
Lokman Polat
Nivîskara kurd Gulîstan Çoban nivîskarek berhemdar e. Ew ronannivîs û lêkolîner e. Wê derbarê şûrê îslamê Selahaddînê Eyûbî de lêkolînek hêja kiriye û jiyan û têkoşîna wî wek roman nivîsiye. Herweha wê derbarê westayê helbesta kurdî Melayê Cizîrî de jî lêkolîneke berfereh û romaneke hêja nivîsiye. Romanên wê yên bi tirkî û kurdî hene. Hemû romanên wê jî hêjayê xwendinê ne.
Herî dawî wê bi kurdî romana westayê helbesta kurdî, yek ji hîmdarê wêjeya kurdî a klasîk Melayê Cizîrî nivîsî. Roman di nav weşanên Nûbiharê de li Stenbolê derket. Roman 159 rûpel e. Berga wê gelek baş û balkêş e. Edîtoriya pirtûkê Nevzad Emînoglu û redaktoriya wê Omer Dilsoz û Mîzanpaja wê Dawûd Rêbiwar kiriye. Nivîskara kurd Gulîstan Çoban ji bajarê Amedê, navçeya Erxeniyê ye. Wê heta niha 7 pirtûk nivîsiye, 5 pirtûk roman in. 2 pirtûkên wê yên helbestan jî hene. Bi ya min yên ku ji helbestê yan jî ji kurteçîrokê derbasê romanê dibin, romanên baş, serketî diafirînin. Min herdu pirtûkên wê yên helbestan û romana wê ya li ser Selahadînê Eyûbî nexwendiye. Lê min herçar romanên wê xwendiye.
Di edebiyata klasîk a kurdî de cihê Melayê Cizîrî û dîwana wî ya helbestên giranbiha girîng e. Ji sedsala 16an pêve helbestên Melayê Cizîrî bi dilxweşî têne xwendin. Di dema helbestvaniya Melayê Cizîrî de, di Cizîra Botan de desthilatdariya mîrekiyê kurdan hebû. Mela helbestvanê qesra Mîr bû. Naveroka romanê li ser jiyana Mela, evîna wî, helbestên wî yên giranbiha û li ser gelek mijarên din hatiye hunandin. De ka em binêrin di romanê de çi heye çi hatiye rave kirin?
Roman ji serî hetanî dawî beşeke ji gelek dabeşan pêk hatiye. Di tevahiya dabeşan de sernivîs ango navê dabeşan hene. Sernivîsa dabeşa destpêka romanê ”Kewgîr” e. Roman bi dengê xwendina kewan dest pê dike. Ez bawerim kurdê ku gohdariya dengê kewan nekiribe tune ye. Kew xweşik e û semboleke netewî a kurdan e. Dema bibêjî kew kurd têne bîra mirov. Kew û Rovî du ajalên netewî ên kurdan in. Li ser herduyan bi sedan çîrok û gotar hatine gotin, hatine nivîsîn. Di çîrok û çîrvanokên gelêrî, folklorîk de gelek tişt derbarê van herdu heywanên ku herî pir li Kurdistanê hene de hatine gotin, hatine qal kirin û nivîsîn.
Di sernivîsa ”Kewgîr” de têkiliya Badîn – ku kewgîrê Mîr e- û jina Mîr tê qal kirin. Di navbera herduyan de hestên evînî, ji hevûdu hez kirin û têkiliyên zayendî heye. Dema ku Badîn û jina Mîr bi hevre radizin, pev şa dibin ango dema şadimaniyê ku zîna dikin, Mîr wan digre. Lêbelê wan nakuje. Çima Mîr ew nakuje? Ji bo çi herdû ji mirinê, ji kuştinê xilas dibin di romanê de tê qal kirin, lêbelê ez ê qal nekim. Bila ev wek meraq bimîne.
Pîştî dabeşa ”Kewgîr”ê dabeşa sernavê wê ”Cizîr” dest pê dike. Cizîr., Cizîra Botan, cih û warê Melayê Cizîrî û Mem û Zînê. Memê Alan û Zîna zêdan, herdu evîndarên hev. Evîna wan a nemir bû destan, bû berhema kanona netewa kurd.
Di dabeşa sernavê wê ”Cizîr”ê de, behsa tofana Nuh Pêxember tê kirin. Piştî tofanê keştiya Nuh Pêxember li ser çiyayê Cudî disekine. Di vê dabeşê de girîngiya bajarê Cizîrê ku ew dem li serê riya karwanan bûye û bi sedan, bi hezaran karwan bi hesp û deweran, bi barên xwe dihatin, diçûn, li Cizîrê radiwestiyan, konax dikir. Taswîra qesra Mîr jî pir baş û xweş hatiye rave kirin.
