
Memo Şahin
Du hefte berê, di roja 27ê Hezîranê de kongreya Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî pêkhat û di daxûyaniyê de hat gotin û pesendkirin ku Badînî jî li gel Kurmancî zaraveyek cûda ye.
Li ser vê babatê sê roj şunde min tenê pirsek anî zimên: “Tê gotin ku (di kongreyê de) dora 120 pispor û zimanzan beşdar bûne. Pirs û mijar gelek in. Lê dixwazim ji wan pispor, zana û zimanzanan hînbim: Badînî jî zarava ye? Ger Badînî zarava be, çima devoka Afrîn, an jî Mereş û Semsûrê ne zarava ne?“
Di daxûyaniyê de tê fahmkirin ku Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî bi kemasî sê sal in ku hatiye damezrandin û li ser fêrkirina Kurdî li Almanya û cihanê dixebite.
Piştî vê despêka kurt dikarin derbazî mijara xwe bin.
Dîroka xebatên dersên zimanê Kurdî li Almanya, Swêd û Ewropayê digêhêje destpêka salên 1980-yî. KOMKAR di çileya 1979-an de sazbû û dest bi xabata çand, ziman, dîrok û wêjeyê kir. Bi navê „Kurdische Blumen“ (Kulîlkên Kurd) rewşa zarokên Kurd û perwerdahiya nijadperest a Tirkiyê bi zimanê Almanî rexne kir û anî pêşberî raya giştî ya Almanyayê. Sê sal şûnda (1982) dîsa bi navê „Blumen Kurdistans“ (Kulîlkên Kurdistan) rewşa zarokên Kurd şirovekir.

KOMKARê bo çalakiyên ziman û çandî re girîngî da û ji bo pêşxistina lêkolîna dîrok, ziman û çanda Kurd û her ûsa bo bilindkirina hişmendiya koçberên Kurd têkoşînek bênavber da destpêkirin.
Hên di Kongreya 2-an a sala 1980-an de, kampanyayek hate destpêkirin, ku 15 salan dom kir. Armanc jî çareserkirina pirsgirêkên Kurdên li Almanyayê bû.
Mafê koçberên Tirk, Spanî û Yûnanî li ser pesend- û naskirina navan, fêrkirina zimanên xwe, weşanên radyo û televîzyonan hebûn. Lê koçberên Kurd ji wan hemû mafan bêpar bûn.
Armanca vê kampanyayê misogerkirina mafên wekhev ji bo koçberên Kurd bû:
- Mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê
- Mafê bernameyên radyo û televîzyonê
- Xizmetên şêwirmendiya civakî ji bo koçberên Kurd
- Mafê dayîna navên Kurdî ji zarokên Kurd re
Dema zarokêk dihat dinê mafê Kurdan nebû ku navêk Kurdî hilbijêrin. Daireyên nûfusan li Almanya lîsteyên navên Tirkî pêşberî dê û bavên Kurd dikirin ku navêk jê hilbijêrin. Wana digot, „Ayşe û Hasan qebûl e, lê Berfîn û Bawer, nabe!“
Bi gotinek din siyaseta Kemalîst di derbarê Kurdan de li gelek welatên NATOyê bi awayekî cûda dihat meşandin û ev jî neheqiyek mezin bû û pêwîst bû ku neyê qebûlkirin.
Me jî qebûl nekir û dest bi kar û xebatek bêwestan a dehan salan kir.
Bona ku ew daxwazên rewa yên Kurdan bên naskirin me lobiyek xurt meşand. Bi parlamenterên federal û eyaletan, bi sendîkayên karker (DGB) û mamosteyan (GEW), bi rêxistinên civaka sîvîl kar û xebatek bêwestan li seranserê Almanyê hat meşandin.
Yekitîya Sendikayên Karkeran (DGB) û Sendikaya Mamosteyan di kongreyên xwe de biryara piştgiriya dersên zimanê Kurdî girtin û piştgira xwe bi me re nîşandan.
Parlamentoya Federal di roja 7.11.1991an de bîryarek girt û daxwaz kir ku mafên çandî ya koçberên Kurd ji alî hûkumetê Almanya ve bên naskirin û gavên pozitîf û erênî bên avêtin.
Bi saya wan kar û xebatan de di 1986-an de mafê weşanên radyoyê hat bi destxistin. Ev 40 sal in ku di WDRê de zimanê Kurdî jî bilind dibe.
Dîsa di nîvêka salên 1980-î de dersên zimanê Kurdî li Almanya destpêkirin û niha bi dehan, sedan dibistanên Almanyê de Kurmancî, Dimilkî û Soranî tê fêrkirin.
Bi destxistina wan mafan (radyo û fêrkirina zimanê Kurdî) rawestandin û sekinîn nedibûn û me jî kampanya berdewam kir. Di roja 1-ê Îlona 1993-an, bi gotinek din di roja aşitiyê de me vê care kampanyaya “Schweigen tötet! Frieden jetzt“ (Bêdengî mirin e, Aşitî niha!) da destpêkirin û piştgiriya bîst (20) rêxistin û saziyên Alman girt. Di rojnameyên Frankfurter Rundschau û Tageszeitung (taz) de dora milyonek kartpostal hatin belavkirin û ûsa jî me zext li ser hukumeta federal û hukumetên eyalatan xurttir kir.

Paşê di sala 1996-an de ji ber hinek kirêjî û sedemên siyasî min dest ji KOMKAR û PSK kişand û cûda bûm. Piştî ku ez cûda bûm, bi hevalên Alman re me Dialog-Kreis û Pro Humanitate avakir. Bi Dialog-Kreisê me kar û xebatên çareserkirina pirsa Kurd û bi Pro Humanitate jî me dest bi projeyên alikariya birçî, tazî, belangaz û qûrbaniyên şerê kirêj kir.

Piştî destxistina weşanên radyo û dersên zimanê Kurdî, dor hatîbû naskirina navên Kurdî. Min lîsteyek navan amadekir û serî li wezarata hûndir û ya derva kir. Piştî ev herdu wezarat pêşneyara me pesendkirin, dor hat çap û belavkirina pirtûka navên Kurdî. Me piştgiriya UNESCO jî girt û ûsa jî pranga û zîncîrên li ser navên Kurdî jî di sala 2000-an hatin qetandin û çirandin.
Di destxistina wan mafên rewa de kar û xebata bi sedan û hezaran endamên KOMKARê, xûdana bi dehan mamoste û dostên Alman heye.
Pêwiste xebata mamosteyên me yên hêja li Swêdê, alikariya hukumeta Swêdê, ku Swêd kir dergûşa ziman û wêjeya Kurdî, her ûsa kar û xebata Enstitûya Kurdî ya Parîsê jî neyên jibîrkirin.
Gotina dawî: Dîroka destxistina mefên rewa yên Kurdên Almanya, Swêd û Ewropayê sê an jî çar sal berê destpênekir. Ev 50 sal in ku berdewam dike!
Hezaran spas bo wan lehêng û dilsozên bênav û bê plaket û nîşan!




