
İkram Oguz
Rojên li Servîsa Lênêrîna Giran…
Piştî amelîyatê, ez di kîjan saetê da radizam û kîngê hişyar dibûm, ya jî ji êvar da heta destê sibê çiqas radiketim û çiqas hişyar dimam, nizanim, jiber ku jûr a ez tê da şevereş, saeta ku li dîwarê kêleka derî daliqandi min nikarîbû lê mêze bikira. Jiber ku saet li diwarê alîyê min ê çepê bû, sedem qulên ku di alî rastê histûyê min da vekiribûn, ez nikarîbûm li alî çepê vegerim û saetê bibînim, lê bidîta jî ji xwe di tarîya şevê da jiber nedkir, ku saet çî ye.
Telefona min nêzikî min bû, ji bo ku hê zû be û ez xemgîn nebim, min li pêlî bişkoka telefonê jî nedikir. Jiber ku şeva borî carek min çavê xwe vekir, herçiqas tarî ba jî min guman kiribû ku saet 5-6ê sibê ye, lê dema ku min li ekranê telefonê nihêrî çi bibînim, saet hê 01.30 bû.
Ji xwe hergav hevşireyek diket hundur û yek derdiket, ji bo xwîngrtinê, ji bo derman dayînê, ji bo dayîna av û xwarina ku di xortiman da diherikî, dihatin û diçûn. Lê bi ronahîya rojê ya ku di pencereye da xuya dikir va, têdigihîştim ku saet kêm zêde 08.00 e.
Heta saet 09.00an çend tîmên bijîşkan dihatin û diçûn, di derbarê rewşa min da bi hevra diaxifîn û hevdu agahdar dikirin.
Roja Yekşeme, çar roj di ser amelîyata min ra derbas bibû, hê di Servîsa lênêrîna giran da bûm. Amelîyat baş derbas bibû, lêbelê kezeba min pirsgirek derxistibû, rojek berê paqij kiribûn û antîbîyotik didan min ku bêhna min vebe. Behn li min diçikîya nedikaribûm biaxifim ne jî dikaribûm bê oksîjen bêhna xwe bigrim. Jibo wê yekê dixwestin tomografîya min bikişînin. Tomografî rojekî berê hatibû pîlankirin û êvarê jî Dr. Schaudt bi rûken j imin ra gotibû, ku berî tomografîyê dermaneke avî, ku bi Almanî jê ra „Kontrastmittel“ tê gotin, didin min û tama wê jî pir nebaş e, bila ji niha da haya min jê hebe.
Roja din, dem hat û bi qerewêleyê min va ez birim çend qat jêrê û hevşîreyan ez li ser qerewêle bilind kirim û danîm ser maseya tomografîyê. Bijîşkeke jin, di destê wê da tasek ava renghêşîn, hat li ber serê min sekinî û ji min ra got, „ev av a ku em didin te, tama wê ji tama şeraba herî xirab jî xirabtir e, bila haya te jê hebe ku tu berxwe bidî û şûnda dernexînî…“
Ez li ser maseya tomografîyê serpiştê dirêjkirî û nakiribûm xwe bilivînim. Hevşîreyek serê min bilind kir, bijîşk jî av a renghêşîn û tahl, bi min da vexwarin. Gava ku tasek av hemû di gewrîya min da çû xwarê, bijîşk ji min pirsî, ku tama wê çawa ye?
Ez di ber xwe da kenîyam û min jê ra got, pir xweş e. Bi gotina min ra bijîşk û hevşîre kenîyan û karê xwe domandin. Du caran ber bi paş û pêş ti tunêla tomografîyê da ez birim û anîm, hê karê wan neqedîyabû ji alî rastê histûyên min va dengek hat û dû ra av a ku dabûn min, li ser laşê min ra herikî. Tu nebê ew sê qulên ku di histûyê min da vekirine, ji wan qapaxa yekê derketiye û av herikîye. Ez qêrîyam, bi dengê min ra makîne dan sekinandinê, bijîşk û hevşîre revarev hatin, hevşîreyan av paqijkirin, bijîşk jî qapaxa qula ku vebibû girt, li min vegerîya û got, “madem te ji tama av a me hez kir, divê tu tasek dîsa vebixwî…”
Tasek av dîsa bi min dan vexwarin û tomografîya min kişandin, dû ra çawa ku ez anîbûm jêr wisa jî birim cîhê min ê jor.
