
İkram Oguz
Pençeşêra ku di mîdeyê min da rû dabû, di roja 28ê Cotmeha 2025an da hat teşhiskirin. Bi berxwedaneke dijwar piştî heft mehan îro tedawîya min qedîya û min “Şêr” tek bir û ji nav pençeyê wî jî filitîm.
Bi Kurdî “Pençeşêr”, bi Almanî “Krebs”, bi Îngilîzî jî Canser, nexwaşîyeke xeternak û tirsnak e. Navê wê bi tena serê xwe merîya ditirsîne û ji qidûm da dixîne.
Di Kurdî da peyva Pençeşêrê ji “Pençeyê Şêr” te. Ev nav kingê û ji alî kê va li vê nexwaşîyê hatîye kirin, nayê zanîn. Lê bi rastî jî navekî di cîh da ye. Pençeşêr nexwaşîyeke wisa ye, ku çawa Şêr bi pençeyê xwe derekî meriya bigire, bernade û ji kokê va diqetîne, ev nexwaşî jî bi kudera merîya bikeve, ji zû va rê li ber neyê girtin, li hemû laşê merîya belav dibe û merîya dikuje…
Navê wê yê Almanî û Îngilîzî, „Krebs” û “Canser” jî di wateya “Kevjal” ya jî “Kêfşing”ê da ne, ku Kevjal ya jî Kêfşing wek Şêr mezin û bi hêz nebe jî bi jahrîya xwe ajaleke navdar û kujerbar e. Pevva Kansêr a ku bi ji bo vê nexwaşîyê tê bi kar anîn ji “Canser” a Îngilizî tê, ku bi tena serê xwe jî peyveke bê wate ye…
Pençeşêr, her çiqas di dîroka mirovahiyê da hatibe dîtin jî, ji ber guherîna şêwazên jiyanê, zêdebûna temenê navîn û faktorên jîngehan, wekî „nexweşiya demê“ tê qebûl kirin.
Jiyana bê tevger, obeztî, xwarinên pêvajoyî, bikaranîna tûtûnê û stres, wekî faktorên jîngehan ên ku dema nûjen anîne, riska pençeşêrê herî zêde dikin.
Lebelê di demên dawîyê da, qasî zêdebûna wê tedawiya Pençeşêrê jî gelek pêş va çûye û bi saya skanên zu, gelek cureyên pençeşêrê di qada zû da têne dîtin û herwiha bi hêsanî û serkeftî jî têne tedawî kirin.
Ez çawa rû bi rû vê nexwaşîyê bûm?
Di dawîya havîna sala borî da têgihîştim, ku di sorîçik û mîdeyê min da pirsgirekek he ye. Piştî xwarin û vexwarinê qirpik dihatin ber min, berşoşkî dibûm, dema ku xwarineke hişk ya jî zuha bixwara, di sorîçka min da dima, bêhn li min diçikand û êş diavêt singe min.
Ez çûm bijîşkê xwe yê male û min gilî gazinên xwe jê ra got, wî ji bo mîdeyê min dermanekî da û ji bo êşa sing jî ez şandim bijîşkê dil. Lê min bi xwe jî dizanîbû, ku pirsgirêka min ne ji dil e û di encamê da wisa jî bû.
Bi girtina derman ra qirpik û berşoşkîya min hinek kêm bibin jî dawî li wan nehat. Sedem wê yekê rojek ji rojan ez ketim Google û min gilî û gazinên xwe nivîsî, ku ka gelo ew ji min ra çi bibêje?
Googlê wek bersiva pirsa min sê sedem nîşan dan, ku ew jî ev bûn:
- Reflû, ku asîta di mîde da carinan derdikeve sorîçkê û dişewitîne…
- Nêmgirtina mîde…
- Tûmor…
Çawa ku min ev bersiv dît û xwend, biryara xwe ji bo Tûmorê da, di heman saetê da bi telefonê li bijîşkê malê gerîyam û daxwaza hevdîtinê lê kir.
