Li Wanê sempozyuma zimanê Kurdî hat lidarxistin û beşdaran ji bo zimanê Kurdî daxwaza perwerde û statuyê kir.
Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim Sen) bi helkefta Cejna Zimanê Kurdî sempozyumeke berfireh li dar xist.
Ji Hewlêrê, Silêmaniyê, Qamişloyê, Amedê, Wanê û çendîn bajarên din zimannas, akademîsyen û weşanger beşdarî sempozyumê bûn.
Wan li ser rewşa Kurdî, metirsiya asîmîlasyonê û pêşîgirtina li jinavçûna zimanê Kurdî gotûbêj kir.
Beşdaran daxwaz kir ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe xwedî statu.
Hevserokê Şaxa Egitim Senê ya Wanê Lokman Babat li ser naveroka sempozyumê axivî û got:
„Mijara me ya îsal rewşa Kurdî ya li Kurdistanê, axaftina bi Kurdî û perwerdeya bi Kurdî ye.“
Pisporan di gotarên xwe de ji bo bipêşketina Kurdî behsa stratejiyên nû kir.
Mamosteyê Zanîngeha Cîhanê ya Silêmaniyê Îbad Rûhî destnîşan kir ku divê Kurdî di nivîsînê da xerîb nemîne û got:
„Heke ji aliyê desthilatan va rê neyê dayîn jî em dikarin li torên civakî, rûpelan û di hişê çêkirî de danegehan çêbikin. Bi vî awayî em dikarin zimanê xwe biparêzin.“
Beşdarê sempozyumê Azad Weledbegî bal kişand ser nasnameyê û anî zimên:
„Pêwendiya zimanê Kurdî bi nasnameya neteweyî re heye. Parastina ziman, parastina çand û dîroka milet e.“
Nivîskar Samî Hezîl jî li ser rewşa Bakurê Kurdistanê rawestiya û wiha got:
„Ji bo Bakur ez dibêjim divê statuya ziman hebe.
Li gorî wê jî divê saziyên ziman werin peywirdarkirin da ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.“
Axêver Serhat Temel jî diyar kir ku heke ziman di jiyana rojane da neyê bikaranîn dê winda bibe û wiha domand:
“Belkî em nikarin behsa çarenûsekê bikin lê divê ziman li her derî û li her saziyê were axaftin.“




