweriya ji bo Kurdan, dê ji bo tevahiya herêmê bibe sedema aştiyê.
Heinz Fischer hêvî kir ku Serok Mesûd Barzanî îsal here Viyanayê û got: „Em dê careke din bi hev re rûnin û li ser rewşa Kurdan, Awisturyayê û Ewropayê biaxivin.“




