
Drs. Yusuf Kaynak
Tosîne Reşîd di 22ê Hezîrana 1941an de li herêma Eçmîadzinê li Yekîtiya Sowyet a Sosyalîst li
KomaraErmenistanê hatiyê dinê; ew nivîskar, helbestvan û şanonivîsekî Kurd ê Êzîdî ê hemdem e.
Bi kurtasî jiyana Tosinê Reşîd
Ew li gundê Kurekend ê navçeya Eçmîadzinê li Komara Sosyalîst a Sovyetê a Ermenistanê ji dayik bûye. Di sala 1964an de ji Fakulteya Fîzîk û Kîmyayê ya Enstîtuya Pedagojiyê ya Êrîvanê mezûn bû. Dû re li parêzgeha Kirovakan (nuha Vanadzor) çend salan mamostetiyê kiriye. Du meh şûnda jî, li wir li eynî cîh dest bi xizmeta xwe ya leşkerî ji bo salekê kiriye. Piştî xizmeta xwe ya leşkerî, di sala 1966an de, wekî alîkarê lêkolînê li Beşa Kîmyayê ya Enstîtûya Êrîvanê dest bi xebatê kiriye. Di sala 1970an de li Zanîngeha Dewletê ya Êrîvanê de xwendina xwe domandiye, pêşî wekî lêkolînêr û dû re jî wekî mamoste berdewam kiriye. Di sala 1975an, de doktoraya xwe ya kîmyayê wergirtiye.
Di heman salê de, wî pirtûka xwe ya yekem bi navê Kilamê Rê (Strana Rê) weşandiye. Di salên
1960î û heya 1970an de, nêzîkî 200 gotarên wî ye ku ji bona beşa Kurdî ya Radyoya Êrîvanê
bernameyeke bi navê “Ansîklopediya Kurdî” amade kiriye, ew bernameyên çandî hemû di Radyoya Yêrêvanê de hatine bikar anîn. Tosinê Reşîd, pêşî ew kar bi Kurdekî dinê Sowyetê Emerîkê Serdar re amade dikir, dû re bi tena serê xwe ew kar berdewam kir. Bername bi qasî 12-13 salan berdewam kir.
Wî ji salên xwe ye xwendina ji dibistanê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye, salên xwendkariyê de şîîrên wî bi riya radyoyê Êrîvanê yê Ermenistanê de dihatine weşandin. Di sala 1975an de, bi navê “Kilamê rê” ango Diwana yekem li Êrîvanê hat weşandin. Di sala 1983an dîwana wî a duyem bi navê “Zozan” li Erîvanê weşandin û di sala 1987an de dîwana sêyem “Nîvro” jî li wir weşandine.
Di 1967an de, ew bi Nûra Cewarî re li ser navê Kurdên Ermenistanê çûne Gurcistanê, Kazakistanê û Kirgizistanê û bi hezaran stran û helbestên folklorîk (Zargotinê Kurdî) berhev kirin.
Wî yekem lîstika xwe ya li ser bingeha destana folklorîk a Kurdî a navdar Siyabend û Xecê di
1984an de weşand. Ew pirtûk li Yekitiya Sowyetê Komara Ermenistanê bi tîpên Krîlî hat weşandin.
Ew lîstika Tosinê Reşîd wekê dramekê nivîsandiyê û ango pirtûk dû re bi wergera tipên latinî di sala 1988aan de, vê carê ji aliyê Weşanên “Roja Nû” ve li Stockholmê li Swêdê hatiye weşandine.
Tosinê Reşîd dema li Yekitiya Sowyet li Komara Ermenistanê dijîya, bi esasî ji salên 1960î heta
1989an de tevlî tevgera Kurdî bû. Ji serpêhatiyên xwe yên wê serdemê Tosinê Reşîd wiha vedibêje: “Bi nivîsandina wan helbestên xwe re, ez cara yekem rastî navê Kurdistanê û rastiya welatê xwe jî li piştî wî navî hatim. Heta sala 1963an, tu nivîskarekî Kurdê li Yekîtiya Sovyetê tenya peyva Kurd û Kurdistanê di berhemên xwe de bi kar neanîye. Çima!, çûnkî tirs hebû, ji ber ku di salên 1937-1938’an de, gelek rewşenbîrên Kurd bi tohmeta neteweperestiyê hatine girtin û zindankirin”.
