Li Almanyayê hilbijartinên eyaleta Berlînê hatin kirin.
Li gorî rapirsiyên destpêkê yên piştî dengdanê, Partiya Çep (Die Linke) derket rêza yekem.
Li gorî agahiyan tê çaverêkirin ku 3 heta 5 namzedên Kurd dê di Parlamentoya Eyaleta Berlînê da cîh bigirin.
Saziyên ragihandinê yên Almanyayê ARD û ZDFyê amarên destpêkê yên piştî dengdanê eşkere kirin.
Li gorî amaran, Partiya Çep a bi serokatiya Elif Eralpê ji sedî 24,5 heta ji sedî 26ê dengan stend.
Partiya Friedrich Merz CDUyê jî nêzîkî ji sedî 20ê dengan stend.
CDU niha li paytext Berlînê serkêşiya koalîsyona hikûmetê dike.
Di heman demê da partiya rastgira tund Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) jî dengên xwe zêde kirin.
AfDyê di hilbijartinên her du eyaletên Berlîn û Mecklenburg-Vorpommernê da serkeftineke balkêş bi dest xist.
Rapirsî nîşan didin ku AfDyê li eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê ya li bakurê rojhilatê Almanyayê ji sedî 37 heta ji sedî 38ê dengan stendine û derketiye rêza yekem.
Li Berlînê jî rêjeya dengên wê nêzîkî ji sedî 16an e.
Lebelê partiyên din ên mezin naxwazin bi AfDyê re koalîsyonê ava bikin.
Ji ber vê yekê tevlîbûna AfDyê ya li hikûmetên van her du eyaletan zehmet xuya dike û astengiya siyasî li pêşiya wê heye.




