
Siraç Oguz
Nivîskarên bi zimanê tirkî dinivîsin, bi navê hinek partîya, rexneyên ne baş û bi zimanê tûj û bê edeb, li nivîskarên bi zimanê kurdî dinivîsin heqaret dîkin. Dibêjin, bila herkes êdî hedê xwe baş bizanibin!
Moda nû, gelo herkes êdî hedê xwe dizane!
Heta hinek kesên bi zimanê tirkî rexneyên tûj û tehdîtkar dikin û dibêjin gerek herkes sînorê xwe jî bizanibe. Li bakurê Kurdistanê, bi navê miletê kurd ne partî û rêxistin ne jî sîyasetek li ser daxwazên neteweyî tûne. Hemû partî û rêxistinên hene, ew jî pênce sal e ketine nav daw û doza wekhevî û îdeolojîya sosyalîzmê. Partîyên olî jî di xizmeta omedê bi rêya terîqat û bi nave biratî ya omedê xizmeta dewletên dagirker û îslamîstan dikin. Wan hê şopa sosyalîzm û omedê berneda ye. Dinya alem hate guhartin lê ew hê jî nehatin guhertin.
Ji ber ku fikrên wan ideolojîkin, daxwazên wan ne nirxên neteweyî ne. Ya herî girîng jî di dema damezrandina wan partîyên îdeolojîk da, serok û sekreterên wan partîyan bi awakî memûr û di xizmeta dewletê da bûn.
Bawerîya wan bi biratîya kurd û kurdan tune. Ji bo biratîya miletê dagirker û ji bo biratîya omedê û wekhevî dixebitin. Bi hinek gotinan daw û doza kurdan dikin. Lê îro daha baş tê fehmkirin ku, ew di serîda jî ne ji bo azadî û rizgarîya miletê kurdan bûne. Ew ji bo yekitîya komara Tirkîye û omedê xebitîne.
Wekî din, xwedêgiravî partîyên çepgir doza parastina mafê jinan jî dikirin. Lê ji mafê jinan zêdetir, zerar dan jin û malbata kurdan. Di nav partî û komelan da her sal di roja 8ê Adarê da, roja jinên kedkar bi jinên kurdan ku piranîya wan bênivîs û bêxwendin, didin pîrozkirin. Dayîk û keçên kurdan ji bo berjewendîyên xweyên îdeolojîk û qirêj, di kolanan da bêwate didin meşandin.
Ya rastî ew e ku heta kurd nebin milet û azad nebin, jin û mêrên kurda jî tu car azad nabin.
Ew kesên ku pênce sal berê di rêveberîya wan partîya da dixebitîn, îro rewşa wan baş tê xûyakirin ku, ew ne bi îrada xwe, di bin îrada serokû sekreterên memûrê dewletê da bûne. Ew jî qasî serok û sekreterên xwe, tirsonek, hevkar û kirinên sîyaseta şaş da bûne. Daxwazên wan, bi bawerî û ji dil û can ji bo miletê kurd û Kurdistan ê nebûne.
Piranîya wan çepgir bûn, ji çepê tirkan zêdetir li zimanê tirka û ji bo demokratîzekirina Tirkîyê derdiketin û hejî xwedî derdikevin.
Bi zimanê tirkan sîyaset dikirin û dikin. Bi her alî da girêdayî serokan bûn. Têkoşerê serok û partîyên xwe bûn. Wek tarîqettên çepgirên tirkan, biratîya gel û şoreşgerên tirkan dikirin.
Ew serokên ji dewletê ra memûrtî dikirin, bi daxwazên komara demokratîk û komara federel da bê çare û perîşan mane.
Wekî din kesên bi zimanê tirkî xwe wek demokrat, rewşenbîr, nivîskar û sîyasetmedarên kurd dibînin hene, ew jî ji doh xirabtir bûne mirûdê partîyan.
Bi nivîsên tirkî neyartîya nivîskarên bi kurdî dinivîsin dikin. Ji rewşenbîrî zêdetir, ji wan her yek ya alîgirê partîyek an jî ji bo berjewendîyê xwe nezîkî sîstema sîyaseta dagirker e.
Mixabin, hinek kesên ku ji xwe ra dibêjin “rewşenbîrê kurd im”, du peyvên Kurdî nikarin bînin ziman û binivîsin.
Lê ewên bi navê rewşenbîrî piştgirîya partîya dikin û ew kesên wek wan nafikirin, bi xiyanetî û nezantîyê sûcdar dikin.
Ji bo Kurdên Bakur malxirabî jî ewe ku, memûrên dewleta tirk bi salan bûn serok û sekreterên partîyan, kesên tirknivîs jî bi nivîsên zimanê Tirkan bûne rewşenbîr û nivîskarên Kurd.
Halbûkî rewşenbîr, bi fikr û ramanê xwe yê azad, bi cesaret û gotinên xwe yên rast dibe rewşenbîr.
29.05.2026