Di romanê de wek ku min got gelek dabeş hene û ez nikarim behsa naveroka hemû dabeşan bikim. Lewre jî ez ê behsa hinekan bikim û yên din jî bila wek meraq bimîne ku xwendevan/xwîner wan meraq bike û here vê romana hêja, vê berhema edebî bikire û bixwîne. Wek mînak; bi sernavê ”Zîba” dabeşek heye. Zîba navê keçek e, lê ew kê ye? Çi hatiye serê diya wê? Ziba ji kur e? Keça kî ye? Binêrin min qala wê nekir û wê wek meraq hêşt.
Feqî Ehmed, wek tê zanîn navê Melayê Cizîrî ye Ehmed e. Melayê Cizîrî nasnavê wî ê helbestvaniyê ye. Nasnavê edebî/wêjeyî ye. Feqî Ehmed di çend medreseyên li Kurdistanê xwendiye û vêca ew dê here medreseya Amediyê de bixwîne. Amediyê wê demê paytextê Mîrektiya Behdînan e. Feqî Ehmed ango Melayê Cizîrî li Amediyê Feqî Mihemed ango Feqiyê Teyran dinase û herdu dibine nas û dostên hev, hevalên hev.
Sernavê dabeşek ”Şaîr” e. Romannivîser Gulîstan Çoban di şûna ”Helbest” û ”Helbestvan” de peyvên ”Şîr û Şaîr” bikar aniye. Şîr û şaîr kurdiye yan na? Ez nizanim. Lêbelê di lîteratura kurdî de, di hema bibêj tevahiya nivîs, gotar û pirtûkên kurdî de peyvên ”Helbest û Helbestvan” hatine nivîsîn û ev peyvana têne bikar anîn. Navê sernivîsa dabeşek jî ”Ustad” e. Kurd ustad nabêjin, ev fikrandina tirkî ye. Westa, hosta bi kurdî ye. Tirkan navê usta ji peyva westa girtine û kirine usta.
Di romanê de çîrok di av çîrokê de, çîrok û serpêhatiyên kesan, rewşa keçika Êzîdî, adet û toreyên Êzîdiyan, zewaca wan a bi kesên ne Êzîdî re-ku qedexe ye- astengiyên olî baş hatiye rave kirin. Dema mirov li olan/dînan dinêre digel gelek tiştên baş, tiştên nebaş jî hene. Di ola kurdan a qedîm -ku mirov dikare bibêje ku ola kurdan a yekemîn Êzîdîyatiyê- de jî hinek adet, tore û tiştên nebaş hene. Di romanê de çîroka keçika Kurda Êzîdî ku bi kurdekî misilman re dizewice û kurekî jê re dibe û paşê kurê xwe î kor datîne ber dêra asuriyan/suryaniyan û diçe, dil û kezeba mirov dişewitîne. Evîna Îbrahîm Zanyar û Mircanê balkêş e û hêjayê xwendinê ye. Evîna wan a têkçûyî û piştî bîst salan hevûdu dîtina wan. Çîroka keça Mîrê Êzîdî û feqiyê medreseya Qasimiyê birîneke civakiye di nav netewa kurd de ku xwedî çend olan e.
Di romanê de vebêj/romannivîser li ser pêvajoya mijarên din yên cuda nav cîhana romanê de bi cih kiriye û herweha helbestên Melayê Cizîrî di nav rûpelên romanê de bi cih kiriye ku mirov bi dilxweşî wan helbestan dixwîne. Dema Melayê Cizîrî helbestên xwe dixwîne, Mîr Umadîn dibêje : ”Belê şaîrê gewre! Bi rastî tu di qada şîrê de xweşmêrekî di ser pozê xwe re yî” Rûpel – 49.
Dema Melayê Cizîrî Selmaya keça Mîrê Cizîrê dibîne, di cîde dilê wî dikeve wê. Agirê evînê xwe li dilê wî radipêçe. Lêbelê meta dotmîr Selmayê dixwaze wê bide Mîrê Heskîfê, ango wê bi Mîrê Heskîfê re bizewicîne. Ehmed yanî Melayê Cizîrî ji Selmayê hez dike û Zîba jî ji Ehmed. Di esasê xwe de piraniya evînên evîndaran evînên platonîk in, yek alî ne. De ka em binêrin dê Selma jî ji Ehmed hez bike yan na?