Di sala 1985an de, Tosinê Reşîd tevlî jina xwe Nûra Cewarî ve koma mûzîkê ya bi navê “Zozan”
damezrandine. Ve komê muzîkê gelek konser li paytaxta Ermenistanê Erîvan û li Tîflîsê Gurcistanê pêşkeş kirine. Şanoya wî ya ku bi navê Siyabend û Xecê di sala 1980an de nivîsandiyê li Şanoya Kurd a Gurcistanê hatiye pêşkeş kirin. Wî her wiha şanoya Tîrêj li ser Ferik Polatbekov nivîsandiyê.
Tosinê Reşîd gelek hewl da xebatên şanoyî, û her çend ew ne pêşeng bû jî, ew di nav ên pêşîn yên şano û lîstikên Kurdî de bûye. Xebata wî di salên 1980an de bi nivîsandina Siyabend û Xecê dest pê kir, lê wî performansên şanoyê li derveyî Ermenistanê, li Tîflîsê, paytexta Gurcistanê jî organîze kir.
Ji ber ku berhem di salên 1980an de hatiye nivîsandin, ew bi zimanê Kurdî yê serdest yê Kurdên Qefqasyayê yê wê demê hatiye nivîsandin. Zimanê lîstikê pir hêsan û sade û têgihîştî ye. Şanogerên ku hinekî li ser çîroka Siyabend û Xecê agahdarin, dê di têgihîştina mijarê de zehmetiyê nekişînin.
Mijar destaneke kevn û navdar e, lê nivîskar wate û formeke nû daye wê. Mijara lîstikê çîroka evîna şivanekî xizan û kedkar e, lê Tosinê Reşîd, ji vê çîroka kevin û navdar dest pê dike, rola serhildêrekî li dijî zilm û zordariya agan û began dide wî. Bi gotineke din, ew hewl dide evîn û hêviyên xizanan îfade bike. Lîstik bi şêweya şîrovekirina xewnekê ye. Evîn mijara sereke ya vê lîstikê ye. Ew hewl dide ku nakokiyên di nav civakê de îfade bike. Ji bo ku lîstik dramatîk e, evîndar di dawîyê de nabin yek, hetta di lîstikê de jî. Ew mîna çîrokên din ên evînê ên Kurdan û ên Rojhilata Navîn wekî Mem û Zînê bi dramatikî bi dawî dibin. Bi rastî lîstik bi dengê bilûrê dest pê dike û bi bilûrê dawî jî dibe:
Xecê di dîmeneke usa de diqîre:
“Çi hate serê te, Siyabend,
Rabe ser xwe fêrîzê min,
Kê ev derba xayin texist”.
Siyabend bersîv dide:
“Bextê min bû roja te bû,
Evîn serê me da reş bû”.
Xecê berdewam:
“Siyabend, kanê nêçîra te,
Sîyabend, çi ra bûyî nêçîr.
Siyabendo, ha Siyabendo!.
Çiyayê Sîpanî Xelate dûman û mij e.
Berf dibare, malxirabo,
Baranê pêra guje-guje,
Kê dîtiye, kê binaye
Nêçîr rave nêçîrvanê xwe bikuje”.
Siyabend berdewam kir:
“Xeca min negirî, delala min negirî,
Hêsira ser ji sûretê sor de nebarîne,
Sura Sîpanê Xelatê sert e
Wê rengê sûretê te biteyisîne.
Xece- Siyabend Malxirabo!,
(…)
Hemêza xwe veke,
Ez tême paşla te,
Mirazê me vira nebû,
Bira li wê dinê bive!.
Çarenûsa wan bi tiştê ku ew hêvî dikin bi dawî nabe, berevajî vê rast e.
Tosine Resid di sala 1993an de, derket derveyî welêt û çû li Melbourne bajare Avusturalya e mezin bi cih bû. Ew hemû karên xwe yên nivîsandinê ji vir dimeşîne. Her çend ew li derveyî welat dijî jî, ew neçar e ku hemû ramanên xwe yên ronakbîrî yên edebî û siyasî li welatên biyanî bidomîne.
