
İkram Oguz
Kurteçîrokek ji civaka me…
Civaka kurd civakeke rengîn e.
Tê da mêr û mêrxas jî, diz û çilpiz jî dijîn.
Civakê ev rengînîya xwe daye ziman jî…
Di dema ku hê kurd nebibûn zimanTirk, ji bo der û cînarên xwe jî, ji bo kesên xerîb jî pîvana mêr û mêrxasîyê bi kar dianîn.
Ji kesên merd û comerd ra “Camêr” digotin…
Lêbelê herçiqas şert û mercên camêrtîyê yek ba jî carinan kesên diz û çilpiz jî ev pênase bixwe va girê didan û bi kar dianîn, ku kûtxwirên kesên wisa jî ne kêm bûn…
Ji wan camêrên(!) diz û çilpiz yek jî bi dehansalan berê li gundeke Serhedê jîyaye.
Ji alî bav da jê ra mêrgên avî mane, lêbelê wî tirpan nekişandîye…
Zevîyên berroj mane, qîmê xwe bi cotkarîyê neanîye…
Li ber derê mala wî ne çêlekek derbas, ne jî mî û bizinek mexel bûye…
Tenê hespeka wî ya qemer hebû ye, di devê wê ra jî gîha û cehên helal derbas nebûye.
Bêguman jin û zarokên camêr jî hebûne…
Lêbelê di mal da tendûr naşewitîye û di kulika malê da dû jî qiloz nebûye.
Camêr hespa xwe zîn û zengû, kolozê xwe jî xwar kirîye û gund bi gund gerîya ye.
Her roj li gundek bûye mêvan û zikê xwe têr kirîye.
Ne birçîbûna zarokan ne jî belengazîya jinê xema wî bû ye.
Bi zimandirêjî û derewên xwe yên bêbingeh ji gelek kesan wek mêr û mêrxas rûmet dîtîye.
Rojek ji rojan mîya cînarekî xwe yê sofî didize.
Di tarîya şevê da mîyê serjê dike û dugurê, çermê wê binerd dike û vedişêre…
Herçiqas di mal da ar û arvan tunebe jî, jina wî bi lava û rica çend qalib sergîn, savar û hinek rûn ji cînarên nêzîk berhev dike.
Bi fermana mêrê xwe yê camêr ra tendûrê dadide…
Sîtilek goşt û sawar dide ser û dikelîne…
Camêr jî vala nasekine.
Ji sibê zû va dikeve nava gund û hemû cînarên xwe ji bo xwarina şîvê dawetî mala xwe dike…
Herwiha cînarê ku mîya wî dizîye, ew jî di nav da ye.
Roj diqede, bi danê êvarê ra hemû mêrên gund di mala camêr da kom dibin.
Sifre li erdê raxistî…
Li ser sifrê jî sinîya goşt û sawar…
Ji devê cînaran av diherike.
Bi keremkirina camêr ra hemû cînar bi dest û lepan dikevin nav sinîyê…
Li alîkî hestîyan jî bi goşt û sawar ra dadqultînin…
Li alîkî jî pesnê mêranî mêrxasîya camêr didin.
Camêr li serê sifrê rûniştîye û li xwarina cînarên xwe dinihêre…
Bi pesnê wan ra kêfxweş û serbilind e.
Lê rewşa Sofîyê xwedîyê mîyê bala camêr dikişîne…
Têdigihîje, ku Sofî goştê ser sawar dide alîkî û tenê sawar dixwe.
Camêr bang li cinarê xwe dike û jê ra dibêje:
- Birako, tu çima goşt naxwî?
Sofî di ber xwe da dikene û bi dengekî merm bersiva camêr dide û dibêje:
- Ez goşt naxwim, jiber ku ez wek navê xwe baş dizanim ku goştê ser sifra te jî malê dizîyê ye û heram e…
- Birako, tu dibêjî goşt malê dizîyêye û naxwî, lêbelê sawar jî bi ava goşt va hatîye kelandin, ger ku goşt heram be sawar jî heram nabe?
- Na, jiber ku ava ku tê da goşt û swar kelîya ye, ava Xwedê, sawar jî sawarê me ye.
- Birako, rast e, av ava Xwedê ye, lê sawar çima sawarê te ye?
- Ez dizanim sawarê me ye, jiber ku vê sibê xwîşka min hatibû mala me û ji malîvana min tasek sawar bi deyn dixwest, ew deynê ku ji alî we va ti car nayê dayîn.
- Birako, bawer bike ku ev goşt jî qasî sawarê te ji te ra helal e…
Bi vê gotina camêr ra, Sofî têdigihîje ku ev goşt jî goştê mîya wî ya wenda ye. Hêdîka xwe ji ser sifrê şûnda dikişîne û dibêje:
- Ez çawa nefikirîm, ku ev goşt jî goştê mîya min e…
Piştî gotina Sofî, berî camêr cînarên goştxwir bi devên xwe yên tijî û bi hev ra dibêjin, “heyran ewqas jî nabe, heta roja îro kê dizîya camêr dîtîye, ku tu radibî li hizûra me hemûyan, camêr wek bi diz û çilpizîyê tawanbar dikî…“
Sofî li rewşa camêr û cînaran dinihêre, axîneke kûr dikişîne û hêdîka ji cîhê xwe radibe, “Lalawo camêr bixwe dizîya xwe îtiraf dike, ku sawar jî goşt jî malê min e û li min helal e. Lê hûn hê wî diparêzin û min tawanbar dikin. Goştê mîya min jî sawarê min jî li we hemûyan heram be…” dibêje û derdikeve…
Cînar bi goşt û sawar ra mijûl…
Camêr jî bi pesnê wan ra bi rastî xwe mêr û camêr dihesibîne…
21.08.2026




