
İkram Oguz
Dema Nexwaşxaneyê û Chemotherapî…
Roja 10ê Mijdarê, roja Duşemîyê bû. Ez û Fatoş û Sirac, em serê sibê em rabûn li erebeyê sîyar bûn û çûn Katherina Hospîtal a Stuttgartê. Me li wir, li qatê jêrê qeyda min çêkir û ji wir derbasî servîsa ku tê da bi cîh bibim, bûn. Em derketin qatê sisîyan, lê oda ku ez tê da razêm hê kifş nebibû, loma em li odeya zîyaretvanan rûniştin, çend xulek şûnda Şevîn û Kawa jî hatin. Piştî hatina wan hemşireyeke ciwan hat, ji bo ku tomografîya min bikişînin, ez girtim û birim.
Çûyîn û hatina min a ji bo tomografîyê qasî saetekî kudand. Dema ku ez vegerîyam oda min kifş bibû, ez jî rasterast derbasî oda xwe bûm. Rojek şûnda, roja Sêşemê jî dîsa bi endoskopîyê û bi ultraşalê li mîdeyê min mêze kirin. Roja Çarşemê jî rewşa min di konferansa bijîşkan da hat nirxandin û biryara tedawîyeke çawa dê ji bo min bikin, hat dayîn…
Roja Pêncşemê, danê sibê Dr. Stefan Trefz hat û di derbarê encama lêkolînan û tedawîyê da em agahdar kirin. Di dema agahdarkirinê da Fatoş û Şevîn li ba min bûn. Dr. Trefz bi rûken ji min ra got, “Nexwaşî metastaz (belav) nebûye, loma em ji îro da dest bi Chemotherapîyê dikin, piştî çar seansan amelîyat, piştî amelîyatê jî dîsa çar seansan Chemotherapî, ger ku her tişt gor nêrîna me bi rêva biçe, di nav şeş mehan da ti tiştekî te namîne…”
Li oda zîyaretvanan Sirac û Selma, ji dûr va jî Kejê, Îhsan û Serdar li benda encama lêkolînan bûn. Bi derketina Dr. Trefz ra, Şevîn jî bi ken û rûken berî me ji odê derket û ber bi odeya zîyaretvanan bezîya, li alîkî mizgînî dida Selma û Sirac, li alîkî jî ji yên dûr ra peyam dişand, ku pençeşêr a min hê belav nebûye…
Em jî li pey wê ji odê derketin û çûn oda zîyaretvanan. Bi kêf û şabûna Şevîn, Selma û Sirac va ez jî kenîyam û min ji wan ra got, „de were nekene, bavê merîya bi pençeşêrê bikeve, mirov jî li kesê nêzîk û dûrî xwe bigere û mizginîyê bide…”
Şevîna min, bi ken û rûken li min vegerîya û ji min ra got, „Bavo lê pençeşêra te belav biba me yê çi bikira. Ez şa dibim û mizgînîyê didim herkesi, jiber ku dizanim tu yê Şêr jî têk bibî û ji pençeyê wî jî xilas dibî…”
Bi vê bersivê ra tişta ku em bibêjin nema bû, loma me bi kêfxweşî mafdarîya Şevînê pejirand em hemû bi hev ra şabûn û kenîyan.