Roja 23ê Cotmehê çûm ba bijîşk û bersiva pirsa min a ku Googlê dabû min ravayî wî da, bijîşkê ew bersiv xwend, dû ra wî bi xwe ji Gastrologek ra telefon kir, ku ew ew ji zû va bi endoskopî û koloskopîyê li mîde û rovîyên min mêze bike…
Pênç roj şûnda, roja 28ê Cotmehê danê sibê ez çûm muayenexaneya Gastrolog, bijîşk û alîkarên wî ez birim li ser kejaveyek dirêjkirim, bi derzîyek derman dan min û ez ji xwe çûm. Piştî saetek şûnda ez hişyar bûm û bi xwe hatim. Gastrolog bi dengekî aram ji min ra got, ku rovîyê min temîz, lê di mîdeyê min da, cîhê ku sorîçk û mîde digihîjin hev, tûmoreke mezin û xûyxirab cîh dîtîye.
Dibe ku ji bersiva Googlê be, ku min bixwe jî têşhîsa xwe ji bo tûmorê dabû, ez ji gotinên bijîşk zêde netirsîyam û wek pirsa xwe ya dawîyê jî dîsa bê tirs û bê xem jê pirsî, ku dê ez ji vir şûnda çi bikim?
Bijîşk jî dîsa bi dengekî aram bersiva min da û ji min ra wiha got; “Min ji tûmorê parçeyeke piçûk girt û ez dê wê bişînim labpratuarê û li benda encama wê bisekinim. Dema ku encam hat, gor wê ez dê te bişînim nexwaşxaneyeka li Stuttgartê, ku tu li wir tedawî bibî.”
Axaftina me qedîya, min xatir ji bijîşk xwest û derketim derva. Li hevalekî xwe yê nêzik gerîyam, ku ew bi erebeya xwe were û min ji wir bibe malê. Di nav çendxulekan da hevalê min hat û ez li erebê sîyar bûm. Hevalê min rewşa min pirsî, min jî gotinên ku bijîşk ji min ra gotibû, jê ra dubare kir.
Hevalê min jî bi dengekî aram ji min ra got; “Xem neke, ji xwe xûya ye tu jî xem nakî, teknolojî û zanyarî pêşta çû ye, nexwaşxaneyen Almanyayê jî baş in û dê rê li ber nexwaşîya te bigirin…”
Em bi ken û henek gihîştin ber derê mala me, min xatir ji hevalê xwe xwest û ji erebeyê peya bûm, ew jî careke din ji min şîfa xêrê xwest û vegerîya ser karê xwe.
Xanima min Fatoş, çend roj berê çûbû welat, keça min Şevîn li Stuttgartê, Kejê li Heidelbergê, xwîşka min Selma, hemû li benda min bûn, ku ez ji wan ra telefon bikim û di derbarê encama endoskopî û koloskopîyê da wan agahdar bikim.
Min ji xanima xwe ra telefon kir, piştî çend lêxistina zengilê telefon bersiv da û encama endoskopîyê pirsî. Çawa ku bijîşk rasterast ji min ra gotibû, min jî dîsa bi dengekî aram gotinên bijîşk ji wê ra jî dubare kir. Bi gotinên min ra dengê wê guherî, dû ra bêdengîyek çêbû. Min di dilê xwe da bixwe ji xwe ra got, ku xwezila min rasterast jê ra negotiba. Lê carek peyva pençeşêrê ji devê min derketibû, êdî bixwesta jî nikarîbû şûnda bigirta. Piştî çend pirs û bersivên kin û kurt axaftina me qedîya, me xatir ji hev xwest û telefon girt.
Demek şûnda Şevîn, Kejê, Selma li pey hev gerîyan û encama endoskopîyê pirsîn, lêbelê min bi awayekî bersiva pirsên wan da û rastîya xwe ji wan veşart.