Di nav pêvajoya jiyanê de, Selma jî ji Ehmed hez dike û di nav wan de agirê eşqê/evînê gur dibe. Lêbelê kesên hesûd, fesad yên wek Beko Ewanên wê demê rehet nasekinin û dixwazin bibine istirî, bi paşgotiniyan, derewan, dixwazin evîna wan têk here, neçe serî, negîşin miradê xwe. De ka em binêrin dê evîna Melayê Cizîrî û Selmayê here serî, bi serkeve yan dê têk here. Ango ew dê bigîşin miradê xwe yan dê miradê wan neçe serî, pêk neyê, negîşin miradê xwe.
Zîba û Feqî Dawid li pey fen û futan digerin, Zîba helbesteke Mela Ehmed ku nû nivîsiye dizî dike, dide Dawid. Feqî Dawid jî helbestên Mele Ehmed/Cizîrî ji feqiyan re dixwend û ji wan re digot ku ev helbesta wî ye, wî nivîsiye. Rojeke Mele Ehmed dibîne ku Feqî Dawid helbestên wî dixwîne û fêr dibe ku Feqî Dawid helbestên wî dixwîne, dike yê xwe. Belê, Mele Ehmed bi dizî û sextekariya Feqî Dawid dihese, dide duyî, Dawid direve,diçe.
Di romanê de behsa Medreseya Sor û perwerdeya di medreseyê de tê kirin. Medreseyên dema Mîrên kurdan hêlîna zanînê, perwerdeyê bû. Cîh û warê pêşveçûna çand,ziman û edebiyata kurdî bû. Dibîstanên neteweyî, xweserî, serbixweyî ya civaka kurd bû. Berhemên edebî yên hêja di wan medreseyan de dihatin nivîsîn, dihatin afirandin. Medreseya li Cizîra Botan medreseyek sereke bû.
Di dema ku Melayê Cizîrî dijiya de Mîrê Cizîra Botan Mîr Şeref bû. Di wê demê de şerên dinav olan/dînan û mezheban de hebû. Îslam û Xirîstiyanan, Sunî û Şîayan li hember hevûdu şer dikirin. Ew dem li Îranê Sawefî desthilatdar bû û ew Şîa bû. Wan car caran êrişê suniyan, êrişê herêma bakurê Kurdistanê jî dikir û bi Mîrên kurdan re, bi Osmaniyan re şer dikirin. Mîr Şeref agahdarî werdigre ku Şah artêşek xurt şiyandiye ser Cizîrê. Mîr ji bo xweparastin û spartina Cizîrê amadehî dike û bi artêşa xwe ve li benda êrişa leşkerên artêşa Şah e. Mele Ehmedê Cizîrî jî wek şervanek, leşkerek çekê xwe hildigre û beşdarê nav artêşa Mîr dibe. Mîr bi leşkerên xwe re diaxife, piştê axaftina Mîr Mele Ehmed jî ji leşkeran re helbestek xwe pêşkêş dike. Ev ji bo leşkeran dibe moralek baş. Êrişa artêşa Şah dest pê dike. Şerekî dijwar çêdibe, lê di encama şer de leşkerên Mîrê Cizîrê Mîr Xan Şeref bi ser dikeve, artêşa Şah têk diçe.
Zîba û Mîr Umedîn ji hevûdu hez dikin, evîndarên hev in. Bi hevre di nav Xasbaxçe de şad dibin. Mîr Şeref bavê Selmayê bi evîna Mele Ehmed û Selmayê dihese û Mele Ehmed dide girtin û wî diavêje Zindanê. Paşê bi fermana Mîr tê sirgûn kirin. Melayê Cizîrî ji destê firqatê/veqetînê, çûyina sirgûnê feryad dike, lê çi bike, neçar e ku li gor fermana Mîr here sirgûnê. Mîr Mele Ehmed sirgûn dike û keça xwe jî dide Mîrê Heskifê.
Di romanê de çîroka kurikek ku navê wî Evdo ye, diya wî ew datîne dêra Mor Gabrîel û li dêrê kurik herroj Şebçiraxan pêdixe û li benda hatina diya xwe disekine, çîroka jiyana wî pir balkêş e, min behsa çîroka wî nekir û niha jî bahs nakim, wek meraq dihêlim. Tişteke din jî ku min bahs nekir metoda teknîka nivîsîna romannivîser, hunandina wê ku ne bi tevahî be jî, cih bi cih bi karanîna şêweya hirkahiş ku bi tirkî jê re dibêjin ”Bilînç Akişî”. Di nav rûpelên romanê de bikaranîna hirkahiş asta romanê bilind kiriye. Bi karanîna vê teknîka nivîsînê ku Wîrjînya Wolf berhemên xwe bi vî metodê û bikaranîna nivîsîna vê teknîkê afirandiye û wêjeya cîhanê de bûye navdar, nivîskara kurd Gulîstan Çoban Xanim jî bi vê teknîkê romannivîseriya kurdî dewlemend kiriye.
