
İkram Oguz
Ahmedê Mirazî, nivîskar, helbestvan û dengbêjekî kurd e. Di sala 1899an da li Gundê Tûtekê, di nav malbateke Êzdî da ji dayîk bûye. Tûtek gundek ji gundên girêdayî Dîyadînê ye, ku Dîyadîn jî wê demê wek nahîyekek bi Bazîdê ra girêdayî ye.
Bîranînên Ahmedê Mirazî ji dema zarokatîya wî da dest pê dike û berhema wî ya herî mezin e. Gor agahîya ku di kurtejîyana wî da cîh digre, Ahmedê Mirazî nivîsadina biranînên xwe di sala 1958an da diqedîne û tevahîya wê 700 rûpel e. Pirtûk cara yekem, pênc sal piştî mirina wî di sala 1966an da li Yêrêvanê hatîye çapkirin.
Ev pirtûka ku îsal ji alî Avestayê û li Stenbolê bi heman navî hatîye çapkirin, çend beşên ji bîranînên wî ne û 126 rûpel e. Di çapa Avestayê da bîranên wî yên ji dema zarokatî û xortanîya wî cîh digrin, ku ew jî kêm zêde di navbera salên 1910 û 1928an da, li Dîyadîn û Tiblîsê derbas bûne.
Ew dem jî bi piranî dema şer û koçberîyê ye. Ahmedê Mirazî di derbarê wan salan da agahîyên berfireh dide, bi taybetî di derbarê jîyana kurdên wê herêmê da.
Qala zarokatîya xwe ya ku havînan li zozanên rengîn, zivistanan jî li gundên di bin berfê da derbas bûye dike. Çawa dest bi hînbûna xwendin û nivîsandinê kirîye û di kîjjan şert û mercan da çûye li Dîyadînê pênc sal di dibistana Îptîdayî û Ruşdîyeyê da xwendîye, vedibêje.
Mînakên ku ji jîyana xwe dide, mirov di wan da rewşa civaka kurd, feqîrti û belengazî, nezanî û xizanîya civakê jî bi hûrgulî dibîne û xemmgîn dibe. Herwiha mirov têdigihîje, ku di wan deman da Kurdên Êzdî û Misilman bi hev ra dijîn. Herçiqas bîr û bawerîyên wanên olî ji hev cuda bin jî, ew wek xizm û lêzim, cînar û kirîv jîyana xwe bi hev ra didomînin.
Ew di zarokatîya xwe da li ba meleyê gund hînî xwendin û nivîsandinê dibe. Dû ra li Dîyadînê dest bi xwendina dibistanê dike, ku li dibistanên dewra Osmanîyan, dibistana Îptîdayî û Ruşdîyeyê dixwîne.
Ahmedê Mirazî zarokekî gundîye û di mala axayekî nasê bavê xwe da dimîne û diçe dibistanê. Ji bo ku li dibistanê ji lawê malê zîrektir û pêştatir e, jina malê jê diqare û wî piçûk dibîne.
Bi destpêka dibistanê ra fêrî Tirkî dibe, lê di demeke kin da xwendin û nivîsandina wî pêş da diçe û di nav hemû xwendekaran da dibe kesê duyemîn, ku gor gotina wî yê yekemîn jî lawê memurekî tirk bûye.
Mixabin piştî sala pêncan şerê Ûris û Osmanîyan dîsa dest pê dike. Herêm dikeve bin desthilatîya Ûris, sedem wê yekê dibisatanên Osmanîyan jî tên girtin. Ahmed jî ji çûyîna dibistanê û ji xwendina xwe bêpar dimîne.
Havînê gundî derdikevin zozanan û ew jî wek hemsalên xwe dibe berxivan û bi wan ra berxan diçêrîne.
Di derbarê jîyana xwe ya we demê da wiha dibêje; „Bihar hat ku ez kirime berxivan. Ez bi wê yekê gelek ber xwe diketim. Çawa ez doh efendî bûm, îro jî bûme şivan. Hinek berxivanên ne’s hebûn, ew diketine kirrê min, qilfê xwe bi min dikirin. Yeki digot: Gedeno, Ahmed mekteb kuta kirîye. Xalê Qeymez çîn dane ser milê wî û kirîye berxivan. Yekî digot, kanê çîn, ewî digot, tu hebana wî nabînî, çi hebaneke teze û rinde, digotin û dûra dibû pirqepirqa wan û dikenîyan…“
Wek tê zanîn di wan salan da koçberîya kurdan ber bi du alîyan dest pê dike. Kurdên ku ji Ûris direvin berê xwe didin alî rojava, yên ji Osmanîyan direvin, ku ew jî Kurdên Êzdî ne, ku ew jî berê xwe didin Gurcîstan û Ermênîstanê.
Malbata Ahmedê Mirazî ji Osmanîyan direvin û ber bi Tiblîsê diçin. Ew û xortên wek wî ji alî Cangîr Axa va ji bo leşkerîyê tên sandin.
Di wan salan da êdî Kurd jî dubendîn e, yan li alî Tiblîs û Yêrêvanê ji bo parastina li dijberî Osmanîyan şer dikin, Kurdên di bin desthalatdarîya Osmanîyan da mane, ew jî li dijberî Ûris şer dikin, ku sedem wê yekê herdu alî jî bêhemdê xwe dibin birakujên hev.
