
İkram Oguz
Ev çend roj in, em li Grava Sardinê ne.
Sardine grava herî mezin û herî xweş ya Îtalayayê ye.
1500 sal berî bûyîna Îsa hatîye avakirin û navê xwe jî ji gulek digre.
Bi dirêjayîya peravên xwe yên ku qasî 2000 km ne û bi çîyayên xwe yên bilindên ku mirov tê da bimeşe bi nav û deng e.
Li seranserê erdê wê yê asê, bi hezaran „kelehoşk“ belav bûne, ku ev bermahiyên kevirî yên razdar û bi şêweyê hêlîna mêşhingivan in ku ji Serdema Bronzê heta roja îro ma ne.
Em li bajarokeke wê ya piçûk in û navê wê jî Palau ye.
Em kîngê derbikevin derva û bigerin ya jî herin pêlavên behrê, kal û pîrên ku Kawa dibînin, pê ra dikenin û şa dibin…
Vê yekê bala Kejê kişandibû…
Îro ji min pirsî û got:
- Bavo ev kal û pîrên vir çima ewqas ji Kawa hez dikin. Dema ku ez li hezkirin û şabûna wan a bi Kawa ra dibinîm, bi xwe ji xwe ra dibêjim, gelo torinên wan nînîn ya jî zarok nedinê…
Bi ev gotina Kejê ra ez hinek di ber xwe da kenîyam û min jê ra got:
- Keça min, ya yekem Kawa zarokekî bedew û xwînşêrîn e, ku herkes ji zarokên wisa hez dike û bi wan ra şa dibe…
Ya duyem jî, xwîn dikişîne, kal û pîrên vir û Kawa bi awayekî xizmen hev in…
Kejê:
- Bavo, heneka neke, Îtalyan û Kawa çawa dibin xizmên hev?
- Keça min, Kawa ji alî bav da ji Xarpêtê ye. Palo jî navçeyek ji navçeyên Xarpêtê ye. Ew kesên ku 1500 sal berî bûyîna Îsa hatine ev der avakirine, ew jî ji Paloyê koçber bûne. Navê bajarokê xwe yê nû jî Palo lekirine. Lêbelê bi derbasbûna demê ra zimanê xwe ji bîr kirine û di bin bandora Îtalîyanî da mane, Palo ya me jî bi zimanê Îtalîyanî bû ye Palau…
Vê care jî Kejê bi gotinên min kenîya got:
- Bavo wele rast nebe jî te xweş li hev anîye, di ser ev lihevanîna te ra êdî ez nikarim tiştekî bibêjim…
- Keça min tu rast nebînî jî, ev teorîya min qasî ya Alî Şerîatî rast e…
- Bavo Alî Şerîatî kî ye û çi gotîye?
- Ev çîrokeke bêtir dirêj e, lê ger ku sebra te hebe, ez dikarim bi kurtayî ji te ra qala teorîya Alî şerîatî bikim…
- Wele vegotina te dirêj be jî jibo guhdarîkirina vê mijarê sebra min he ye.
- Alî Şeriatî mirovekî Faris e û civaknas û nivîskar e. Li Fransayê xwendîye û şagirtê Sartre ye. Mixabin di salên 70yî da li Londonê ji alî ajanên Şahê Îranê va hatîye kuştin. Ev Alî Şerîatî di pirtûka xwe ya bi nave Şaristanî û Nûjenparezîyê da dibêje, ku ew kesên hîmê medenîyeta Yewnanî avêtine, Kurd in û ji Kurdistanê koçberî Yewnanê bûne…
Gor gotina Alî Şerîatî ger ku hîmê Şaristanîya Yewnan a Kevn ji alî Kurdan va hatibe avêtin, çima Palau ji alî Kurdên Paloyê va nehatibe avakirin.
Kejê li çavê min û Fatoş û Şevînê mêze kir, dû ra careke din di ber xwe da kenîya û got:
- Bavo bibore, ez ne ji te ne jî ji gotinên Alî Şerîatî bawer dikim. Tu yê bêjî çîma? Ger ku bav û kalên me sê-çar hezar sal berê ewqas baqilbûna, ji para me ra jî tiştek diket û em li ser çarnikalên axa xwe evqas bindest û belengaz nediman…
Bi van gotinên Kejê yên dawîyê ra ez qasî ku kenîyam ewqas jî xemgîn bûm. Lê min xemgînîya xwe nîşan wê neda û bi rûken jê ra got:
- Keça min, gotinên Alî Şerîatî û yên min rast nebin jî xirab jî ninîn. Jixwe m Kurd jî di van demên dawîyê da tenê bi tiştên wisa sebra xwe tînin…
Sardine, 04.07.2026




