
İkram Oguz
Mirov bi kîjan kurdî ra qala Kurdistanêke azad û serbixwe bike û biaxife…
Ew jî bê şik û bi kelecan destê xwe dide ser dilê xwe û dibêje, “di dilê min da jî Kurdistaneke azad û serbixwe cîh digre…”
Bêguman mirov bi vê yekê ra kêfxweş û serbilind dibê.
Mixabin bi kûrbûna sohbetê ra, mijar biqulube ser sîyaseta rojane, ew kêfxweşî û serbilindî hêdî hêdî kêm dibe.
Jiber ku, bi axaftineke kûr û dirêj ra ew daxwaza kurdan a ji dil, bi lê û lêbelê ra tê veguhastin û wenda dibe.
Şûna kêfxweşî û serbilindîya merîyan jî xemgînîyeke bê tarîf digre.
Ez bixwe jî di wê bawerîyê da me, ku di dilê her kurdekî da Kurdistaneke azad û serbixwe cîh digre.
Lêbelê kurd ji bo bicîhanîna ev daxawaza xwe ya pîroz nadin dû dilê xwe û gor ev daxwaza xwe tevnagerin.
Di jîyana xwe ya rojane da bi hinek daxwazên xwe yên piçûk û sivik ra mijûl dibîn û wan derdixin pêş.
Di hewl û hewldanên xwe yên sîyasî û civakî da jî, bi îradeya xwe, bi hiş û hişmendîya xwe tevnagerin.
Berevajî didin dû hin kes û kesayetîyên ku di civakê da xwedî bandor û gor daxwazên wan kar û xebatê dikin…
Ew kes û kesayetîyên xwedî bandor kî ne?
Bêgumane w di qada sîyasetê da rêber û serok in…
Di warê olî da Şêx û Seyîd in…
Axa û beg, dewlemend û karmend in…
Ew li kîjan alî herin, alîgir û hezkirîyên wan jî didin pêy wan û bi kêf û kelecan li pey wan dimeşin…
Serok û rêber, şêx û seyîd, axa û beg çi bibêjin, ew jî gotinên wan ên ezber ji sibê heta êvarê dubare dikin û pesnê wan didin.
Bi derbasbûna demê ra ew daxwaza pîroz tê paşguh kirin…
Ew di kurahîya dil da bi giranîya xwe bimîne jî, bi demê ra tê jibîrkirin.
Jiber ku Civaka Kurd civakeke bindest û paşdemayî ye…
Û Kurd jî hê ji takekesitîya xwe bêhayîdar in.
Lebelê di ware sîyasetê da xwe sosyalîst û demokrat bi nav dikin…
Ronakbîri û rewşenbîrîya xwe jî didin ser.
Bi kirin û kiryarên xwe, bi jîyana xwe ya rojane, nîşan didin, ku ji sosyalîzmê jî ji demokrasîyê jî hezar gav dûr in.
Jiber ku li rastîyê nagerin…
Bi hişê serê xwe nafikirin û naaxifin.
Li pey kî û kê biçin, her gotin û armancên wan, wek gotin û armancên rast û pîroz dibînin.
Ji hiş û hişmendîya xwe dikevin şikê, lê ji gotineke wanên çewt û xelet qasî misqalekî jî şik nakin.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, bi kîjan nav û nasnameyê xwe bi nav bikin û nîşan bidin jî, di mêjûyê xwe da dîktatorekî herî mezin û bêhempa dihebinîn.
Ev hest û helwest jî em ji hîmê netewîtîyê dûr dixîne, ku loma di daxwazên xwe yên pîroz da bi ser nakevin.
Jiber ku daxwaza dil û kirinên mêjû hevdû nagre…
Dil kurdewar…
Mêjû birîndar e.
Bi çerxa pişaftina dagirkeran va kemilîye…
Bi sîyaseteke çewt, ya bi eşqa biratîya gelan ya jî bi bîr û bawerîya biratîya olî va xemilîye.
Loma ji birayê xwe yê rasteqin ra neyar…
Bi gelên dagirker ra jî dost û yar e.
15.07.2026




