Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Hesenê ji Rûdawê re ragihand ku têkoşîna wan a sereke ew e ku zimanê Kurdî li seranserê Sûriyeyê bibe zimanekî fermî.
Viyan Hesen di derbarê bi bipêşketinên mezin ên perwerdeya bi zimanê Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê da axifî û wiha got, „Nifşekî xwedî kesayet û jixwebawer mezin bûye.“
Viyanê da zanîn ku dan û standinên wan bi hikûmeta Şamê re li ser sê xalên serekê berdewam dikin ku ew jî ev in:
“Naskirina fermî ya bawernameyên Rêveberiya Xweser, amadekirina rêbazeke xwendinê ya hevbeş a bi zimanê Kurdî û avakirina Akademiya Zimanê Kurdî.”
Wê diyar kir ku bi saya perwerdeyê, zimanê Kurdî paqijtir bûye û xwendina bi zimanê dayîkê bandoreke erênî li ser bihêzbûna kesayetiya Kurdan kiriye.
Hevseroka SZKyê derbarê dan û standinên bi Şamê re jî wiha got, „Li ser hinek xalan lihevkirin heye, lê hîn ti gavên fermî nehatine avêtin.“
Wê destnîşan kir ku heta zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û mafê perwerdeyê neyê misogerkirin, ew dê têkoşîna xwe bidomînin.