Li Amedê, jiyana Melayê Cizîrî a sirgûniyê dest pê dike. Ew di medreseya Mele Taha de dest biperwerdeyê dik. Bi roj dersa feqiyan dide û bişev li ber şewqa şebçiraxan di hele û dinivîse. Bi vê şêweyê sê zivistan derbas dibe. Ji Cizîra Botan peyammêrekî/zilamekî tê û agahdarî dide wî. Li gor agahdariyê ev bûbû sê sal ku evîndara wî Selma bi Mîrê Heskîfê re zewiciye. Ev agahdarî dil û kezeba Melayê Cizîrî dişewitîne, dipirtîne. Belê evîna evîndaran, miradê wan naçe serî.
Piştîjiyana sirgûniya sê salan ku ji bo Melayê Cizîrî weke sî salan bû. Çi qewimî, çi bû, çi pêk hat ku Mele dîsa bi fermana Mîr ji sirgûniyê vegeriya ango hate bexşandin? Dîmena ku Mele û Selman hevudu dibînin çawa hatiye rave kirin? Û gelek tiştên din hene ku min qal nekir û wek meraq ji xwendevanan/xwîneran re hêşt. Ez hêvîdarim ku xwendevanekî/xwînerekî kurd ku vê nivîsa min a dirêj bixwîne û wî/wê romana Şebçirax Evîna Melayê Cizîrî nexwendiye, divê miheqeq vê romana hêja bikire û bixwîne.
Di romanê de cihê ku gelek li xweşa min çû, dostaniya Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran e. Ev herdu hîmdarê wêjeya klasîk a kurdî û navdarên helbestvan di heman demê de jiyane û di navbera wan de hevaltî û dostaniyek baş û xweş hebû, wan bi hevre sohbetên baş û xweş kirine. Feqiyê Teyran jî ji ber evîna xwe weke Melayê Cizîrî hatibû sirgûn kirin. Mîrê Cizîrê Mela sirgûn kiribû û Mîrê Hîzanê Feqiyê Teyran sirgûn kiribû.
Melayê Cizîrî ji Feqiyê Teyran re dibêje :
” – Belê Feqiyê gerok em çawa kul i ser rêya medrese û îlm û xwendinê rastî hev hatin, her wisa li ser rêya dil û işq û êşê jî rastî hev hatin. Barê me barekî wisa nek u em nikarin wek Etles û Herakles hevdu bixapînin û bi qasî kêliyekê bidin ser milê hev jî.”
Feqiyê Teyran jî bersîv dide û dibêje :
” – Nizanim Melayê min, ger te kariba wek Etles ew her sê sêvên zêrîn ji wî baxçeyî bianiyana belkî min barê te bida ser milê xwe.” Kêfa Mela ji vê bersîvê re tê. Binêr rûpel 140/
Edebiyata/wêjeya klasîk a kurdî û nivîskarên klasîk ên kurd bingeh û stûna edebiyata kurdî ne. Wêjeya kurdî li ser vê bingehê şax daye, kemiliye û li ser van stûnan li piyan maye û bûye dewlemendiya wêjeyî, bûye xezîneya neteweyî. Divê nivîskarên kurd ên nûjen tevahiya berhemên klasîk ên kurdî bixwînin û herweha roannivîserên kurd ên niha bi şêweyeke modern û postmodern di derbarê jiyan, jînegerî, serborî û serpêhatî, berhem, xebat û evînên nivîskarên klasîk wek roman binivîsin. Heta niha yek, du be jî romana Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, hatine nivîsîn. (Romanek min jî bi navê ”Evîna Feqiyê Teyran” heye.) Bi min divê romanên Elîyê Herîrî, Melayê Betê, Baba Tahîrê Uryan, Mah Şeref Xanim û hwd, jî werine nivîsîn. Romannivîsera hêja Gulîstan Xanimê romana Zembîlfiroş, Evîna Sînem û Feqiyê Teyran, têkoşîna serdarê kurd Selahadînê Eyûbî û evîna Melayê Cizîrî nivîsiye, Divê ew romannivîseriya xwe ya bi vî şêweyî bidomîne û romanên gelek kesayetiyên/şexsiyetên kurd ên dîrokî binivîse.
