
Memo Şahin
Deh roj berê, die roja 21ê Cotmehê de li ser rewşa başûrê Kurdistanê raporek gelek balkeş hat weşandin.
Rapor, ji aliyê PAY – Saziya Perwerde û Pêşketinê hatiye amadekirin û Rêxistina Niştimanî ya Piştevaniya Demokrasiyê (NED) a Amerîkayê jî piştgiriyê PAYê kiriye.
Piştî ku min ev rapor xwend, ketim nav şokek gelek mezin.
Belê, şokek gelek mezin. Ev 50 salin ku rewşa başûrê welatê me, Kurdistana nazenîn û delal dişopînim. Demên şikestinan de min şîn girêda û xemgîn û melûl bûm. Demên serketinan de serbilind û dilşa bûm, wek herkesê/a welatparêz û niştimanperwer.
Ev 34 salin ku parlamento, hukumet û gelek saziyên me hene. Hêzên Kurd, pêşêngên me, kek Mesud û Mam Celal hewl dan ku hêzên opozisyona Ereb bikin yek û ew li Kurdistana me kirin mêvan û hewandin.
Piştî 2005an hêzên Ereb li Bexdayê bûn desthilatdar û hukûmran, hemû sozên ku dayibûn Kurdan jibîrkirin û ketin pey dalawerêyan, dek û dolaban û destdirêjiya destkevtiyên Kurdan kirin. Ev 20 salin ku ne zagona bîngehîn nasdikin û ne jî mafên ku di zagonê de hatina binavkirin, didin Kurdan.
Ev 20 salin ku maddeya 140an hên neketiye rojevê, Kerkuk, Xaneqîn, Mendelî, Şengal, Mexmûr û gelek deverên din hên jî di bin kontrola Bexdayê ne. Her diçe dahatên petrolê, dahatên bûtçeyê kêm dibin.
20 salin ku muçeya karmendên Kurdistanê, ya mamostan û peşmergan girêdayê seromê ne, dilop dilop tên dayîn.
Ji wan jî xerabtir û xetertir navmala Kurdan bi xwe ye. Her partiyek mezin li gor berjewendiya xwe tevdigere û gora hevdu dikolin. Li hemberî hêzên Ereb ne hemaheng in. Ev dubeşiya Kurdan destên hezên Kurd lawaz, lê belê hêzên Ereb bi hêztir dike.
Du sal berê li Kurdistanê hilbijartin çêbûn. Lê ne parlamento civiya, ne jî hukumetek pêkhat.
Dizanim, min dirêjkir. Ger hûn amade ne, de keremkin, em derbazî rapora PAYê bin, ku li Malpêra Nêrina Azad hatiye belavkirin.
Min hewl da, ku kurt bikim, lê dîsa jî dirêj e. Ji ber vê lêborîna xwe dixwazim.
Desthilata bêsînor, bipaşxistina hilbijartinan û lawazkirina lêpirsînê
Di raporê de tê ragihandin ku Herêma Kurdistanê piştî 34 salan di qonaxa dîrokî ya herî metirsîdar de ye.
Hat diyarkirin ku di vê qonaxê de rewatiya saziyan kêm bûye, destûr hatiye paşguhkirin û hêzên çekdar û yên sîxuriyê di navbera du herêmên ewlehî û siyasî de asê mane.
Li gorî raporê, eger çaksaziyeke lezgîn û bingehîn neyê kirin, qebareya Herêma Kurdistanê ji qebareyeke destûrî ya bihêz ber bi qebareyeke lawaz û „birêvebiriya xwecihî ya bi temamî girêdayî Bexdayê“ ve bi paş ve diçe.
19ê Gulana 1992yan yekem hilbijartina giştî ya Parlamentoya Kurdistanê hat kirin, 4ê Tîrmeha 1992yan yekem rûniştina parlamentoyê hat lidarxistin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat damezirandin.
Rapor radigihîne ku ev yek destpêka veguhastinê bû ji rewatiya şoreşgerî ya çekdarî ber bi rewatiya destûrî, yasayî û sivîl ve, lê rapor balê dikşîne ku ji neh (9) hilbijartinên pêwîst tenê şeş (6) hatine kirin.
Di raporê de hat gotin ku bipaşxistina pêvajoya demokrasiyê bûye tevgereke asayî: „Nabe qurbaniyên dîrokî wekî hincet ji bo desthilata bêsînor, bipaşxistina hilbijartinan û lawazkirina lêpirsînê werin bikaranîn.
Şehîdan ji bo ku partiyek bibe xwediyê Herêmê canê xwe feda nekirin, wan can da, da ku xelkê Kurdistanê bibe xwediyê azadî û serweriya qanûnî.
