Fîlma ku bi navê „Eger Jinek Te Bikuje Tu Naçî Bihuştê“ li Hewlêrê û bi merasîmeke taybet hat nîşandan.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî vê merasîmê bû û fîlm temaşe kir.
Fîlm li ser şerê bi DAIŞê re ye û di vî şerî da balê dikişîne ser rola jinan.
Nêçîrvan Barzanî piştî fîlmê axivî û spasiya tîma fîlmê kir û got:
„Ji bo ku em wekî milet çîrok û serpêhatiya xwe nîşanî gelên dinyayê bidin, sînema û fîlm rêya herî kurt e.
Ev ne demeke dûrûdirêj e lê wekî ku em ji bîr dikin bê Kurdistan bi qehremaniya kîjan şehîdan hat parastin.
Em spasiya Koalîsyona Navneteweyî dikin ku alîkariya me kir lê yên ku li ser erdê bûn, berxwedan kir û xwîna xwe da pêşmergeyên me yên qehreman bûn.
Em îro ji wan re dibêjin ku xwîn û keda wan bi valayî neçûye.“
Serokê Herêma Kurdistanê spasiyeke taybet pêşkêşî Derhênerê Fîlmê Helkewt Mistefa û lîstikvana sereke a fîlmê Avan Cemalê kir û wiha pê de çû:
„Avan Xanimê di vê fîlmê de bi awayekî gelekî xweşik ne tenê berxwedana Pêşmerge, berxwedana wan şervanên jin jî bi bîra me xist ku li Kobanî û deverên din şehîd bûn.
Bi rastî wê karekî mezin kiriye, destên we sax bin.“
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de spasiya Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Fermandariya Zêrevanî û hêzên Îraqê yên li Mûsilê kir ku alîkariya çêkirina fîlmê kirine.
Nêçîrvan Barzanî her wiha spasiya Wezareta Rewşenbîrî ya Îraqê jî kir ku ev fîlm wekî namzeda fermî ya Îraqê ji bo xelata Oscarê diyar kiriye.