Di heman rojê da tedawîya min a bi Chemyê dest pê kir. Wek tê zanîn ew kesên ku bi nexwaşîya penceşêrê dikevin, kîlo didin û zayif dibin. Roja 13ê Mijdarê tedawîya min dest pê kir, wê rojê bijîşk ji min ra got, divê ez zêde bixwim û vexwim, ku heta dema amelîyatê kîlo bigirim, da ku kîloyên bi amelîyatê ra diçin, bila ji kîs neçin. Ez jî gor pêşnîyara bijîşk tevgerîyam û min xwe radestî xanima kir, wê çi anî ber min, min ew xwar û vexwar. Bi saya wê heta roja ameliyatê, ku ew jî roja 29ê Çile bû, min 6 kilo girt. Hemû bijîşk matmayî mabûn, ku min di wê navberê da çawa 6 kîlo girtîye. Wan ez pîroz dikirim û ji min ra digotin, “hemû kesên ku bi vê nexwaşîyê dikevin, bi rêjeyekî mezin zû kîlo didin û ji qidûm da dikevin. Kîlogirtina te jî ji bo erênîya tedawîya te nîşaneke girînge…”
Chemotherapîya min a yekemîn, roja Pêncşemê danê esrê dest pê kir, tam sî saet kudand û roja Şemîyê qedîya. Ez jî wê rojê ji nexwaşxaneyê derketim û vegerîyam male, westîyayî û ji qidûmda ketî…

Ez û Selma û Kawa, li nexwaşxaneyê…
Chemotherapî, ji navê xwe jî tê fahmkirin, ku tedawîya bi daringên kimyewî ye. Bi wê tedawîyê ra qasî ku şaneyên pênçeşêrê, herwiha şaneyên têkûz jî zerareke mezin dibînin. Sedem wê yekê Chemotherapî jî wek navê Penceşêrê navekî xeternak û tirsnak e. Li ser laşê merîya bandoreke xirab çê dike, ku ew jî ji roja sêyem dest pê dike heta roja dehan dikudîne. Piştî deh rojan bandora wê bidome jî, her diçe kêm dibe.
Piştî Chemotherapîya min a yekemîn, sê roj şûnda navçûneke bihêz dest pê kir û bi rojan kudand. Tilî û pêçîyên min tevizîn, tahma devê min revîya, bijîya (îştah) min nema.
Chemotherapîya duyemîn, roja 1ê Berfenbarê û li nexwaşxaneyê dest pê kir, piştî 6 saetan çipborîyek tijî derman bi laşê min va girêdan û ez şandim malê, ku ew jî 24 saet kudand. Bandora Chemoterapîya duyemîn ji ya yekemîn siviktir bû, lê bandora wê ya herî balkêş weşandina pore min bû, ku min dest biaveta kudera pore xwe, wek pûrta eyarê genî bi destê min va dihat xwarê…
Chemoterapîya sêyem min di roja 22yê Berfenbarê da, li nexwaşxaneyê girt, ku roja Duşemîyê û saet di 17.00an da dest pê kir, roja çarşemê qedîya. Ez wê rojê vegerîyam male, lê bi rojan ji pozê min av, ji çavên min jî hêsir, wek ava çemê Erez diherikîn. Herwiha di sermayê da movikên tilî û pêçîyên min diêşîyan û ditevizîn.
Chemoterapîya çaremîn jî roja 5ê Çilê, dîsa li nexwaşxaneyê dest pê kir û 6 saet li wir, 24 saetên mayîn jî li malê kudand. Wek bandora vê jî çavên min diwestîyan û hêsir jê dihatin xwarê, av ji pozê min diherikî, qirika min zuha dibû û dikuxîyam. Di sermaye da, tilî û pêçîyên min ditevizin û pûç dibûn. Hemû hestîyên laşê min diêşîyan û ez ji hal da diketim. Lê ya baş ew bû, ku min dizanibû bandora hercarê 10 rojan dikudîne û dû ra hêdî hêdî kêm û wenda dibe.
***
Dema ku nexwaşîya min dîyar bû, me bi malbatî biryar da ku heta piştî amelîyatê ji endamê malbatê yên li welêt ra nebêjin û bi heval û hogirên nêzîk ra jî parva nekin. Bila ne ew xemgîn bin ne jî bi xemgînîya wan ez…
Lê dîsa jî ji bilî çend kesên ji malbatê hinek heval û hogirên min ên nêzîk jî ji nexwaşîya min hayîdar bûn, ku ji wan yek jî Mehmet Bayrak û Gulay Bayrak bûn. Ew di her firsendê da li min digerîyan û moraleke mezin didan min. Kekê min ê hêja Mehmed, di her carê da axaftina xwe bi bîranên me yên hevpar û bi ken û henekên xwe yên xweş dixemiland û ji min ra digot; “Kuro qet netirse, tu vê nexwaşîyê jî têk dibî, jiber ku hemşîreya te di paşila te da ye…”
Bi rastî jî ev gotina wî gotineke rast bû, jiber ku ew qasî min Fatoşê jî baş nas dike.