Pêgeha yasayî ya Herêma Kurdistanê
Beşa duyem a raporê balê dikişîne ser pêgeha yasayî ya Herêma Kurdistanê, ku di Destûra Daîmî ya Îraqê ya sala 2005an de cih digre.
1- Federalîzm bingeha dewletê ye. Îraq dewleteke federal, pir pêkhate û parlamentoyî ye.
2- Naskirina zelal a desthilatên Herêmê (Madeya 117an): Ev made destnîşan dike ku destûr Herêma Kurdistanê û desthilatên wê yên heyî wekî herêmeke federal nas dike ku ev jî xwedî girîngiyeke dîrokî ye ji ber ku rastiya Herêmê ya beriya sala 2003yan nas dike.
3- Desthilatên mayî (Madeya 115an): Yek ji madeyên herî bihêz e ku dibêje, her desthilata ku di destûrê de bi nivîseke taybet bi hikûmeta federal nehatiye dayîn (li gorî Madeya 110an), desthilata herêman e. Di dema nakokiya li ser desthilatên hevpar de jî (Madeya 114an), pêşengî ya qanûna herêmê ye.
4-Berdewamiya yasayên Herêmê (Madeya 141ê): Destûr hemû wan yasa, biryar, peyman û rêkarên ku ji sala 1992yan ve li Herêma Kurdistanê hatine derxistin nas dike, heta ku ji aliyê desthilata peywendîdar a Herêmê ve neyên sererastkirin an betalkirin.
5-Desthilatên yasadanîn, bicihanîn û dadweriyê (Madeya 121ê): Mafê temam ê bikaranîna her sê desthilatan di nav sînorên wê de ji Herêma Kurdistanê re hatiye dayîn, di nav de mafê danîna destûra taybet bi xwe (Madeya 120î) û rêkxistina hêzên ewlehiya navxwe (polîs, asayîş û nobedarên herêmê).
6- Parastina desthilatan ji guhertinê (Madeya 126an/Çarem): Bêyî erêkirina Parlamentoya Kurdistanê û dengê piraniya xelkê Herêmê yê bi rêya referandumê, nabe desthilatên Herêma Kurdistanê di Destûra Îraqê de bên kêmkirin.
Mafên destûrî bêyî saziyên bihêz û çalak nayên parastin
Rapor dipirse: „Tevî van hemû desthilatên destûrî yên bihêz, çima pêgeha Herêmê li hemberî Bexdayê roj bi roj lawaztir dibe?“
Li gorî Raporê bersiv ev e: „Mafê destûrî bêyî saziyên bihêz û çalak nayê parastin. Dema Herêma Kurdistanê parlamentoyê pûç dike, postên bilind wekî karbirêker dihêle, destûrê danayne û dahatên wê nezelal dibin, desthilata navendî ya li Bexdayê van lawaziyan bi kar tîne û destêwerdanê di hûrgiliyên desthilatên federal ên Herêmê de dike.“
Beşa sêyem a Raporê behsa nebûna destûra Herêma Kurdistanê dike û diyar dike ku zêdetirî 21 salan di ser pejirandina Destûra Îraqê û Madeya 120î re derbas bûne lê Herêma Kurdistanê hîn jî bê destûr e.
Li gorî Raporê, ji ber van sedeman pêdiviya Herêma Kurdistanê bi destûrê heye:
– Diyarkirina sîstema hikûmetraniyê (parlamentoyî, serokatiyê an têkel).
– Diyarkirina sînorê desthilata Serokê Herêmê, parlamento û hikûmetê.
– Cudakariya tam a desthilatan û misogerkirina serxwebûna dadweriyê.
– Bisînorkirina desthilatên hikûmeta karbirêker da ku rê li ber bikaranîna desthilata bêsînor were girtin.
– Derxistina hêzên çekdar û ewlehiyê ji bin bandora partiyan.
– Parastina dadperwerane ya mafên pêkhateyên neteweyî û olî (Tirkmen, Kildan, Suryan, Asûr, Ermen, Êzidî, Kakeyî û Mesîhî).
Kurdistana bêdestûr
Beriya sala 2003yan: Di serdema yekem a parlamentoyê de bi biryara bi hejmara 22yan a sala 2001ê û paşê bi biryara hejmar 37an a sala 2002yan reşnivîsa destûrê hat amadekirin.
Sala 2009an: Di serdema duyem de bi biryara bi hejmar 5an a 8ê Îlona 2005an komîteyek hat avakirin û 24ê Hezîrana 2009an reşnivîsa destûrê bi dengê 97 parlamenteran hat pejirandin da ku ji bo referandumê were pêşkêşkirin lê ji ber zexta derve (Tirkiye) û nerazîbûna mixalefeta navxweyî (Tevgera Goran, Komel, Yekgirtû û beşek ji YNKyê) referandum nehat lidarxistin.