Min ji wan ra dê çawa bigota?
Jiber ku navê nexwaşîyê navekî tirsnake û bi tena serê xwe jî merîya ditirsîne…
Pençeşêr…
Lêbelê ez dema ku ji nexwaşîya xwe agahdar bûm jî, di dema tedawîyê da jî ti car netirsîyam.
Ev jî, ne ku ji mêranî û mêrxasîya min, ez di derbarê nexwaşîya xwe da jî realîst tevgerîyam û ji wê dûr neketim.
Bê guman tiştên ku ez jê ditirsim ya jî bitirsim jî hebûn. Di wê demê û di we rewşê da tirsa min a herî zêde ew bû, ku ez dê nexwaşîya xwe ji herdû karxezalên xwe, Şevîn û Kejê ra çawa bibêjim. Bi bihîstina wan ra dema ku hêsir ji çavên wan bibare, ez dê çi bikim?
Loma ez li benda xanima xwe sekinîm, ku ew were û dû ra em li hev bicivin û rastîyê ji wan ra bibêjin…
Ew dîmen kîngê bihata ber çavê min, ji nexwaşîyê zêdetir ez mijûl dikirim û wek barek li ser milê min giran dibû.
Jibo ku nexwaşî û tiştên ku bi nexwaşîya min va girêdayî ji bîr bikim, ji xwe ra du rê dîtibû, ku ji wan yek biroj du caran ji mal derdiketim, bi saetan di nav xwezayê da digerîyam û di dilê xwe distira… Ya duyem jî min biryar da ku rojnivîska nexwaşîya xwe binivîsim.
Di jîyana min da dengbêj, herwiha kilam û stranên wan xwedî cîhekî girîng in, min di mal da guhê xwe da deng û awazên wan û ji berê bêtir li wan guhdarî kir. Di dema meşê da jî stranên Ciwan Haco ji zar û zimanên min kem nebûn, bi taybetî jî strana wî ya bi navê, “Keçê Tu Ciwanî…”
Beşek jin stranê wiha ye:
Neçe bêrîyê keçê tu ciwanî
Xortê gundê me hemû şivan in
Zanin tu rinda gund î finda baxan î
Bayê evînê te nû hilanî
Tu rinda gundî herkes bi te zanî
Hê tu nizanî sorgul nefroşe…
Dema ku ji mal derdiketim, min dest bi vê stranê dikir û di ber xwe da distira, heta ku meşa min biqedîyaba bi dehan caran ew dubare dikir. Bi stranê ra zarokatîya min, gundê ku tê da mezin bûm, dilketî û hevalên min ên wê demê, listikên me yên ku me bi kevir û daran pê dilîst dihat ber çavên min, ku di nav wan bîranînên wenda dibûm, ne nexwaşî ne jî tişteke din dihate bîra min…
Bêguman di derbarê mirinê da jî difikirîm, lêbelê çawa ku li jor jî gotîye, ez ji mirinê jî netirsîyam.
Jiber ku ez ji zagonên xwezayê bawer dikim. Ji bo min mirin jî weke bûyînê, bûyereke xwezayî ye û mirov nikare heta hetayê xwê jê bifilitîne. Çawa ku gulek bi derê biharê ra dipişkive, dû ra vedide, bi reng û bêhna xwe xwezayê dixemilîne, mixabin di destpêka payîzê da jî diçilmise û dimire, mirov jî ji dayîka xwe dibe û çavê xwe li dinyayê vedike, bi derbasbûna demê ra mezin dibe, dijî û dikemile, lê zû ya jî dereng roj tê, dem diqede, bi awayekî xatirê xwe ji hezkirîyên xwe dixwaze û koça xwe ya dawîyê dike… Ger ku mirov vê rastîyê bizanibe û jê dûr nekeve, wê gavê ji mirinê jî natirse…
Herwiha bi nivîsandina rojnivîska xwe ra jî ez ji hebûna nexwaşîya xwe dûr diketim. Min di rojnivîska xwe da bêguman herî zêde qala jîyana xwe ya rojane û nexwaşîya xwe dikir, lê dema ku min dest bi nivîsê dikir, ji min wetrê ez romanek nû dinivîsim û di romanê da jî qala nexwaşîya lehengê romana xwe dikim.