Di hunera romanê de hinek xalên girîng hene ku ew xal serketina romanê destnîşan dikin. Di romana Gulîstan Çoban Xanimê de ango di Şebçiraxa romana Melayê Cizîrî de zimanê romanê, naveroka wê, mesaja/peyama ku dide, hevoksazî û rave kirin, bi hevûdu ve girêdayiya di nav beşan de, honaksaziya berhemê, vegotin, temaya cîhana romanê, dîmenên ji ber bûyeran di romanê de têne pêşkêş kirin, karekterên tîp/kes kesayetî û lehengên romanê, teknîka şêweya hunandinê, ev hemû xal di romanê de bi serketî pêk hatine û evan pîvanan serketina romana Xanim Gulîstan Çobanê radixe ber çavan.
Selma ji ber êşa evînê nexweş dikeve. Êşa dilê wê, birîna kezeba wê, birîna evînê ye. Halê Melayê Cizîrî jî netuhal e, nebaş e. Ew jî êşa evînê dikşîne. Mela li gor temenê xwe hîn pirtir kal bûbû, por û ruyê wî spî bûbû. Tofana evînê lê rabû bû. Ew birîndarekî bêderman bû. Xebera reş zû belav dibe, digîşe her derî. Xebera nexweşiya Selmayê digîşe Melayê Cizîrî. Dema Zîba jê re qala nexweşiya Selmanê dike, Melayê Cizîrî weha dibêje :
” – Ka ez raz û sirekê bidim te. Ma tu dîzanî ger Selma tuneba wê Mela jî tuneba. Tişta ku Mela kir Mela, Selma bû. Ez bi wê pêta ku wê di nava dilê min de danî pihêtim. Ger ew wê rojê li wê pirtûkxaneyê rastî min nehata ezê hetahetayê nîvkelî û nekemilî bimama, Ez têgiştim ku:
Keşfa esrarê sifatan bêmehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da bikin jê fehm û raz
Tecella husn û cemale dê ji ilmê bête eyn
Işqê da jê hilbitin kî dî heqîqet bê mecaz.
Maneya işqê dizanî ayeta husnê bixwîn
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî îmtiyaz.”
Ger xeyala wê bi destê min negirta û ez yek bi yek li kuçe û kolanên dil negerandama, her Xwdê zanibe niha lik u wenda bibûm. Çavên wê ji bo min bûn ayîneya Îskender. Min di wan çavan de tamaşeya pir ecêban kir. Belê işqa wê wek tofanekê li min rabû. Ez ewilî di wan çavên wek zerya de xerq bûm lê pê re hêdî hêdî fêrî çêkirina keştiyan bûm ku bi wan keştiya gihiştim sahîla silametiyê. Gelo tu min fêm dikî Zîba? Ger min nizanîba xerqbûn çiye min min nizanibû xilasbûn çiye. Ger ez lid û xeyala wê xezalê wenda nebama ezê tu carî li xwe negeriyama. Ezê tu carî rastî rastiyê nehatama. Di zahîr de ez mamosteyê wê bûm lê di batîn de ew mamosteya min e. Min deftera işqê ji serî heta binî li ber çoka wê xwend û ji ber kir. Lew ez dizanim:
Maneya işqê bêm çi ye lew min bi çeşmê dil diye
Eksa cemalek safiye lamî di mirata me da.
Husn û mehebbet zatek in meşûq û aşiq latek in.
Lê sûret û mîratek in her yek di maneya xwe da.”
Binêr rûpel / 152 / 153
Paşê çi dibe? Rewşa Selmayê çawa dibe? Mele çi dike? Bersîvên van pirsan di pirtûkê/romanê de ne. Romannivîser herî dawiya romanê bi şêweyeke hunerî, bi hunandineke giranbiha ku asta romanê ji hêla naverok û teknîka vegotinê ve bilind kiriye, romanê bi dawî aniye. Xwendevanên kurd ên hêja û ezîz, min romana romannivîser Gulîstan Çobanê a bi navê ”Çebçirax – Romana Melayê Cizîrî” bi dilxweşî xwend. Min ji romanê gelek hez kir, wê eciband û lewre jî derbarê wê de vê nivîsa dirêj a şîrove û nirxandinê nivîsî. Xwendevanên/xwînerên ku vê nivîsa min bixwînin/dixwînin miheqeq vê romanê bikirin û bi tevahî bixwînin. Belê xwendevanên hêja ez dubare dibêjim; romana westayê helbesta kurdî ango romana romannivîser Gulîstan Çobanê a bi navê ”Çebçirax / Romana Melayê Cizîrî” bixwînin!.
(*) Ev cara yekeme ku min sernavê gotarek-nivîsek xwe ewqas dirêj nivîsî. Min romanê eciband û nave wê jî li xweşa min çû, lewre min bi nirxeke giranbiha vî navî dirêj kire nave gotara/nivîsa xwe.




