
Bedirxan Epözdemir
Di van rojan da di medyayê da li ser Dengbêj Şivan gelek tişt têne gotin.
Hinek kes lêdixine “dezek dar” û tişawtînin.
Heta bi ixanetê lê curumdar dikin.
Hinek cuwamêrên dî ji lê weka tabú dibinin ú toz danaynine ser.
Li gor min her du dîtin jî şaş in.
Lewma li cem netewa me bi gelemperî di navbeyna xayînî ú qehremanîyê da mûyek he ye.
Êvarê radizê qehreman î, sibê radibî xayîn î.
Sedem vî jî; Şivan, nexayîn e û ne jî qehreman e.
Şivan, bi qencî û başîyên xwe, bi şaşî û xeletîyên xwe Dengbêjeke Kurd e. Ji bo muzika Kurdî xwedî kedeke mezin e.
Ji destpêkê heya îro ku meriv bi rengeke rasteqîn jîyana Şivan binirxînê, meriv guhartinên bingehîn tê da nabîn e.
Lewma, ez li Şivan heyrî nemam.
Ez li wan kesan heyrî dimînim ku nûha Şivan keşif dikin.
Deng û hunerê Şivan bêguman şayanê pesnê ye.
Lê dengê Şivan, methiye yê kurdan ji bo wî şivan wî har kir.
Ji Şivan weye ku dengê wî xweşe her tiştê wî jî xweşin.
Sedem wî jî Şivan;
Dest pê kir stratejî ya kurda danî.
Çevê wî kesî nedî.
Xwe diroknas, edebiyatzan, siyasetmedareke bê hempa dît.
Coşa kurdan ji bo klamên wî, çepikên gel lê din kir.
Sedem vê nexweşîyê jî qalita hunerê wî jî di van demên dawî da ket.
Kesên ku bê klamên wî nedijîn êdî lê antîpatik dîtin.
Şivan ji berê wa jî wuha bû.
Lê Kurd” tu ne dî, savar didin”.
Rexne li cem kurda nine.
Yan reş dikin, yan jî meth û sena dikin.
Ev ji şaşiyeke mezin e.
Jîyana Şivan zik-zake.
Kesayeta wî rûneniştîye.
Tim xwe li merkezê dibîne.
Pozbilindîya wî le ji “imparatoriyê” daxist.
İdï Şivan ji Şivantîyê derket, bú İsmail Aygün ê destpeka salên 70’yan.
Şivan tu car iman nanî, hertim mirîdî kir.
Konsepteke milî ne girt, bû dilê taximan.
Weka şexis gelek caran min wan rexneyan di her qadîda lê girt.
Bêguman li xweşê wî neço.
Ez dikarim bi ispat ku dem bê rêz bikim.
Lê zikrên miridan jî mecal nedan ku Şivan bi şaşîyê xwe bihisê bibî malê hemú Kurdan.
Wext hêja jî ne derenge.
Hêvidar im ku Şivan neynikê daynê ber xwe ji xwe jî bipirse; “ax min çikir, min çikir- min xwelî li serê xwe kir.”
Hêvidar im ku Şivan li xwe wegere,
Ji Simal’tî yê wegere bibî Şivanê hunera kurdan.
Lewma tikaye ku em Şivan rexne bikin lê nekujin.
Mecalek bidine wî ku bibî malê hemî Kurdan.
Bi hesreta vê hêvîyê.




