Werzişkarê Kurd Firşad Girdkane (Farshad Gardakaneh) bû şampiyonê NAGAyê.
Firşad Girdkane ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Belçîkayê dijî.
Ew di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê ya ku 26ê Nîsana 2026an li Brukselê hat lidarxistin da bû şampiyon û madalyaya zêr û kember standin.
Firşad li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û anî zimên:
“Ev ji bo min demeke gelekî taybet e. Ez cara yekem bûm şampiyonê NAGAyê.”
Di kategoriya No-Gi Expertê de bû şampiyon
Werzişkarê Kurd destnîşan kir ku ew di çarçoveya Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê da, di kategoriya No-Gi Expertê de (90-99,9 kîlo) lîstiye û turnuva bi şampiyoniyê temam kiriye.
Firşad wıha got; „Di Turnuvaya Navneteweyî ya NAGAyê ya ku 26ê Nîsana 2026an li Brukselê hat lidarxistin da, ez beşdarî kategoriya No-Gi Expertê (90-99,9 kîlo) bûm û min madalyaya zêr û kembera şampiyoniyê bi dest xist.“
Wî her wiha tekez kir ku asta turnuvayê gelekî bihêz bûye û eşkere kir ku ew xelata xwe diyarî gel û şehîdên Kurdistanê dike.
“Rikeberên min gelekî bihêz bûn”
Firşad diyar kir ku di nav rikeberên ku ew derket pêşberî wan da, werzişkarên ku tecrubeya wan a profesyonel a MMAyê hebû jî hebûn û di derbarê wê yekê da jî wiha got;
“Bi rastî asta pêşbirkê gelekî bilind bû. Yek ji rikeberên min Sofiane Aissaoui bû ku di organîzasyonên wekî PFL Europeyê da şer kiriye û paşxaneyeke wî ya profesyonel a MMAyê û binesaziyeke bihêz a grapplingê hebû.”




