
Memo Şahin
Li gor lêkolîner û biyologên ji Zanîngeha Neteweyî ya Avusturalya avakirina dibistanan û çêkirina rêyan di kêmbûn û wendabûna zimanan de rolek sereke lêyîstin e.
Li gorî dîtinên wan, her ku herêmek ji bo veguhastinê çêtir pêş bikeve û têkiliya deverên bajarî û gundewarî nêzîktir be, îhtîmala ku zimanên sereke serdest bibin zêdetir dibe.
Encama van û faktorên din ew e ku hejmara zimanên ku li çaraliyê cîhanê têne axaftin bi berdewamî kêm dibe. Îro nêzîkî 7000 ziman hene, lê gelek ji wan tenê ji hêla çend kesan ve têne bikar anîn. UNESCO texmîn dike ku heta dawiya sedsalê, nîvê hemî zimanan dibe ku wenda bibin.
Ev wendahî bi giranî ji salên 1990î vir ve wekî pirsgirêkek tê nasîn, û belgekirina wê ya dîrokî jî ne temam e. Lê tê zanîn ku destpêka kolonyalîzma Ewropî ya 500 sal berê rolek sereke lêyîstiye.
Bi rastî jî ji wê demê ve zimanên wekî Spanî, Îngilîzî û Fransî li seranserî cîhanê belav bûn û zimanên gelên bindest jî her çû heliyan û wendabûn.
Lêkolîna dîroka wendabûna zimanan dijwar e, ji ber ku peydakirina diyardayên zimanan di warê arkeolojîk de gelek zehmet e. Qeydên nivîskî yên herî kevn yên hatin dîtin dora 5000 salî ne. Em dizanin ku zimanên wek ya Sumeran an jî ya Misira Kevnar wendabûn, lê yên din nizanin, ber ku amûrek destkevtî nîn e.
Lê tê texmînkirin ku 12.000 sal berê, di navbera 4500 û 6200 ziman dihatin axaftin. Bi gotinek din ji îro kêmtir e. Lê hejmara zimanan bi berdewamî zêde bûne, ber ku bi wextê re mirov zêde bûn, însan ji ber gelek sedeman warê xwe gûhertin û belav bûn; bajar, wargeh û şaristanî ava kirin, û ûsa jî hejmara zimanan 2500 sal berê gihîşt bi dehan hezaran. Lêkolîner vê yekê wekî „serdema zêrîn“ bi nav dikin. Piştre meyl berevajî bû û bi lez gelek ziman heliyan û çûn.
Li gorî lêkolîneran, ev kêmbûn an jî wendabûn bi îhtîmaleke mezin bi avakirina dewlet û împaratoriyên mezin ve girêdayî ye. Lêkolîner îdîa dikin ku koçberiyên mezin, nêzikbûn û têkelbûna ziman û çandan, rêyên bazirganî bûne sedemên ku ziman di destpêkê de tevlihev bibin û di dawiyê de jî gelek ji wan bihelin û wendabin.
Hukumdarên împaratoriyên mezin ji gelên bindest re rêzek destkeftiyên şaristanî, wekî tesîsên paqijî û bijîşkî, dibistan, av û rê peyda kirin, lê di berdêla wê de, wan destûr da ku zimanên herêmî wendabin û di kûrahiya dîrokê de cihê xwe bigrin. (SZ, 29.07.2026)
Dizanim, zimanê Kurdî gelek dewlemend e û bi hezaran salan xwe parastiye û gîhiştiye îro. Lê êdî bi pêşketina teknolojî û cihgirtina înternetê li her aliyê cîhanê, dinya nêzîkî hevdu bû û bû gundek biçûk.
Êdî di aliyê zimên de serdemek nû destpêkir û Îngilîzî ket her mal û bêrika herkesî.
Sê sal berê li Almanyê lêpirsînek bi şagirtên 15 salî ve bi rê ve çû. Encam gelek tahl û tirş e: Şagirtên Alman zimanê Îngilîzî ji Almanî baştir dizanin!
Kurdistan hên perçekirî û dagirtî ye. Demografiya Kurdistanê bi her rojî tê gûhertin. Çerxa asîmîlasyonê nifşên nû dihelîne.
Ez ne zimanzan im. Ji pispor û zimanzanan dixwazim pirskim:
Rewşa zimanê Kurdî ku hên standart nebûye û bi çend alfabeyan tê nivîsandin wê çawa be?
5.8.26




