
İkram Oguz
Meşa Kîso, navê pirtûka Selehadin Bulut e.
Çîroka Medya Kitabevîyê ye.
Medya Kitabevi ya ku îro li Stenbolê wek mala hemû kurdan tê naskirin û tê bikaranîn…
Ev nav ji alî kî û kê va hatibe lêkirin, bi rastî navekî xweş û di cîh da ye.
Kîso ya jî Kûsî…
Mêrdîni Kîso, Serrhedî jî Kûsî dibêjin…
Wek tê zanîn Kîso ya jî Kûsi ajaleke piçûk e û hêdî hêdî dimeşe…
Lê ger ku carek derkeve serê rê û bi rê bikeve, derengî bimîne jî rêya xwe di nîvî da nahêle, didomîne û digihîje encama xwe.
Selehadin Bulut jî di vê pirtûkê da, bi hûrgulî qal dike, ku wî ji bo avakirina dikaneke kitêpfiroş çawa biryar daye, çawa dest pê kirîye, di nav si salan da rû bi rû zordarî û astengîyên çawa bû ye, bi berxwedaneke çawa bi ser ketîye, bi mînakên jîyayî û balkêş yekoyek nîşan dide…
Di pêşgotina xwe ya kin da wiha dibêje; „Li Tirkîyê kirina tiştekî ya ji bo kurdan pir zor e. Lê meriv neke jô zor e. Lewre ûjdanê meriv dev ji meriv bernade. Li Kolanên Stenbolê digerîyam û difikirîm, ‚gelo karim çi bikim?‘
Di wan salan da weşangerîya kurdî pir lawaz bû. Ji ber zextên dewletê hin weşanxane hatibûn girtin. Yên mayî jî karê xwe kêm kiribûn. Li Kurdistanê dikanen kitêpfiroş tunebûn. Yek dudu yên berê hebûn jî dewletê şewitandibûn. Li Stenbolê kitêpfiroş pir bûn, le kitêbên li ser kurdan nedifirotin. Pêşîyên me gotine, ‚divê meriv girrê xwe bi destê xwe bixwirîne.‘ Bi min ra fikra vekirina dikanek pirtûkan wiha çêbû…“
Ez bixwe jî şahidê destpêka vê meşê me…
Di salên 90î da ez berpirsîyarê Weşanên Deng bûm.
Di wan salan da li Stenbolê gelek weşanxaneyên kurdan hebûn, li pişt piranîyan jî partîyên kurdan cîh digirtin, ku ji bilî pirtûkan kovar û rojname jî derdixistin û diweşandin.
Me jî wê demê ji bîlî pirtûkên kurdî û tirki, Kovara Deng û Rojnameya Azadî diweşand.
Armancên me mezin, gavên me bi lez û dirêj bûn, lêbelê zimanê me ê nav malê bi tirkî bû. Hunermendê gorbihuşt Saîd Gebarî bibû mêvanê me, bi kar û xebata me ra serbilind bû, lêbêle roja ku xatir ji me xwest û vegerîya, bi dileke xemgîn ji me ra got, „Kemalistan di nav heftê salî da mala we xirab kir, we jî di nav hefteyekî da mala min xirab kir, we ez fêrî tirkî kirim…“
Selehadin Bulut dihat weşanxaneya me, pirtûkên ku me weşandibûn, ji her yekê wan çend heb digirt û dibir. Loma dibin şert û mercên çawa da dest bi vî karî kiribû, ji nêzîk va dizanim.
Qasî ku Selehadîn Bulut jî di meşa Kîso da qal dike, armanca wî ne armenceke navmezin û giran e…
Ew ji destpêkê da dixwaze pirtûkxaneyek ava bike, di wê pirtûkxaneyê da tenê pirtûkên kurdî û yên li ser kurdan hatine nivîsandin bifiroşe, bi demê ra bibe rawestgeh û maleke kurdan.
Wek meşa Kîso wî jî bi gavên piçûk, le bi berxwedaneke bê westan meşîya, piştî sî salên dirêj jî gihîşt armanca xwe û Medya Kitabevi li Stenbola xopan bû mala hemû kurdan.