Rojek ji rojan jinek kurd bi çêleka xwe va ji alî hevalên Ahmedê Mirazî va li çolê tê dîtin. Xortên Kurd jinikê û çêleka wê digrin û tînin baregeha xwe. Ahmed ji jinikê dipirse, ku ew kê ye û çi hatîye serê wê.
Jinik dibêje, ku şer e, koçberî ye, di rewşeke wusa da ji bo zarokan nan pêwîst e, çêlek jî ji bo şîrê xwe… Loma wê nan û çêlêka xwe daye pêşîya xwe û ji gundê xwe dûrketîye, piştî demeke şûnda ji alî wan va hatîye dîtin.
Ahmed jê dipirse, ger ku ew bixwaze here gund û mala xwe, ew dê wê bişînin…
Herçiqas jinik bixwaze jî, gotina xwe di devê xwe da dibe û tîne. Ahmed têdigihîje ku pirsgirekek jinika ciwan heye. Loma bi zimaneke xweş jê ra dibêje, “Em jî kurd in û tu jî wek xwîşka me yî. Çi dixwazî, dikarî bi hêsanî ji me ra bibêje, ku em daxwaza te bînin cîh…”
Jinik; “Ditirsim ku bêjin: Eskera ewqas wext tu di navbera xwe da xweyî kirine, teze tu berdane. Birawo rûyê min ji te reş e, Kurmancêd me bi dûçik in, cara dûçika bi meriva girê didin, her tirsa min ji wê yekê ye…”
Ahmed sedem vê yekê, nameyek dinivîse, dide jinikê, bi sê hevalên xwe ra bi rê dike û jê ra dibêje; “Ger ku tu vê namêyê bi xwe ra bibî û bidî xizmên xwe, ew dê têbigihîjhin, ku tiştek nehatîye serê te û tengasîyek ji te ra dernexînin..”
Name wiha ye; “Geli pizmaman! Rast e, em îro li hev bûne neyar, hev dikujin, bûne birakuj. Paşî dijminayî dostî jî heye. Em ê wextekî li kirina xwe poşman bin, yêd pey me ra rabin wê bi me bikenin û bêjin: Bira jî birê bikuje? Ew êdî şuxulê paşê yê. Niha rast e, em neyar in, lê namûs başqeye, çimkî namûs avêtine ber kûçika, kûçik jî pê lê nekirîye. Lawikên me îro çûbûne dewrîyê, ev kulfeta bi çêlekeke sor va di zanga Qerehesare da dîtibûn, niha jî em ser we da verrê dikin. Ez bi wî Xwedayî kim ku em û hûn tev dihebînin, ev kulfeta han bê şik û bê şubhe qebûl kin. Me teva jî usa li wê nihêrîye, çawa li xûşka xwe ya helal nihêrîye. Bi xatirê we. Ahmedê Şewêş.“
Piştî vê mînakê êdî naxwazim nivîsa xwe dûr û dirêj bikim. Lê dixwazim tenê vê yekê bibêjim, û bîranîn di heman demê da wek eynikeke û civaka ku tê da derbas bûye bi zelalî nîşan dide.
Hûn jî bîranînêd Ahmedê Mirazî bixwînin û rewşa civaka me ya sedsal berê bi zelalî tê da bibînin.
***
Stranek ji stranên Ahmedê Mirazî
Nîvê Şevê
Were wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê, wey lê wey lê,
Ê lê dînê bi, ez nexweş bûm pir bedhal bûm, êvar bû şermate ya nîvê şevê mi bala xwe dayê,
Dîkê nîvê şevê li min ha dixulxuland,
De min ê bala xwe dayê, du pîrê zebanî, bêaqûbetê, bêîman
Li ber serê min evdalê Xwedê rûniştî bûn,
Yekî bi helebiyê kefenê min dipîva, yanga dinê bi meqesê sivik sivik wiha difesiland,
De ji nîvê şevê bi şûn da xwêdana xêrê li min rabû, qîrînêkî li min tesel bû,
Min bala xwe dayê keweke gozel e, gogerçîn li kêleka mi evdalê
Xwedê rûniştî bû,
Li fenanê ewrê biharê, meha nîsanê baran jê dibare,
Ser mi evdalê Xwedê da hêstrê çava ha dibarand,
Mi go wey lo, agirê kulê mala bavê ketê, welatê xerîba ez bimrim tu bimînî,
Nizanim qolî zêra ber eniya gever dêmê gulî te ji kê ra dişitiland,
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, de wayê li minê, xayîn felekê.
Zû were wey lê lê wey lê, wey lê lê wey lê, wey lê, wey lê, wey lê,
Oy lo lawiko ez ê li ber te da dar im, ji dara hirmê me,
Ez ê gul im gul sosin im, li zozana li çiya û belanê bilind û wa devê belekiyê,
De ez ê wexta dagera ê’lê, şixul emelê dinyayê, dinyalikê, debarê wi dirlikê,
Ez ê ta rihana bibînîm, hêşîn bûne li ser riyê çar deriyanê koçî keriyên van eşîra wa li dirbê min,
De keleşo lawiko min bihîstiye tu derî welat, dev ji welatê xerîba vê gurbetê ha ez nemînim,
Ez nizanim bi çav û bîrêyê belek dêmê gulî, li welatê xerîba ez ê bimînim li hêviya kê me,
Wayê li minê, wayê li minê, wayê li minê, de wayê li minê, xayîn felekê.
Ev jî lînka stranê ye: https://www.youtube.com/watch?v=poQAfKTrF2o
10.11.2025
ikramoguz@navkurd.com