Rapor qala hewldanên 2013 û 2015an jî dike û dibê mijara destûrê ev deh salin ku hatiye rawestandin.
Saziya PAYê dubare dike ku sedema nebûna destûrê ne kêmasiya pisporiyê bûye, belkî „nakokiya partiyan a li ser dabeşkirina desthilat û postan bûye.“
Beşa çarem a Raporê qala birînên kûr ên pergala hikûmetraniyê dike û rewatiya saziyan dixe bin pirsê: Hilbijartina serdema şeşem piştî du salan derengketin 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an hat kirin. Parlamenteran 2ê Kanûna Pêşîn a 2024an sonda yasayî xwar lê heta niha ji ber lihevnagirina partiyan desteya serokatiyê û komîteyên daîmî nehatine hilbijartin û rûniştin vekirî mane. Vê yekê hiştiye ku çavdêriya li ser hikûmetê nemîne û yasadanîn raweste.
Li Herêma Kurdistanê ti pênaseya destûrî û yasayî nîne ji bo bisînorkirina desthilata hikûmeta karbirêker. Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî du sal in wekî hikûmeta karbirêker dixebite bêyî ku desthilatên wê hatibin diyarkirin. Ev rewş bûye sedema lawazbûna baweriya şirket û weberhêneran.
Encumenên parêzgehan; 12 sal in nehatine nûkirin: Hilbijartina dawî ya encumenên parêzgehan 30ê Nîsana 2014an hatibû kirin.
Desteya Paqijiyê: Serokê wê 13ê Gulana 2013an hatiye hilbijartin û 28ê Gulana 2017an dema wî ya çar salî bi dawî bûye lê hîn li ser kar e.
Dîwana Çavdêriya Darayî: Serokê wê yê berê 2ê Gulana 2023yan teqawît bûye û ji wê demê ve dîwan bê serokê fermî tê kirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê: Dema yasayî ya encumena komîseran 23yê Kanûna Pêşîn a 2019an bi dawî bûye.
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan: Dema yasayî ya serokê wê 20ê Hezîrana 2025an qediyaye.
Beşa pêncem a Raporê destnîşan dike ku piştî 34 salan jî Hêzên Pêşmerge, asayîş, polîs, zêrevanî, berevanî (parastin) û hewara lezgîn û saziyên sîxuriyê di bin yek fermandariya niştimanî de nehatine yekxistin.
Senaryoyên paşerojê
Rapor ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê pênc (5) senaryoyan datîne holê:
Senaryoya yekem (Berdewamiya heman rewşê): Hikûmeta karbirêker berdewam dike, parlamento bêbandor dimîne û qeyran kom dibin.
Senaryoya duyem (Valabûna hêdîka): Bexda kontrola darayî û petrolê berfireh dike; navê Herêmê dimîne lê desthilatên federal jê tên standin.
Senaryoya sêyem (Cihgirtina duîdareyiyê): Bi awayekî nefermî her herêmek bi tena serê xwe dixebite û hêza xwe bi rê ve dibe.
Senaryoya çarem (Qeyrana ewlehiyê): Nakokiyên siyasî yên li ser dahatên herêman (Hewlêr û Silêmanî) vediguherin pevçûnên çekdarî yên bisînor.
Senaryoya pêncem (Çaksaziya lezgîn): Parlamento çalak dibe, hikûmet tê avakirin, destûr tê pejirandin û hêz bi rastî tên yekxistin ku ev yekane rêya rizgarkirinê ye.
Saziya PAYê ji bo derketina ji vê rewşê nexşerêyeke demkî bi navê „Pakêta giştgir û pêbendker“ pêşkêş dike û rapora xwe bi vê peyamê bi dawî dike: „Qebareya Herêma Kurdistanê emaneteke niştimanî ye. Parastina vê qebareyê bi dabeşkirina berpirsiyariyê û sûcdarkirina hevdû nabe, bi hilgirtina berpirsiyariya dîrokî ya ji aliyê serokatî, parlamento, hikûmet, desthilata dadwerî, partî, civaka sivîl û hemû welatiyan ve dibe. Wext hatiye ku em ji hikûmetraniya partiyan derbasî hikûmetraniya destûrî û saziyî bibin berî ku dîrok derfetan ji me bistîne.“
Ev e rewşa başûrê welatê me, gotinek zêde ne hewce ye. Kurdistan ji dest diçe, lê em hên jî bo postên beradayî gora hevdu dikolin!
https://nerinaazad2.com/kr/pay-nakokiyen-navxwe-pegeha-herema-kurdistane-ya-li-bexdaye-lawaz-kiriye
31.10.2026