Jîyan me ya hevpar 37 heft sal berê dest pê kiribû, ku ji roja ewil heta roja iro ez xwe hergav bextewar dihesibînim û ez bi Fatoşê ra zewicîme. Herwiha di her xalên jîyana xwe da ez xwe wek deyndarê wê dibinim, ku di pêvjoyê vê nexwaşîyê da jî deynê min bêtir zêde bû… Ew kîloyên ku min di dema nexwaşî û Chemotherapîyê da girtibûn jî dîsa bi saya wê bûn. Wê ji bo xwarin û vexwarinên xweş dida ber min û ji min ra digot, “Li te xweş neyê jî bixwe û vexwe, kul i ser pîyan bisekinî û berxwe bidî…”
Bi van gotinên wî ra diçûm sala 80yî. Li Tirkîyê derbeya leşkerî bibû, ez jî hatibûm girtin. Rojên me di îşkencexaneya Erziromê da derbas dibûn. Rojê carek xwarin didan me, ger ku jê ra xwarin bihata gotin. Din av girtîyan yê her^î ciwan ez, yê herî mezin jî Kek Xalit Guneş buö ku ew dı sala 1971î da jî hatibû girtin û di heman pêvajôyê da derbas bibû, hergav ji me ra qala tecrûbeyên xwe yên wê deme dikir û moral dida me. Xwarina k udi rojê da carekî didan me sar, ava wê jî wek ava çamûrê bû. Bîzê me nedigirt û me nedixwar, Kek Xalit hers diket û ji me ra digot, “Kuro çamûr be jî bixwin û ji hêz û quwet da nekevin, k udi dema îşkenceyê da berxwe bidin…” Yê ku gotina wî nekiriba û xwarina xwe nexwara, ji ber wî digirt û bixwe dixwar…
Min jî wê deme gotina Kek Xalit nediikr û ew xwarin nedixwar, lê jî ji roja ewil da min gotina Fatoşê kir û wê çi anî ber min, min ew xwar û vexwar. Di nav sê mehan û di bin bandora Chemotherpîyeke giran da 6 kilo girt. Bi amelîyatê ra ji wan çar kîlo çûn, lê du kîlo jî ji min ra wek kar man.
Piştî Chemotherapîya çaran careke din tomografîya min hate kişandin, gor encama wê tûmora di mîde û sorîçka min da cîh digirt, gelek piçûk bibû, ku ev yek jî dîsa nîşaneyeke baş bû. Dor hatibû amelîyatê, ku ew jî gor bernameya bijîşkan ji bo roja 29ê Çile hatibû pîlankirin.
Jibo amadebûna amelîyatê du hevdîtinên min hebûn. Ji wan yek roja 14ê Çile bi Dr. Andre Schaudt, ku ew serokê tîma nişdarên (cerahên) ku min ameliyat dikirin bû. Ya din jî roja 22ê Çile dîsa bi tîma wî ra bû.
