
Memo Şahin
“Kilam û Stranên me” nave pirtûka kek, heval û hewrêyê min ê hêja Nazim Tursun e.
Ev pirtûk cara pêşîn di sala 1985an de ji aliyê Komela Karkerên Kurdistan li Bremen (Endama KOMKAR) hatîbû çap û belavkirin.
Niha jî piştî çilûyek salan carek din ji aliyê Özgürlük Yolu Vakfı İşletme Yayınları hatiye weşandin.
Çapa yekemîn de sed kilam û stran cih digirtin. Ev hemû kilam û stran ji aliyê Mehmet Bayrak ve bêyî ku xeber bide kek Nazim, bi sernavê “Kürt Halk Türküleri” hatiye çap û belavkirin.
Di “Daxûyanî/Ravek” an jî bi gotinek din, di pêşgotina çapa nû de em rastî wan gotinên zêrîn tên: “Wêjeya (edebiyata) Kurdî a devkî (kilam, stran, çîrok, pêkenok, helbest, gotinên pêşiyan, tiştanok ûwd), bi taybetî kilam û stranên me di ziman û jiyana me de cih û roleke mezin û girîng girtine. Ev wêjeya devkî ewqas dewlemend e ku zimanê Kurdî ji sedsalan vir de ber bi windabûnê rizgar kiriye. Pêwîst e em qedr û qîmeta wê bizanibin û çi ji destê me tê bînin cih û binivisînin.“
Dema kek Nazim wan kilam û stranan berhevdikir û ji kûrahiya dîroka sergirtî derdixist meydanê, ronesansa çand û wêjeya Kurdî hên nû destpêkirîbû. Gelek kilam û stranên me ji aliyê hinek sergerdeyên Kurd ve hatin dizîn û bi Tirkî hatin gotin. Orjîna melodiyan bi Kurdî, lê gotin bi Tirkî bûn. Bi saya, bi ked û xebata însanên wek kek Nazim ev sermiyan ji destên wan hatin girtin û dîsa wegeriyan xezîneya çanda Kurdî.
Salên 1970î de, di dema avakirina komel û dezgehên Kurd, di pêkanîna şev û çalakiyên çandî de gelek kilam, stran, marş dihatin gotin û li kuçe, kolan û meydanan olandidan:
Serê çiya bi dûman e, bavê min
Birîn kûr e, bê derman e, berxê min.
Gelo çima em xizan in
Megrî, megrî û menale
Megrî, megrî ev çi hal e
Megrî, megrî șîn zewal e
Megrî, megrî…
Serdema nû ya Kurdên Bakur di salên 1970yan de destpêkir û hîma vê serdemê ji aliyê nifşa 68an hat danîn. Lê kar û xebat li ser fedekariya nifşa 1978an de meşiya. Nifşa me, nifşa 1978iyan, nifşa bêxediyan e. Çalak û jîr in, fedakar û cefakar in, wek kekê Nazim.
Bi kar û xebata welatparêziyê de di sala 1975an di Komelaya Hevgirtina Karkeran li Frankfurtê destpêdike kekê Nazim. Hem Almanî hîndibe, hem bo debara jiyana xwe kar dike û hem jî di nav xebata pîroz ya gelê Kurd dibe aktor û çalakvanek zîrek û fedakar.
Kar û xebat zêde ye, însanên wêrek û fedakar kem in. Ev jî barê Naziman girantir dike. Nivîskarê me piştî Frankfurtê derbazî Bremenê dibe û hîmên Komeleya Kurd li wê davêje. Di nav Komeleya Xwendakarên Kurdistan li Derwayi Welat AKSA û paşê jî di nav refên KOMKARê, ku di sala 1979an hatîbû damezrandin, bi çalakî cih digre.
Kurdiya kek Nazim gelek xurt, pakij û tije e. Dibe mamosteyê zimanê Kurdî, ders dide heval û şagirtên xwe li zankoya Bremenê.
Ji kilam û stranan hez dike û ûsa jî dest bi berhevkirina wan dike.
Pêşkeşvanê bi deh û sedan şev û Newrozên KOMKARê bû, bi dengê xwe yê paqij û zelal.
Deng xweş e, dest bi stranek an jî pêkenîn û çîrokek dike û ûsa jî stresa otobusên ku bi seatan diçin mîting, xwepêşandan, şev û Newrozan belav dike.
Di wehesên kongre û civînên nûwêneran (delege) KOMKARê de du miqnatîsên (magnet) me hebûn, yek kekê Nazim û yê din jî kek Xaço bûn. Her du jî xoş sohbet in, tûrika wan tim bi pêkenîn, henek û yariyan tijeye. Bi çîrok û pêkenokan akû û bateriya hevalan dîsa tijedikirin û ûsa jî serkevtinên civînan garantî dikirin.
Birayên delal hûn werin, kurdino!
Behişt e welat, em herin, merdino
Heger hûn nayên, vane keç em meşin
Bes e koletî, serfiraz her bijîn.
Herne pêş, herne pêş, dewr û dem ya we ye
Welat çav li rê, bende warê me ye.
Tim ev e gazî û banga kek Nazim û rotaya niştimanperweriyê wî nîşan dide. Tim geşbîn û posîtîv, tim rûken e, Nazoyê taxa me. Dema dikene, meriv dikare hemû didanên wî bihêjmêre. Ji stranan hez dike û sergovendê folklora me ya dewlemend e.
Dayê welat şêrîn e, ez sond xwarîme
Ger bi miraz neqewlî, çav li rêwî me
Ji bo me ew derd û kul gelek dikşîne
Bê welat ez sêwî me, dayê welat şêrîn e
Dayê welat şêrîn e, welat şêrîn e.
Evindarê welat û canfedayê xaka xwe ye. Di dawiya pirtûkê de ne hemû, tenê çend beşên kurt ya xebata kekê Nazim cih digrin. Xweziya di derheqa kar û xebatên xwe de hên zêde binivîsanda.
Di pirtûka „Kilam û stranên me” de, dora sed kilam û stran cih digrin û bona ku xwendewan têbigêhêjin, ferhengek Kurdî û Tirkî jî hatiye lêzêdekirin.
Ger hûn meraq bikin, kîjan kilam û stran ji aliyê kê an jî kî hatiye gotin an jî hatiye nivîsandin, dikarin vê pirtûkê di bin „ISBN: 978-625-94749-1-5“ di pirtûkxaneyan peyda bikin.
Hezar car spas dikim kêkê Nazim bi naskirin û hevaltiya pencî salan û bi kar û xebatên di nav AKSA, KOMKAR û Dialog-Kreisê de û her hebî û her şad û bextewar bî, kekê ezîz!