Çend xulek şûnda jî dema zîyaretê dest pê kir, Fatoş û Sirac ji derî ra ketin hundur, bişev bêxew mabûm, destê sibê jî ez birim û anîbûm, sedem wê yekê rengê min çûbû, qidûmê min şikîyabû, çavên min qerimîbûn. Lê dîsa jî ew bûyera ku qewimîbû min bi zor û zehmet ji wan ra got û ew jî wek bijîşk û hevşîreyan kenîyan…
Zîyaretvanên min wek her roj dor bi dor hatin û çûn, dema zîyaretê qedîya û ez tene mam. Di dema vîzîteya êvarê da bijîşkên ku min amelîyat kiribûn dîsa hatin, Dr. Shautd ji min pirsî, ku tama kontrastmittelê çawa bû?
Min jê ra got, “bi rastî pir xweş bû, xwezila taseke din jî bidana min…”
Schaudt kenîya û got: “Tu heneka dikî ne wisa..?
Ez jî kenîyam û min bersiva wî da; “Na, ez henekan nakim, bi rastî jî li min xweş hat, jiber ku mirov piştî tîbûna pênc rojan çi vebixwe li merîya xweş tê…”
Heta roja ku ez ji Servîsa lênêrîna giran derketim jî herkes bi min dikenîya ji hev ra digotin, “Ecêbe giran, du tas Kontrastmittel vexwarîyê û tama wê jî lê xweş hatîye…”
Li Servîsa lênêrîna giran şev û rojên min derbas nedibûn. Li alîkî êş û nalîn, li alîkî jî bêxew dimam û diwestîyam. Li ser piştê xewa min nedihat, sedem qul û êşê jî nikarîbûm li ser kêlekên xwe vezelim. Eciz dibûm, bi telefona xwe selfiya xwe dikişand û lê mêze dikir, herderê min bi qabloyan va girêdayî, di firnik û sing û histûyê min da xortim û ji heryekê jî tiştek ji laşê min derdiket û diherikî. Min li selfîya xwe temaşe dikir, bi reng û rûçikên xwe dikenîyam û ji wan hinek jî ji Kejê û Şevînê ra jî dişand…
Roj bi deng û çûyîn û hatina bijîşk, hevşîre û zîyaretvanan va derbas dibû, şev jî bêxew, bi êş û jan, bi gilî û gazinên bêdeng…
Jîyan û berxwedan… Cîhê bila bê sebeb nabêjin “berxwedan jîyan e…”
Mirov di bin her şert û mercan da dijîn û berxwe dide. Jiber êş û jana xwe qasî ku digirî û dinale, bi hêvîyeke piçûk, mirov êş û jana xwe, hêsirên çavên xwe, nalîna xwe ji bîr dike û ji kûrahîya dil va dikene…
Di nexvaşxaneyê da roja duşemê, hatin û çûyîna bijîşkan bêtir zêde dibe. Her yek di ware pisporîya xwe da agahî dide merîya û diçe. Bêguman cîh nexwaşxane, mijar jî nexwaşî be, agahîyên bijîşk didin hem çê hem jî xirab in. Mirov bi agahîyên çê va kêfxweş û bihêz, bi yên xirab ra jî berxwe dikeve û xemgîn dibe. Jixwe bijîşkên Alman jî rastîyê ji nexwaşên xwe venaşêrin, rewş çi be, çê ya jî xirab, wê sedî sed û rasterast dibêjin.
