
Siraç Oguz
Îdeolojîyên populîst di qada siyasî û civakî da dabeşî du aliyên homojen û dijberê hev in. Wekî du komên homojen tên pênasekirin. Yek ji van alîyan bi awayê îdeolojîyên rastgir, yek jî çepgir xwe nîşan dide.
Ji alikî wek ji gelê pak, rastgo û bêgûneh pêk tê. Alîkî jî ji elîtên qirêj û ji berjewendîxwaz û ewên tenê li pey berjewendîyên xwe digerin. Lê belê, populîzm ne îdeolojîyeke serbixwe û xweser e.
Miletê kurd, bi sed salane li pê van îdeolojîyên çep û rast ketiye û ji bo xwe tiştek jî çareser nekiriye. Miletê kurd wek bi pak û duristî û bêgûneh dikeve xala yekem. Ji ber ku ew ji alîyê îdeolojîyên populîzm û serdest herdem hatiye xapandin.
Ji destpêka derketina ola islamê, heta roja îro, miletê kurd, bi gelen Ereb û Ecem û Tirkra bi navê biratîya omedê bûne hevalbendê wan û bûne leşkere wan yên sîyasî û civakî..
Dema îdeolojîya sosyalîzmê li cîhanê populîst bû, êja Kurd bûn birayên sosyalist û komunîstên, Ereb, Ecem û Tirkan.
Miletê kurd, ji bê dewletbûn û ji bê tifaqîyê li pê îdeolojîyên populîst tevgerîyan û nebûn xwedî maf û tiştek.
Îro jî, ha ji alîyê çepgirîyê, ha ji alîyê Îslamîstîyê be, gotar û kiryarên van tevgerên populîst û radîkal bûne berhema têgihiştineke dûrî aqil û hişmendîya rast. Ji ber ku kesên ku olê birêve dibin, olê bi tevahî vediguherînin amûreke desthilatdarîyê. Bi vî awayî, hem dibin xwedîyê desthilatîyê û hem jî qezencên siyasî bi dest dixin.
Wek mînak, îro Serok û rêvebirên Dîyanetê memûrê dewletê tên tayînkirin. Xwedêgiravî li ser ola îslamê, qaşo milet daha baş bidin fehm û perwerdekirin. Lê ji alîkî va dikevin bin bandora tevgerên terîqatên radîkal. Wekî din jî ji xwe di bin bandora dewlet û desthilatdarên sîyasîda ne. Loma ne aqil ne jî rexne li wan nayên kirin.
Çepgirên Ereb, Faris û Tirk jî bi heman awayî bûne kopya dîncîyên dogmatîk. Ew jî hema li dijî heq û hiqûqên kurdan wek populîst û radîkalin. Dincî bi navê biratîya omedê, çepgir jî bi navê biratî û sosyalizmê wekhevîyê daxwaz dikin.
Lê belê, dema em li rastîya Tirkîyê binêrin, em dibînin ku her du xetên siyasî jî li ser bingeha îdeolojîya Kemalîzmê ava bûne. Ew tu carî nikarin bibin dost û birayên kurdan ê rastîn. Hem gotinên wan ên olî û hem jî yên siyasî, gelek caran ji bo kişandina nava refên xwe û xapandina wan hatine bikaranîn.
Mixabin, her du alî jî di gihîştina armancên xwe yên siyasî da herdem serkeftî bûne.
Ji xwe li Tirkîyê ola îslamê qet tu carî azad nebû. Hêjî wek di dema damezrandina dîyanetê da li ser çi esasî hatîye qebûlkirin wer dewam dike. Di dema damezrandina komara Tirkîyê, bi fermana Mistefa Kemal, bi taybetî hemû mezheb û medresên olî, li Tirkîyê tên qedexe kirin. Mezheba Henefî tenê qedexe nabe û ew dibe mezheba fermî û mezheba hîmê dewleta Kemalîst.
Bi gotineke din, misilmanî, sunîtî û bi taybetî mezheba Henefî bûn bingeha avahîya olî ya fermî ya Komara Tirkîyê. Mezheba h
Henefî bû referansa bingehîn a sazkirina sazîyên olî yên dewletê. Nêzîkî sed sale ku misilmanên Tirkîyê di warê olî da bi giranî ji alîyê karmendên dewleta Kemalîst û mamosteyên olî yên di bin kontrola wê da tên perwerdekirin. Kemal Atatürk, bi taybetî bi siyaset û qedexeyên taybet jî li dijî gelê Kurd pêk anî. Zimanê Kurdî, nasnameya olî, mezheba Şafîî û medreseyên kevneşopî yên Kurdan ketin bin zext û zordarîyê. Armanc ew bû ku Kurd ji zimanê xwe, ji nasnameya neteweyî û girêdana xwe ya mezhebî dûr bixin.
Ji bo Kurdan jî kontrol bikin, bi navê terîqeta naqşîbendî, bi dehan terîqet ava kirin.
Di nava dîroka hizra îslamî da cîhgirtina pêkhateyên dogmatîk li şûna dibistanên rasyonalîst, qutbûneke dîrokî û sîyasî nîşan dide ku bingeha gotarên populîst û radîkal ên îro baş tên dîtin.
Miletê kurd, hezar sal e ji omedê tu car xêr û alîkarî nedît. Sed sal e jî ji îdeolojîyên çep jî xêrek nedît. Ji her du alîyan jî neheqî û bê edaletî dît.
Lê tevî van hemû rastîyan, mixabin Kurd hîn jî nikarin xwe ji rewşa Kurdan a hezar sal û sed sal berê rizgar bikin. Ew hîn jî nikarin bi îradeya siyasî û bi yekîtîya civakî ya ku bikaribe qedera xwe bi destê xwe diyar û ava bikin.
20.11.2026