Berhemên wî yên dawî bi gelemperî li ser Êzîdîtiyê ne, ku baweriyek pir kevnar e.
Di 2000an de Weşanxana APECê li Swêedê berhevoka çîrokên Tosinê Reşîd “Şeva bê xew” çap kir.
Dîsa wê salê wî û Dr. Husên Hebeş bi hev re pirtûkek ji bo bîranîna Qanatê Kurdo li Almanyayê çap kir.
Jiyana vî rewşenbîrê Kurd têkoşîneke berdewam a li dijî zehmetiyan bû. Berhema wî ya berhemdar ji hejmara berhemên wî diyar e. Ji bo nivîsandina vê kurte jiyana berhevkirî me nekarî biyografiya nivîskar bi xwe bibînin, ji ber vê yekê me neçar ma ku bi tiştên ku me li ser înternetê dîtine razî bibin. Ji ber ku nivîskar bi elfabeya Krîlî û zaravayê Kurmancî yê ku ji hêla Kurdên Sovyetê ve dihat axaftin nivîsandiye, Kurdên din tenê piştî çend salan, piştî guhertinên siyasî yên Glasnost û Perestroika ên Gorbaçov kirin, karibûn ji berhemên wî sûd werbigirin. Nuha, berhemên ku ji hêla Kurdên Sovyeta berê ve hatine nivîsandin digehîjin xwendevanên li çaraliyê cîhanê û Kurdên li her çar beşên Kurdistanê. Ev gotar dikare wekî celebeke pêşgotinek ji bo Tosinê Reşîd were hesibandin.
Berhemên wî
– Kilamê Rê/Stranê Rê, Berhevoka Helbestan I, Weşanxaneya Hayastan, Êrîvan, 1975
– Zozan, Berhevoka Helbestan II, Êrîvan, 1983
– Nîvro, Berhevoka Helbest III, Êrîvan 1987
– Siyabend û Xecê, Lîstik, Weşanên Roja Nû, Stockholm/Swêdê, 1988
– Hêsir (Kurteçîrok), Weşanên Aras, Hewlêr, 1998 (bi tîpên erebî)
– Şeva bê Xew, Berhevoka Kurteçîrokan, Weşanên Apec, Spanga/Swêdê, 2000
– Ji bo bîranîna Qanatê Kurdo tevlî Husên Hebeş, Weşanxaneya Hogir/Bonn), 2000
– Min Bêriya Şevên Spî Kiriye, Berhevoka Kurteçîrokan, Weşanên Avesta, Istanbul, 2005
– Mestûre, Serê Hêjayî Taj Bû, (romana dîrokî) Çapxane û Weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2005
– 100 salîya Zana û Nivîskarê Kurd Qanatê Kurdo, Weşanxaneya Yekîtiya Nivîskarên Kurd 2009
– Evîna te ez parastim (roman), Weşanên Han, Berlin, 2010, car din Weşanên Avesta, Istanbul, 2019
– Kurdên Yekîtiya Sovyetê: Berê û Niha (Gotarên li ser Êzîdiyan di kovarên “Bîr û Bîrnebûn), 2010
– Em bi zimanê xwe Kurd in (Gotarek li ser ziman û wêjeyê), Weşanên Do, Istanbul, 2011
– Êzdîyatî, oleke hê jî ne naskirî, Weşanên rêveberîya giştî, karûbarên Êzîdîya, çapa 3e, Duhok 2012
– Qanatê Kurdo, “Lêgerîna Zaza”, wergera ji zimanê Rûsî, Hogir Verlag, Bonn, 2016
– Çîya, Berhevoka Kurteçîrokan, Weşanên Avesta, Istanbul, 2018
-Tosinê Reşîd her wiha helbest û çîrokên Aleksandr Puşkin, Leo Tolstoy, Anton Çehov, A. Bunin, A.
Voznesenskî, A. Isahakiyan, P. Sevak, F. Polatbekov, û M. Lermontov wergerandine zimanê Kurdî.
Lahey, 20.09.2026