Rewşa min herçiqas ji roja ewil da ber bi başîya biçûya, hemû agahî başbûna û em pê kêfxweş bibana jî, di roja Şemîyê da gotin, ku di kezeba min da pirsgirek derketîye, herwiha şekirê min jî bilind bû ye. Ji bo nêma kezebê dest bi antîbîyotîkê kirin, ji bo bilindîya şekir jî însulîn dan min.
Ez ji bilindîya şekir nedirtsîyam, jiber ku berî amelîyatê şekirê min zêde nebû, gor gotinan bijîşkan jî ew sedem xwarina avî ya ku didin min, yek jî ji dema amelîyatê zêde bûye. Lê ez ji kezeba xwe ditirsîyam, jiber ku tam sî sal berê ez bi tûberkulozê ketibûm, mehekî di nexwaşxaneyê da mabûm û qasî salekî jî tedawîya min bi dermanan kudîyabû.
Lê roja Duşemîyê, danê esrê bijîşkê min hat û mizginî da min, ku tahlîlên nêm a ku ji kezeba girtine, encamâ wê jî jî baş e û bêhnçikandina min jî dê bi antîbîyotîkê va û çend rojan şûnda derbas be, bi rastî wisa jî bû…
Roja pêncan, roja Sêşemê cara yekemîn av dane min û min çend qult av vexwar. Di servîsa lênêrîna giran da pirsgireka xwarin û vexwarinê nebû. Wek dermanan ew jî bi qabloyan û bi avî dihatin dayîn, xirab jî nebû, mirov li wir ne tî û ne jî birçî dibû.
Herçiqas hê bêhna min biçikîyaba jî roj bi roj ber bi başîyê diçûm û deng û axaftina min jî baş dibû. Dem derbas nedibû, ji bilî telefonê min nikarîbû tiştekî din bi kar bianîya, ji ber ku hê herderê min bi qabloyan va girêdayî bû. Loma eciz dibûm û çavê min li rê ya zîyaretvanan diqerimî, ku di rewşeke wisa da jî dem derbas nabe.
Lê bi hatin û çûyîna bijîşkan ra hergav tiştên baş dibihîst û kêfxwev dibûm. Ji min ra digotin ku „xûyaye tu mirovekî bihêz û xwedî prensîbî, loma rewşa te roj bi roj baş dibe û bertekên baş nîşan didî. Jixwe hemû hevşîreyan ji min ra digotin, „ne hewce ye em ji te ra tiştekî bibêjin, tu her tiştî dizanî û kare me hêsan dikî…“
Ez bi gotinên wan kêfxweş dibûm û min ji wan ra digot; „Ê xanima min jî hemşîre ye, bila ewqas jî bibe…“
***
Dema zîyaretê dest pê kiribû, Fatoş û Zeytê ketibûn hundur. Me bi hev ra qise dikir û agahî dida hev, ku di wê navbeynê da Dr. Katharîna Failhauer ji derî ra ket hûndur û mizgînîyek da me. Dr. Failhauer rêvebirê bijîşkan, mizigînîya wê jî ev bû: „Dema ku me mîde û sorîçka te girt, me bi wan ra 35 lîf jî girtin û şandin laboratuarê. Encaman wan gavek berê hat û hemû jî paqij derketine, ku ew jî tê vê wateyê êdî nexwaşîya te bi hêsanî dubare nabe.”
Dû ra kar û bare min pirsî, berîya min Fatoşê jê ra got, nivîskare, bi Kurdî pirtûkan dinivîse. Bi gotina Fatoşê ra ew jî pir kêfxweş bû û di derbarê ziman û nivîsakarîya min da gelek tişt pirsîn û min jî bersiva pirsên wê da. Dr. Failhauer jineke maqûl bû, Kurd û Tirkan jî nas dikir.