Roja 14ê Çile, ez û Fatoş saet di 09.00an da çûn nexwaşxaneyê û li pêrgîngeha Servîsa Onkolojîyê rûniştin. Piştî 15 xulekan Dr. Schaudt gazî me kir û em bi hev ra derbasî oda wî bûn. Miroveki rûken û xwîngerm bû, dema ku em li oda wî rûniştin berê rewşa min pirsî, dû ra li compûtera xwe mêze kir û agahîyên di derbarê min da xwend, di derbarê amelîyatê da agahîyên berfireh da me û bi gotinên xwe yên xweş dile min germ kir û dawî li tirs û kelecana min a ji bo amelîyatê jî anî. Ji bo amelîyatê jî bi kin û kurt wiha got; “Em ne tenê tûmorê, sorîçk û ji % 70ê jî mîdeyê digrin, ji mayîna mîde jî sorîçkê çê dikin, ku ev rêbazeke me ya 20 salan û rêbazeke radîkal e. Jibo ku, piştî amelîyateke giran şaneyek pençeşêrê nemine…”
Piştî nîv saetî axaftina me qedîya û em rabûn, ew bi me ra heta derê korîdorê hat û me bi rê kir, em derketin derva ew jî vegerîya odeya xwe. Em daketin parka nexwaşxaneyê, li erebeya xwe sîyar bûn û me berê xwe da malê. Lê di rê da telefon li ser telefonê, Şevin, Kejê, Selma, Sirac digerîyan û dipirsin, “çi bû, we çi qise kir, bijîşk ji we ra çi got? Dipirsîn û pirs û bersiv li hev dirêj dibûn…”
Roja 22ê Çile jî dîsa bi tîma bijîşkên ku min ameliyat bikin ra hevdîtina min hebû. Ji bo wê termînê jî ez û Şevîna xwe çûn. Ez wê rojê saet di 07.00an ji xew rabûm, xwe amade kir nîv şûnda jî ji mal derketim û çûm rawestgeha otobosê. Bi otobosê heta îstasyona trenê, ji wê jî li S-Bahnê sîyarbûm heta îstasyona Stuttfartê çûm. Ji wir jî peyatî heta ku gihîştim nexwaşxaneyê û qeyda xwe çêkir, Şevînê telefon kir û piştî 5 xulekan jî hat ba min.
Em berê bi nişdareka jin ra axifîn, ku wê jî di derbarê amelîyatê da ahagîyên berfireh da me, li ser wêneyê mîde nîşanî me da ku çawa û di çend cîyan da dikevin hundurê laşê min û kudera mîde û sorîçkê digirin û derdixin, bi robotên ku bi kar tînin ra mîde û sorîçka min çawa bi hev ra girê didin, amelîyat çend saetan dikûdinê û piştî amelîyatê çi dibe û çi tê kirin, yekoyek ji me ra vegot. Piştî pirs û bersivan, bijîşk xwîna min girt û karê me yê li ba wî qedîya.
Em ji wir derketin û çûn li benda bijîşkê anestezist sekinîn, ku ew jî bijîşkeke jin bû û qasî nîv saetekî jî em bi wê ra axifîn. Wê jî di derbarê tevizandinê da agahî da ku, çi dikin, kîjan dermanî û bi çi awayî bi kar tînin, yekoyek ji me ra got. Karê wê qedîya, dor hate testa ji bo kontrolkirina bêhngirtin û vedanê. Ew test li bînayeke din dihat çêkirin û me berê xwe da wir. Ez çûm li ber derê ku test lê dihat çêkirin, gelek kes hebûn, piştî demekê dor hat min û testa min jî qasî 15 xulekan kudand. Min encama testê girt û hemû belgeyên ku di dosyayek da dabûn min, bir teslîmî sekreterîyata beşa onkolojîyê kir û bi wî rengî kare min jî qedîya. Ez û Şevînê, em derketin derva, min li saetê mêze kir, ku saet tam 13.00 bû.
Em bi hev ra peyatî çûn mala Şevînê, ku mal nêzikî nexwaşxaneyê bû. Li mal Kawa û Serdar li benda me sekinîbûn. Bi ketina me ya hundur ra Kawa ji cîhê xwe rabû, “Kalo” got û xwe avêt hemabeza min, bi rûkenî û germahîya wî ra min nexwaşîya xwe jî roja amelîyata xwe jî ji bîr kir…