Neh rojên min bi vî rengî derbas bûn. Roja 6ê Mijdarê xanima min Fatoş ji welêt vedigerîya, roja pêncşemê bû, danê sibê ez çûm balafirgehê û li benda hatina wê sekinîm. Balafira ku ew pê dihat, daket xwarê, qasî nîv saeteki şûnda jî ew ji balafirgehê derket û ber bi min hat. Bi çavên xemgîn ez hembêz kirim û em bi wî awayî hinek bêdeng man, dû ra em derketin derva, li erebê sîyar bûn û me berê xwe da malê. Di rê da telefona min lêxist, bijîşkê min ê gastrolog digerîya, min erebe diajot, loma Fatoş telefon vekir û xwe bi bijîşk va da nasîn. Dengê telefonê vekirî bû, bijîşk çi bigota min jî dibihîst. Gazi me dikir û digot, “Encama bîopsîyê hat, çawa ku min guman dikir, wisa ye. Min ji bo nexwaşxaneyê jî her tişt amade kirîye, ku hûn îro werin wan bigirin û sibê jî herin nexwaşxaneyê, ku ew li benda we ne…“
Em ji balafirgehê rasterast çûn ba doxtor, me encama bîopsîyê û sewqa nexwaşxaneyê jê girt û vegerîyan malê…
Roja bê, roja Înîyê saet di 10.00an da em çûn nexwaşxaneyê û Dr. Stefan Fretz li benda me bû. Li encama endoskopîyê nihêrî û wî jî ji me ra rasterast wiha got; “Hûn niha herin malê û roja Duşemîyê serê sibê werin. Em dê li vir jî lêkolînên berfireh bikin û gor wê çi pêwîst be em dê gor wê tevbigerin. Ger ku nexwaşî metastaz nekiribe, em dê berê çar caran Chemotherapîyê bidin, dû ra jî amelîyat, piştî amelîyêtê jî dîsa çar caran Chemotherapî… Lê metestaz kiribe, wê gave jî êdî amelîyat ne pêwîst e, bi Chemotherapî û Radyasyonê qasî ku me rê lê girtibe…”
Em ji nexwaşxaneyê vegerîyan male û me biryar da ku em roja Yekşemê gazî Şevîn, Kejê, Selma, Hîva, Îhsan û Serdar bikin û ji wan ra jî rastîyê bibêjin.
Di heman rojê da em derketin derva û di rêgeha xwe ya her roj da meşîyan. Di rê da Fatoş ji Kekê min Siraç ra telefon kir û di derbarê nexwaşîya min da ew agahdar kir. Bi agahdarkirina wî ra barê li ser pişta min piçek sivik bû, roja yekşemê jî Şevîn, Kejê, Selma, Hîva, Îhsan û Serdar hatin mal û me ji wan ra jî rastîya xwe got. Bê guman xemgînîyeke bêtarîf qewimî û hêsirên çavan rijîyan xwarê. Lê zêde nekudand, jiber ku min ji wan xwest, ku ew hergav rûken bin, da ku ez ji rûkenîya wan hêz bigrim, ku Şêr têk bibim û ji nav pençeyê wî bifilitim. Wan jî daxwaza min anîn cîh, di heman demê da hêsirên xwe birin, bi ken û rûken li kêleka min rûniştin û hêz û quwet dan min…
Bi vî rengî ew bi nexwaşîya min hesîyan, ez jî ji barê xwe yê herî giran filitîm û bala min sivik bû.
27.05.2026
Nivîsa bê: Dema Nexwaşxaneyê û Chemotherapî…