Êdî rê ya kurdên ku dikeve Stenbolê, heta ku neçe Medya Kitabeviyê, ku ew mala Selehadîn Bulut li wir ava kirîye, nebîne, nîne.
Stenbol qasî ku bajarê Tirkîyê yê herî mezin e, ew qas jî bajarê ku herî zêde kurd lê dijîn e. Berî destpêka Meşa Kîso jî piştî wê jî li ser navê kurd û kurdayetîyê gelek dezgeh hatin avakirin. Mixabin bi armanc û gavên wan ên mezin, ti yek li Stenbolê nebû navendeke hevpar, ku kurdên rêya wan bikeve Stenbolê wê wek mala xwe bibînin û lê bibin mêvan.
Jiber ku hîmê wan qels, hest û helwesta kesên ku ew hîm avêtibûn jî, ji hest û helwestên netewîtîyê zêdetir, bi hêz û partîyên sîyasî va girêdayî bûn, ku bi lawazbûna hêz û partîyan ra ew jî lawaz bûn.
Ji axa xwe dûr bûn, lêbelê qasî axa xwe ji zimanê xwe jî dûr bûn. Loma di nav sî-çil salên dawîyê da ji wan weşanxaneyan hinek hatin girtin, hinek jî ji Stenbolê barkirin, berê xwe dan Amedê û li wir bi cîh bûn.
Medya Kitabevi çawa bû malek ji mala kurdan, werin em wê jî ji Selehadîn Bulut guhdarî bikin.
„Li pirtûkxaneyê em bi kurdî dipeyivin. Jixwe yên tên pirrên wan kurd in. Rojên îmzeyê û sohbetê û wekî din jî çi xebatên me hebin em bi kurdî dikin. Wextê yek tê ewilî ez bi kurdî xêrhatinê lê dikim, fam bike jixwe em bi kurdî dipeyivin, na heger nizanibe em bi tirkî dipeyivin. Hin kesên fam dikin lê tam nikarin bipeyivin hene, wê çaxê ji bo ku diyaloga me bi temamî nebe tirkî ez bi kurdî, ew jî geh bi kurdî geh bi tirkî dipeyivin. Însanên me yên emrê wan sî û ji sîyî mezintir temama wan bi kurdî zanin, lê yên di bin sîyî ra kurdîya wan nebaş e. Jixwe zarok kes bi kurdî napeyivin, navê wan bi kurdî ne lê bi kurdî nizanin. Keç û xorten tên, -ku welatperwer û gelek ji wan xwendekaren zanîngehan in- lê mixabin bi tirkî dipeyivin. Bi tirkî kurdîtîyê dikin. Dê û bav -ku ew jî welatperwer in- bi hevdu ra kurdî le bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin…“
Meşa Kîso 9-10 meh berê gihîştibû ber destê min…
Min wê demê dest bi xwendinê kiribû. Herwiha di dema xwendinê da hinek têbinî jî nivîsandibûn, ku ez dê di derbarê wê da nivîsek binivîsim…
Mixabin, hê dawî lê ne anîbû, ez bi nexwaşîya Pençêşêr ketim û xwendina min jî di nîvî da ma.
Pistî heft mehên dijwar ez ji „Pençeyê Şer“ filîtîm, pişt ra careke din li Meşa Kîso vegerîyam û dawî lê anî…
Meşa Kîso di sala 2025an da ji alî Weşanxaneya Avestayê û li Stenbolê hatîye weşandin.
Ji 358 rûpelan pêk tê.
Di nîvê pirtûkê da Selehadîn Bulut çîroka Medya Kitabeviyê vedibêje…
Nîvê mayîn da jî nêrînên gelek nivîskarên kurd cîh digrin…
Ha li Kurdsitanê ha li ha li koçberîyê, kurdên ku dixwazin ji bo kurd û kurdayetîyê gavekî piçûk biavêjin, divê vê pirtûkê bixwînin û bibînin, ku gihîştina serkeftîyên mêzin jî pirîcaran bi gavên piçûk dest pê dikin…
26.06.2026