Piştî sohbeteke kin û kurt dîsa mizgînîyek da me û got, „Me rewşa te nirxand û biryar da, ku tu yê rojek şûnda derbasî servîsa asan bibi…“
Bi agahîyên nû va kêfa min bêtir hat cîh, dem zû derbas bû, roj zû qedîya û bû êvar. Wê êvarê ji zû va razam, lê di saet 03.00an da piştî xewneke xweş hişyar bûm û êdî xewa min nehat. Qasî ku di bîra min da mabû, min ew xewna xwe nivîsî û di heman demê da, di gruba me ya WatsAppê da parva kir:
Demsal havîn
Em li betlanê bûn
Ji dûr va dengê Ciwan Haco
Ji oda kêlekê kenên Kawa dihat
Fatoş bi kelecan digot;
“Can rabe, dem bû nivro,
Roj xilas bû, derya xeyîdî
Qaşo em hatine ajne bikin
Tu ji xewê têr nabî”
Bi gilî û gazinên wê ra
Min çavê xwe vekir, çi bibînim!
Ode hê şevereş tarî…
Ez bi xortiman va girêdayî
Li dora min hevşîreyeke qelew
Dike miremir û distirê
Ne ji dûr va dengê Ciwan tê
Ne jî kenên Kawa…
Saet di 08.00ê sibê da Kejê û Şevîn û endamên din li pey hev kêfxweşîyên xwe nîşan didan û digotin; “Em gelek kêfxweşin, tu baş î ku di nivê şevê da helbestan dinivîsî û ji me ra dişînî…”
Li servîsê jî hevşîreyeke pir baş hebû, wê sibê jî bi rûken hat ba min û ji min pirsî, ku şeva min çawa derbas bû ye? Min jê ra got, ku ez îşev baş razam, lê saet di 03.00an bi xewneke hişyar bûm û helbestek nivîsî û ji endamê malbatê ra şand…
Jinik matmayî ma û ji min ragot; “Çawa, li nexwaşxaneyê û nivîsandina helbestê… Êja te bi çi nivîsî?“
Min jê ra got, ku li ser ekranê telefonê nivîsî û di heman demê da li ser WatsAppê jî parva kir.
Jinik hat destê min girt û bi dilekî paqij ji min ra got, „Cîhê bîla bê sebeb em hemû nabêjin tu nexwaşekî jîr û zanayî. Ez ji sî salî zêtetir e di vê nexwaşxaneyê da dixebitim û heta roja îro min bi hezaran nexwaş nas kir, lê ne dît ne jî bihîst, ku nexwaşek piştî amelîyatê, di nîvê şevê da rabe ser xwe rûnê û ji torinê xwe ra helbestek binivîse. Ev tiştekî pir baş û girîng e…“
Wê rojê rewşa min bêtir baş bû, kesên ku dihatin min ditîn jî digotin, ku ez roj bi roj ber bi başîyê diçim. Bi rastî jî mirov bijîşk nebe jî ger ku li xwe guhdarî û li rewşa xwe çavdêrîyê bike qasî bijîşkek kul û derdê xwe dikare tespît bike. Jixwe bijîşk jî dibêjin, ku ew gor gilî gazinên nexwaşan lêkolîna xwe dikin û êşnasîya xwe dîyar dikin.
Jiber ku mirov jîndareke taybet e, laş jî gor wê teybetmedîyê tevdigere. Daxwaz ji mêjû va dest pê dike, ew daxwaz bi kîjan parçe ya jî amûr va were kirin, ew amadekarîya xwe nîşan dide, ger ku derfet hebe ew ew tê cîh… Min jî di laşê xwe da hinek tişt hîs dikir û bixwe jixwe ra digot, ev nîşaneya xweşbûnê ye û êdî tişt bi min nayê…
Di vîzîteya danê sibê da Dr. Schaudt, ku ez malîyat kiribûm, bi tîma xwe hat û ji min ra got, ku ez dê îro derbasî servîsa asan bibim.
Ew çûn, min ev agahî da Fatoş û zarokan, ku ew jî bi vê agahîyê ra şabûn. Min jî ji wê demê pê va xwe amade kir û danê nîvroyê jî derbasî servîsa asan bûm…




